Komîna Şilêr ji bo zarokan cihê hînbûn û kefxweşiyê ye

Li Komûna Zarokan a Şîlêr a ku li taxa Şêx Meqsûd a Helebê bi armanca piştgirîkirina perwerdehiya zarokên 7-13 salî, pêşxistina şarezayên wan û kêf û şahiyê hat avakirin, zarok jî bi dîrok û çanda xwe fêr dibin.

SÎBÎLYA EL-ÎBRAHÎM

Heleb – Di 12’ê Adarê de li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê yê Sûriyê, komîna zarokan a Şîler ku ji aliyê Kongra Star ve hatiye avakirin, bi armanca piştgirîkirina zarokan di warê perwerde, pêşxistina şareza û şahiyê de hat vekirin. Komîna ku îro jî xebatên xwe dimeşîne ji bo zarokan him cihê fêrbûnê him cihê kêfkeşiyê ye.

Rêvebera komîna zarokan a li taxa Şêx Meqsûda bajarê Helebê Semîra Bekir got: “ji bo fêrkirina zarokan, ji bo ku tê de demeke xweş derbas bikin me ev komîna vekir. Di serdana me ya malbatan de me dît ku gelek kêfxweş bûn û xwestin zarokên xwe bişînin komînê. Destpêkê hejmara zarokan kêm bû lê belê îro hejmareke zêde ya zarokan tên komînê piştî sala xwe ya xwendinê bi dawî bikin dê werin vê derê. Gelek malbat spasiya komînê dikin keda ji bo zarokan tê dayîn. Ev sazî dema zarokan a ku berê vala bû, li kolanan derbas dikirin, bi xebatan tije dike. Niha li komînê bi tiştên bi sûd û fêrbûnê dema xwe derbas dikin. Di  Şilêrê de zarok fêrbûn û kêfxweşiya xwe ji heman cihî digrin.”

‘Em hewl didin çend komînên din jî li Taxa Şêx Meqsûd vekin’

Der barê mijarên di komînê de girîngiyê didinê, Semîra Bekir wiha axivî: “Em rêbazên danûstandina bi xwedî û mamoste û kesên derdora xwe re fêrî zarokan dikin, waneyên paqijiya kesane û giştî didin wan. Ji bo hemû zarok sûdê bigrin em hewl didin komînên bêhtir li taxa Şêx Meqsûd vekin, em ji hemû zarokên taxê dixwazin nêzî me bibin ji bo ku em nifşeke têgihîştî rewşenbîr xwedî taybetmendiyên baş ava bikin.”

‘Zarok zêdetir ji wênekêşî, stran û bazdanê hez dikin’

Semîra Bekir bal kişand bernameyên komînê yê ji bo zarokan û wiha domand: “Di bernameyên pêşveçûnî de me dît ku zarok herî zêde hez ji wênekêşî, stran û bazdanê dikin û zû fêr dibin. Her zarokek xwedî taybetmendiyên cuda ye. Em hewl didin kêrhatiyên wan bi pêş bixin. Ji aliyê din ve em hejmareke pisporan peyda dikin ji bo alîkariya zarokan bikin wan bi pêş bixin. Her wiha ew wan fêrî zimanê Kurdî dikin çand û dîroka wan bi wan didin nasîn. Piştgiriya me ya ji zarokan re hestên kêfxweş bi wan re çêkir êdî dixwazin demek zêdetir li komînê bimînin fêrî hemû tiştên nû bibin.”

Zarokên di navbera 7 salî û 13 salî de li komîna Şilêr tên perwerdekirin

Der bare şert û mercên tevlibûna zarokan a komînê de Semîra Bekir wiha got: “Em zarokên ji temenê 7 salî heta 13 salî pêşwazî dikin. Her zarokek xwedî arşîv e nav, temen, wêne û cihê niştecihbûnê diyar e. Ji serê sibehê heta êvarê komîn vekiriye ji bilî rojên în û Duşemê. Em her dem hewl didin bernameyên karê komînê bi pêş bixin hejmareke zêde ji zarokan tevlî komînê bikin bi taybetî zarokên sêwî yên ku ev sazî bûye wekî malbata wan. Em ji hemû malbatên zarokan dixwazin zarokên xwe bişînin komîna zarokan ji bo em kêrhatiyên wan bi pêş bixin nifşeke zana xwe nas bike û dîroka xwe bizanibe, bi hemû tiştên derdora xwe têgihîştî be ava bibe.”