Kesên rizgarbûyî behsa hovîtiya li dijî sivîlan li Taizê kirin

Di bin bandora dorpêç û bombebaranê de, kesên ku bûne şahid behsa hovîtiyên li Taizê kirin. Şahidan diyar kir ku Hûsî her roj kiryarên hovane li dijî sivîlan didomînin.

Kesên rizgarbûyî behsa hovîtiya li dijî sivîlan li Taizê kirin

RANYA EBDULLAH

Yemen – Di bin siya dorpêç û bombebarana bêserûber de, sivîlên li bajarê Taizê yê Yemenê rastî karesateke mirovî ya rojane tên. Bi gulebarana bêserûber a Hûsiyan tên kuştin û li dijî van kiryaran raya giştî ya navnetewî bêdeng e.

Radiya Ebdul-Reqîb ne kesa yekem ne jî dawî bû. Bi bombebarana bêserûber a ku Hûsî li dijî sivîlan li bajarê Taizê li başûrê rojavayê Yemenê bû hedef. Di dawiya meha Cotmehê de, Radiya di dema çêrandina pez de li gundê El-Dabab bi êrîşek ji destê xswe birîndar bû.

Radiya diyar dike ku ew rasterast hatiye hedefgirtin lê bi mucîze ji mirinê rizgar bûye û dibêje ku dema gihîştiye nexweşxaneyê tiliya destê wê hatiye jêkirin. Radiya Ebdul Raqîb wiha dibêje: "Ez di nava zeviyê de bûm, Hûsiyan, ji aliyê din ê zeviyê rasterast gule berdan aliyê min. Em di mala û axa xwe de ne, Hûsî li çi digerin? Bi hinceta ku ez endama hêzên berxwedanê me min hedef girtin.”

Herêmên gundewarî yên li bajarê Taiz ku gelek qelebalix in, rastî bombebarana bêserûber tên û ji bo xelkê wan zehmet e ku koçber bibin an jî ji wir birevin.

Vebijêrka mayîn û devjêberdanê

Xewn û xeyala herî mezin a jina ciwan a 20 salî Emal Kemal ku dayîka du zarokan e, ew bû ku vegere jiyana xwe piştî ku ji pişta xwe bi guleyên Hûsiyan birîndar bû. Emal Kemal a ku çermehî ducanî bû ji ber êrîşê pitika xwe winda kir.

Emal Kemal a li nexweşxaneyê dimîne dibêje: "Em li gundê xwe dorpêçkirî ne û ji ber berdewamiya bombebaranan em nikarin ji malên xwe derkevin an jî jiyana xwe ya rojane bimeşînin. Dema ku neçar bûm ji bo anîna avê derkevim pêşiya malê, pêşî ji lingê xwe de birîndar bûm paşê ji pişta xwe."

Raporek ku ji aliyê Navenda Mafên Mirovan ya Taizê ve hatine weşandin, eşkere kir ku Hûsiyan di meha Cotmeha borî de nêzî hezar û 444 tawan û binpêkirin li dijî sivîl û milkên sivîlan li Taizê pêk anîne. Di raporê de hat diyarkirin ku 54 sivîl hatine kuştin, di navbera wan de 19 zarok û 13 jin hene. Ligel birîndarbûna 147 kesan ku di nav de 49 zarok û 42 jin hene, 166 bûyerên sivîl jî hatine revandin.

Di raporê de li serdegirtin û talankirina 374 malan, wêrankirina 9 malan bi temamî û 255 malan bi rengekî qismî hat belgekirin. Her wiha êrîşa li ser 121 saziyên perwerdeyê û 190 mizgeftan, wêrankirina 11 sazgehên tenduristiyê û desteserkirina 120 sazgehên din jî di raporê de cih girtin.

Tawanên berdewam

Çalakvana civakî Dalya Mihemed ku di warê şopandin û belgekirinê de dixebite got: "Bajarê Taizê ji sala 2015'an ve heta niha rastî tawanên herî hov tê. Vê dawiyê, bi taybetî ji meha Îlonê ve heta niha binpêkirinên ku ji aliyê Hûsiyan ve tên kirin zêdetir bûne û hovîtiya wan gihîştiye asta hovîtiyê. Ew baweriyê bi tu projeyeke ku jiyanê tîne naynin, hemû kar û projeyên wan kuştin û wêranî ne."

Dalya Mihemed diyar kir ku di mehên Îlon û Cotmeha 2026'an de tawanên Hûsiyan berfireh bûne û hemû gund û taxên Taizê girtien bin kontrola xwe, li wir gelek malbat hene ku bi darê zorê hatine koçberkirin û derxistin. Dalya got: "Ew bi şev hatine koçberkirin û hinek ji wan tazî û bê pêlav derketine. Îro li Taizê tu cihekî ewle tune ye ku pêşwaziya sivîlan bike."

Gelek bûyerên nehatine belgekirin hene

Dalya Mihemed tekez kir ku amarên sivîlên hatine kuştin bi wan halên ku çavdêr gihîştine wan an jî rakirine nexweşxaneyan sînorkirî ne û da xuyakirin ku binpêkirinên nehatine belgekirin ji ber dorpêçê di bin rewşeke mirovî ya ku her diçe xirabtir dibe û qelebalixbûna nexweşxaneyan bi birîndaran re hene.

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.