Kombûna Jinan a Zenobia ji bo pêşxistina jinên Dêrezorê tevkariyê dike

Buroya Kombûna Jinan a Zenobîa ji bo piştgiriyê bide hemû jinên herêmê dixebite.

ZEYNEB XELÎF

Dêrezorê -  Di nava urf û adetên eşîrî de û li dijî kêmkirina rola jinê û bêparkirina mafê wan ê xwezayî ku di civakê de xwedî roleke bibandor bibin, buroya Kombûna Jinan a Zenobia li bajarê Dêra Zorê hate vekirin. Kombûna Jinan a Zenobia hewl dide ku rastiya jinan a ku ji ber zextên civakê rastî zehmetiyên cûr bi cûr tên baştir bike, kar û xebatên xwe dimeşîne.

Rêveberê Kombûnê Şehrezad El-Cassem derbarê kar û xebatên Kombûna Jinên Zenobia de ji ajansa me re axifî û got ku Kombûna Jinan a Zenobîa di Hezîrana 2021’an de ji bo yekkirina refên jinan a li çar herêmên rizgarkirî, Tebqa, Reqa, Dêrezor û Minbicê hate avakirin.

Li gelek cihan xwedî komîteyan e

Şehrazad El-Cassem der barê armanca Kombûna Jinan a Zenobiya de jî wiha got: "Navê Zenobiya ji bo jina bi hêz hatiye hilbijartin û em bi rêya vê saziyê hewl didin ku jin bi hêz bibin. Ji dema avakirina Kombûna Jinan a Zenobia ve, xebatên meclîsê li ser avakirina ofîsan, yekkirina meclîsên jinan û birêvebirina jinan dest pê kir, lewra hemû bûn beşek ji ofîsa Kombûna Jinan a Zenobia.”

Şehrazad El-Cassem destnîşan kir ku komîteyên ji bo komkirina jinên Zenobiyayê li Cezîre, Sûr, El-Bûsîra, Hecîn û Sûsê hatine avakirin û ofîsa sereke jî li herêma El-Kesret e û gelek komîte tê de cih digirin. Her wiha da zanîn ku li her yek ji herêmên rizgarkirî navendek wan heye û her kes bi awayekî rêxistinkirî kar dike.

"Em ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên jinan dixebitin.”

Endama Komîteya Lihevanînê Mona El-Oweyd derbarê xebatên kombûnê de wiha axifî: "Kombûna Jinan a Zenobia bi rêya kampanyayên hişyarkirina jinan li gund û bajaran hewl dide jinan ji astengiyên civakê rizgar bike” û got “Civîna Jinan a Zenobia ji bo piştgiriya manewî û madî ji jinan re û ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan xebat kir.”

Têkildarî mijarên ku meclîsê ji bo çareserkirina wan xebat kir, Mona El-Oweyd anî ziman ku piraniya pirsgirêkan bi çareserkirina pirsgirêkên malbatî, pirsgirêkên mîrasê re li gel pirsgirêkên destdirêjiyê ne û wiha got: "Em ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên jinan dixebitin.”

“Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan dimeşînin”

Xebata Kombûna Jinan a Zenobia girêdayî çareserkirina pirsgirêkên jin û malbatê yên li Dêrezorê bêyî ku serî li dadgehan bidin, hene, lê hin pirsgirêkên dijwar hene ku nayên çareserkirin.

Mona El-Oweyd amaje bi wê yekê dike ku "Yek ji zehmetiyên herî girîng ên ku em di karê xwe de pê re rû bi rû mane, di warê çareserkirina pirsgirêkên xwe de qebûlnekirina civakê ya xebata jinan e. Rêjeyeke mezin hîna xwe bi adet û kevneşopiyên kevnar ve girê dide. Lê endamên meclîsê ji bo destê alîkariyê bidin jinan bê rawestan dixebitin û tevî zehmetiyan jî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan dimeşînin; serdana malan, gotûbêjkirina bi jinên herêmê re, guhdarîkirina daxwazên wan, belavkirina reklamên hişyariyê berdewam dikin. Her wiha kombûn armanc dike ku wan teşwîq bike ku di hemû warên jiyana aborî, siyasî, çandî û heta leşkerî de pêş bikevin.