Koçberên Serêkaniyê: Dewleta tirk bingeha şerê navxweyî yê demdirêj li Sûriyeyê datîne

Koçberên kampa Serêkaniyê diyar kir ku avakirina avahiyên mêtingeriyê li herêmên ku dewleta tirk dagir kirine, gaveke talûke ye û rê li ber çareseriya aloziya Sûriyeyê digre.

RONÎDA HACÎ

Hesekê-Di alozî û şerê ku pêk tê de yên herî zor û zehmetî dikşîne jin û zarok in. Li hemberî hemû cureyên zordariyê jin bi israr berxwedanê didomînin. Serokomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan di 4`ê Gulanê de ragihand ku welatê wî amade ye projeya avahiyên mêtingeriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye; Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablus, Girê Spî û Serêkaniyê ava bike û milyonek penaberên Sûriyeyî li wan herêman bi cih bike. Têkildarî vê mijarê koçberên kampa Serêkaniyê axivîn.

Asiya Mihemed projeya avahiyên mêtingeriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û wiha anî ziman: “Ev biryar tu carî nayê qebûlkirin. Ev biryar li dijî pîvanên mirovahiyê ye, bi hezaran salan  dapîr û bapîrên me ji bo avakirina mal û milkên me kedek mezin dan, destên dayikên Serêkaniyê êş, zehmetî û keda bi salan vedibêjiin û dibin şahidên keda bi salan. Biryara avakirina avahiyên mêtingeriyê sûceke li dijî keda mirovan e. Dewleta tirk a dagirker bi çi heqê tê biryarek bi vî rengî dide, em xwediyên vê axê ne, em xwediyên Serêkaniyê ne, em qebûl nakin bi rehetî kes were ser keda me rûnê. Em xwediyên kedê di bin konan de li ber xwe didin, di nava şert û mercên zehmet û paşguhkirina rêxistinên mirovî hemû cureyên zehmetiyê dikşînin, zarokên me nexweş dikevin. Çima rêxistnên mirovî dengê xwe nakin, fikrandina li ser berjewendiyan wijdanê wan tune kiriye, çavên wan kor kiriye. Em vê bêdengiyê şermezar dikin û dixwazin dewleta tirk were cezakirin û xaka me ji me were rizgarkirin. Îro berxwedaniya me di kampê de ji bo armanca vegera Serêkaniyê ye.”

“Dewleta tirk siyasetên xwe yên faşîst û nijadperest li dijî gelan pêk tîne”

Bedriya Mihemed da zanîn ku projeya avahiyên mêtingeriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komployek li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û wiha got: “Ev biryar berdewama komploya 1999’an e, ew planên xwe yên ku dan destpêkirin bi êrîşên li ser Serêkaniyê niha di vê biryarê de berdewam dikin. Dixwazin dîrok, çand, nasname û hebûna me tune bibe û I gorî xwe dîrokek nû bidin avakirin. Projeya Neteweya Demokratîk ku hemû kesan di nava xwe de hembêz dike bi vê biryarê dixwazin têk bibin. Lê bila baş bizanibin ked û berxwedaniya ku bi xwînê hat meşandin tu carî nayê windakirin, dîrok dê binvisîne ku çawa dayikan ji bo xaka xwe zarokên xwe feda kirine. Serêkaniyê warê dayik û bavên me ye, ji mafê me ye em lê bijîn ji ber ku bi keda me hatiye avakirin. Ne ji mafê kesê ye li ser keda kesê din xwe bi cih bike û bide jiyîn. Em xwedî felsefeyê ne bi wê felsefeyê em ê li ber xwe bidin û dagirkeriyê têk bibin.”

Bedriya Mihemed di berdewama axaftina xwe de wiha bi lêv kir: “Dewletên cîhanê û Tirkiyeyê di vê dawiyê de li ser guhertina demografiya herêmê li hev kirine. Lê armanca sereke aborî ye. Tirkiye bi riya destdanîna ser berhemên gelan dixwaze aboriya xwe bi pêş bixe. Tiştê ku dewleta tirk li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriye Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî dike, amadekirina zemîna şerê navxweyî yê demdirêj li Sûriyê ye.”

Koçberan bang li NY û Meclisa Ewlehiyê kirin ku siyaset û sûcên dewleta tirk a dagirker rawestînin û dan zanîn ku armanc dike demografiya herêmên dagirkirî biguherîne.