Perwîn Yûsif pirsên me yên li ser erk û rola Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser bersivand

Endama Rêveberiya Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Perwîn Yûsif der barê avakirin, armanc, erk û rola koordînasyona jinan de axivî.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo - Koordînasyona jinan saziyeke rêxistinî ye ku bi pirsgirêkên jinan re di nava herêmên Rêveberiya Xweser de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mijûl dibe. Her wiha bi kar û barên jinan û çareserkirina pirsgirêkên wan re eleqedar e û bi hişyarî, birêxistinkirin û bihêzkirina wan bi her awayî ji bo rola xwe di nava Rêveberiya Xweser de cih bigre di heman demê de xurtkirina prensîba edaleta civakî dixebite. Ji bo ku em bêtir avakirin, armanc, erk û rola koordînasyona jin a di nava Rêveberiya Xweser de nas bikin, endama rêveberiya koordînasyona jinan a Herêma Cizîrê Perwîn Yûsif ji ajansa me re axivî.

Koordînasyona jinan di Rêveberiya Xweser de kengê çawa û çima hatiye damezrandin?

Ji destpêka damezrandina Rêveberiya Xweser ve li Herêma Cizîrê di sala 2014’an de, pê re jî koordînasyona jinan hat avakirin. Belê bi rengê xwe yê fermî di sala 2015’an de îlan bû. Destpêkê bi navê kanton dihat nasîn, paşê her ku Rêveberiya Xweser dihat mezinkirin pê re koordînasyona jinan jî di milê sîstem, hevgirtin û zagonên xwe de mezin û berfireh dibû. Li gorî hemû rewşên ku jin tê re derbas bû, me pêwîstî bi avakirina koordînasyona jinan dît ku jin bêtir bikaribin xwedî li hev derkevin û bibin hêzeke mezin. Armanc ji avakirina vê koordînasyonê ew e ku em bikaribin xwedî li jinên di Rêveberiya Xweser, deste û saziyên heyî de cihê xwe digrin derkevin û di milê îdarî û pîşeyî de xurt bibin. Her wiha ji bo bi rehetî nêrînên wan esas werin girtin, ev girîng e. Ji ber em di nav civakek wisa de mezin bûn ku nêrîna jinan esas nedihat girtin. Ji bo xwedîderketina li ked û mafên jinan, Rêveberiya xweser sîstema hevserokatiyê esas girt û li ser vê babetê xebat da meşandin. Bêguman ev tecrubeyeke nû ye di Rojhilata Navîn de. Bêguman bi demê re dezgeh û saziyên jinan ji bo xurtkirina aliyê xweser hatin avakirin û niha jî bi rengekî sîstematîk ji hêla jinan ve tên meşandin.

Xebata sereke ya koordînasyona jin çi ye û ji çi pêk tê?

Kar û xebata koordînasyonê di Rêveberiya Xweser de ya sereke perwerdekirina jinan e, akademiyek taybet bi navê Şehîd Nalîn Mûş heye ku hemû karkerên jin ên ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser de tê de cih digirin tên perwerdekirin bi şeklekî dewreyî. Her wiha ji erkên me ye ku em pirsgirêkên jinan di nava Rêveberiya Xweser de çareser bikin û rê nedin tu kesê ku ji qîmeta wan kêm bike çi di kar de be û çi jî standina biryaran ji ber ku ev karekî xweser e. Koordînasyona jinan di heman wextê de giraniyê dide milê diplomasî bê çawa têkiliyek xurt bi tevahî rêxistinên jinan ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebat dikin re bide avakirin. Di heman wextî de, projeyên ku tên derxistin ji milê deste û ofîsên jinan, ji milê koordînasyonê ve tên şopandin, nirxandin û car caran jî nêrîna xwe der barê wan diyar dikin. Em dikarin vê bibêjin ku çi kar û xebatên girêdayî jinan hebin, koordînasyona jinan eleqedar dike.

Koordînasyona jinan di nava sazî û rêxistinên Rêveberiya Xweser de rola xwe çawa lîst û heta çi radeyê dikaribû xwe bigihîjîne jinan?

Di her desteyê de komîteyek an jî ofîseke jinan heye wekî mudûriyet tê meşandin, di van komîteyan de jî heman xebatên perwerdekirin û çareserkirina pirsgirêkên jinan tên birêvebirin. Her wiha plansaziya di nav civakê de derdikevin çi di milê hişyariya jinan û çi jî beşdarbûna bi proje û hemleyên ku rêxistinên jinan pê radibin. Koordînasyona jinan di Rêveberiya Xweser her dem hewl dide tevli hemû xebatên jinan di nav asaziyên Rêveberiya Xweser û di nava civakê de jî bibe û piştgiriya wan bike. Hêjayî gotinê ye ku di sîstema Rêveberiya Xweser de her jinek cihê xwe di bin sîwana Rêveberiya Xweser de digre, endama koordînasyona jinan e.

