Şantaja Sîber li Urdunê: Tirs jinên dibin hedef bêdeng dike
Şantaja sîber li Urdunê dibe astengiyeke mezin ji bo jinan ku ji ber tirsa ji "stigmaya civakî" nikarin biçin ser tomeriyên fermî. Pispor balê dikşînin ku bêdengî xeteran mezintir dike û bang dikin ku di warê dîjîtal a hebûna hişmendiyê şert e.
BERAA EKREM
Urdun – Qada dîjîtal bûye qadeke ku lê tundî dubare dibe, bi binpêkirina mafên jinan û berdewamiya tundiya li dijî wan her diçe dibe pirsgirêkek mezintir. Şantaja sîber bûye amûreke xeternak ku beşên civakî û çanda "şermê" bi kar tîne, jiyana gelek zarokên keç û jinan vediguherîne dojeha bi gef pirsgirêkên psîkolojîk dagirtî.
Lêkolîner û pispor Nensî El-Ecarîme, piştrast kir ku jin û zarokên keç ji ber tirsa xwe ya ji encamên civakî yên dijwar û bertekên derdorê yên herî zêde bandor dibin û bi xetera şantaja sîber re rûbirû ne û got: “Awayê kevneşopî û civakî dibe sedem ku jin dudilî bin û şerm bikin bi şantajker re rûbirû bibin an jî rasterast bi rayedarên ewlehiyê yên pêwendîdar re têkiliyê daynin; ji tirsa ku dengê wan derbikeve.”
Westandina aborî û psîkolojîk jinan ber bi hilweşînê ve dibe
Nensî El-Ecarîme rave kir ku şantajker vê lawazî û dudilîbûnê ji bo zexta herî zêde bi kar tînin û wiha got: "Di piraniya bûyerên ku em bi wan re rûbirû man de, kesên ku rastî şantajê tên, beriya biryar bidin bêdengiya xwe bişkînin, bi tevahî westiyabûn. Jin neçar mane zêr û wesayîdên xwe bifroşin an jî deyn bikin da ku daxwazên darayî yên şantajker pêk bînin. Dema ku kesên dibin hedef nikarin bidin, şantaj vediguhere zordariya zayendî û daxwazên ku rûmet, beden û prensîbên wan binpê dikin.”
Her wiha Nensî destnîşan kir ku vê zexta domdar dibe sedema bandorên psîkolojîk ên wêranker ku gelek caran dibe sedema êrîşên panîkê û fikarên giran û da zanîn ku hinek keçên ciwan serî li dermanên antîdepresan didin, hinek jî ji ber barê hestiyarî yê giran û nekarîna axaftin an parvekirina ezmûnên xwe, heta xwekuştinê jî difikirin.
Nensî gotinên xwe wiha domand: “Her çendî hêzên ewlehiyê û yekîneyên sûcên sîber mudaxeleyê dikin, materyalên şantajê desteser dikin û dozan vedikin jî em hê jî bi vê dijwariya herî mezin re rûbirû ne: Dermankirina êşa hundirîn û qîrîna tepeserkirî ya rizgarbûyiyan ku ji ber tirsa bandorên li ser civak, malbat û jîngeha kar nikarin derbas bikin.”
Sedemên li pişt diyardeyê û jîngehên dîjîal ên bê ewle
Der barê sedemên zêdebûna van sûcan de, Nensî El-Ecarîme rave kir ku faktorên aborî û bêkariya zêde, hinek ciwanan ber bi êrîşên sîber û zorbaziyê ve biriye. Ew van wekî rêbazeke neqanûnî ji bo bidestxistina dahatiyeke bilez dibînin û ji hêsaniya têketina telefonên bê ewle sûdê digrin.
Nensî nirxandinên xwe wiha domand: “Pêwîst e hişmendiya dîjîtal di nava jinan de were zêdekirin û pêşî li dîtina platformên ragihandinê yên dîjîtal ku wekî "stargeheke bi ewle" ji bo revê ji zextên psîkolojîk an pirsgirêkên civakî tên dîtin, were girtin. Zêde girêdana bi cîhana dîjîtal re gava ewil e ku mirov bikeve nav xefika zorbaziyê. Qada dîjîtal ne stargeheke bi ewle ya mutleq e; berovajî vê di wî warî pêdivî bi hişyarî û lênerîneke zêde heye. Ji misogerkirina ewlehiya telefonê û dûrketina ji vekirina girêdanên nenas bigre, heya nehiştina cîhazên vekirî li ser kar, an parvekirina agahdariya taybet bi niyeta baş.”
Lêkolînera pirsgirêkên jinan Nensî El-Ecarîme di dawî de got ku şikandina çanda tirsê û ragihandina bûyeran di demê de, xetên parastinê yên ewil in di parastina rûmet û ewlehiya jinan de li qadên dîjîtal û civakî.