Kevneşopiya paşverû: Zewaca bi berdêl

Jinên li Idlibê yên di bin dagirkeriyê de dijîn, li gel rastiya dagirkeriyê rastî kevneşopiya paşverû ya zewaca bi berdêl ango zewaca bi qelen tên. Ev rastiya ku bi awayek berbelav li Idlibê tê jiyîn, rastiya bindestiyê ya jinên li Idlibê radixe ber çavan

HEDÎL EL-OMER

Idlib – Zewaca berdêl di nav hin civakên herêmî yên Idlibê de berbelav e û ji ber rewşa civakî û aborî ya li herêmê gelek jin dibin qurbaniyên vê zewacê. Amareke fermî û rast derbarê hejmara kesên ku ev zewac pêk anîne li Idlibê tune ye. Çalakvanan piştrast kirin ku belavbûna vê cureyê zewacê ji ber şert û mercên ku xelk û malbat tê re derbas dibin e ji ber ku nikarin lêçûnên zewacê yên giran ragirin, ji ber vê yekê berê xwe didin zewaca berdêlî.

"Ez bûm qurbaniya vê zewaca ku min ji her sê zarokên min veqetand"

Renda El-Silêman a 28 salî,  ya weke berdêla birayê xwe hatibû zewicandin piştî 5 salên li ser zewacê ji ber ku birayê wê hevjîna xwe berda, mêrê ku bi Renda re zewiciye bêyî sedem û hicet wê berdide û nahêle ku ew zarokên xwe bibîne, wê ji sê zarokên wê dûr dixe.

Renda El-Silêman got ku haya wê ji metirsiyên vê zewacê tune bû û wiha pê de çû: "Malbata min li ser min ferz kir ku min bi xortê ku birayê min dixwaze bi xwişka wî re bizewice bizewicînin da ku her du alî qelen nedin. Ez bûm qurbaniya vê zewaca ku min ji her sê zarokêm min veqetand û hişt ku ez di nav civakek bêrehm de bibim jineke berdayî. Malbata min û birayê min, ku rola herî mezin di wêrankirina jiyana min de hebû, nemaze piştî ku wan red kir ku zarokên min bên serdana min. Ev 4 meh in min zarokên xwe nedîtiye."

"Malbata min ji min re digot ev hevjînê te ye û ger çawa be jî divê ti wî tehmûl bike"

Şeyma El-Teyfûr jî diyar kir ku di bin navê zewaca berdêlî de ew bi darê zorê bi mêrekî 15 sal jê mezintir ku berê zewicî ye û du zarokên wî hene, zewicî û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Di berdêla zewaca birayê min bi xwişka hevjînê min re, di bin zexta malbata xwe de neçar mam vê zewacê bikim. Cûdahiya mezin a temenî di navbera min û hevjînê min de, ji bilî rewşa wî ya civakî, bûn sedema gelek pirsgirêkên malbatî û zewacî ji min re. Her wiha hevjînê min şîdet li min dikir. Dema min ji malbata xwe re digot hevjînê min tundiyê li min dike wan ji min re digotin 'ev hevjînê te ye û ger çawa be jî divê ti wî tehmûl bike'. Jin di nava civakê de, ti mafên wê nîne."

"Jin ji mafên xwe yên rewa yên zewacê bêpar in"

Şêwirmenda derûnî û civakî, Howeyda Arefa ya 38 salî anî ziman ku belavbûna zewaca berdêlî li Idlibê ne nû ye, lê ji ber şerê Sûriyê û rewşa aborî, civakî û çandî ew zêde bûye û wiha axivî: "Gelek pirsgirêkên cidî yên derûnî û civakî ji bo jinên ku dibin qurbaniyên van zewacan derdikevin holê, bi taybetî jî binpêkirina mafên jinan. jin ji mafên xwe yên rewa yên zewacê bêpar in, nemaze di nebûna qanûn û rêzikên ku jinan li Idlibê diparêzin. Hişmendiya civakî di sînordarkirina van zewacan de, bi rêya diyarkirina xeterî û bandorên neyînî yên li ser civakê û pirsgirêkên malbatî û civakî yên pê re, rol dilîze. "