Destkeftiyên herî girîng ên koordînasyonê ji dema hatiye avakirin ve heta niha çi ne?

Pirojeya herî girîng ku cihê pîroziyê ye, zagonên jin in ên di 2015’an de hatin erêkirin, gava yekê erêkirina zagonên ku dikevin bin xizmeta mafê jinê ye. Teqez ev qanûn jî bi riya zorê nayê ferzkirin, belê bi riya parvekirina bi civakê re, şîrovekirina girîngiya van zagonan û belavkirina hişyariyê di nav wan de. Gelek xal di qanûnên jin de hene pêwîste werin şîrovekirin û bibin çandek di nav civakê de, Koordînasyona Jinan jî ji bo pêkanîna vê yekê her çiqas di nav gel de ye. Ofîsên jin jî di nav pirojeyên xwe yên salane de bi taybet ji bo jinan heta du pirojeyên jin hene ku Desteya Jin jî li ser disekine.

Zehmetiyên herî girîng ên endamên Koordînasyonê çi ne û çawa têne derbaskirin?

Gelek zehmetiyên jinan di Rêveberiya Xweser de hene, bi taybetî di vê rewşa niha em dijîn, rewşa şer û zehmetiyên jiyanê bi hemû şeklê xwe. Bêguman di vê pêvajoyê de ku ji berbanga sibehê heta dereng kar dike ji bilî alîkariya di rewşên awarte de ku karê xwe di ser her tiştê din de dibîne û pir diweste. Di heman demê de jin rastî hişmendiya zilam a neqebûlkirina wan di nav xebatan de hin caran tên. Her wiha di nav herêmên pêkhateyên Ereb de zehmetî tên kişandin, ji ber ku rê li pêşiya jinan nayê vekirin. Bi giştî em dikarin bibêjin ku zehmetî li her deverê rû didin lê belê bi demê re û bi kar û xebatan re ev zehmetî kêm dibin, ji ber tiştên ku îsal rû didin ne weke yên sala borî ne. Em bi teqezî vê dibêjin ku bi rastî jî koordînasyona jinan bûye hêviyek ji bo tevahî jinên karker ên cihê xwe di bin sîwana Rêveberiya Xweser de digrin. Bêguman zilamek nikare hişmendiya xwe li ser jinek ferz bike û neheqiyê lê bike di saziyan de ji ber ku dizane koordînasyona jinan heye û dê xwedî li van jinan derkeve. Helbet jin jî xwe bêdeng nake, ev jî dihêle ku ev kêmasî û zehmetî roj bi roj kêm bibin û hilweşin, em bi rengekî erênî li vê yekê dinêrin û dibînin çawa hevserokê mêr bi hevseroka jin re kar dide meşandin ji ber êdî ev bûye çandek û gere were rûniştandin.

Piştî pesendkirina zagona sîstema navxweyî ya koordînasyonê çi guhertin an pêşketin di karê koordînasyonê de çêbûn?

Sîstema me destpêkê li ser asta herêma Cizîrê hat erêkkirin, paşê jî veguherî asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Jixwe di sîstema Rêveberiya Xweser di ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, koordînasyona jinan bûye beşeke sereke ji Rêveberiya Xweser re ku lêvegera jinan di wir de koordînasyonek bi dereceya yekemîn. Qezenceke mezin bû ji bo koordînasyona jinan ku hevgirtinê di navbera hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê de ava bike tevî herêmên rizgarkirî jî. Bi riya qanûnê jî dê hişmendî were guhertin û serkeftinên hîn mezintir werin bidestxistin.

Xebatên herî girîng û plasaziyên pêşerojê ku koordînasyon dixwaze bike çi ne?

Di nav karên Rêveberiya Xweser de, weke stratejîk armanca me ew e ku zagonên jinan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin erêkirin û bidin jiyîn. Ji ber ku heta roja îro tenê li Herêma Cizîrê û Firatê hatiye erêkirin. Ev sê sal in em zemînek jê re çêdikin û bi gel didin nasîn da ku ew jî baş bizanibin û bibin alîkar di vî warî de. Di heman wextê de em hewl dibin hemû desteyên xwe bi sazî û ofîsan re veguherînin sîstema hevserokatiyê ji ber heta niha hin cih hene ku ev sîstem tê de nehatiye pêkanîn. Her wiha dê projeyên me ji bo xwedîderketina li jinan berdewam bikin, gelek jinên ku hewceyî alîkariyê ne hene û gere em xwedî li wan derkevin. Ev yek jî bi riya avakirina projeyên tendirustiyê ku navendên penceşêra singê û wîladeta bi ewle werin avakirin. Bêguman di plana me de û di rojên pêş de dê hewldanên pêkanîna wan werin kirin.