Karwana 5’an bi 382 malbatan ber bi gundên Serêkaniyê ve çû

Piştî 7 salên li koçberiyê jinên ku vegeriyan warên xwe, kêfxweşiya xwe ya ji ber vegera malên xwe anîn ziman û tekez kirin ku ew dixwazin ewlehî ji wan û zarokên wan re bê peydakirin.

Hesekê- Îro  karwana 5’an a ji 382 malbatên koçberên Serêkaniyê pêk tê, ber bi gundên girêdayî Serêkaniyê ve çû. Ev karwan di çarçoveya hewldanên vegera koçberan a ji bo warên xwe de tê. Piştî salên dirêj ên koçberiyê, xelk vedigere ser axa xwe. Jinên ku vedigerin, diyar kirin tevî ku gelek ji malên wan hatine wêrankirin, ev gav pêkanîna xewnekê ye ku demeke dirêj li benda wê bûne.

‘Xebatek ji bo valakirina navenda bajêr tê kirin’

Endama Komîteya Koçberên Serêkaniyê Zehra Semû, tekez kir ku xebatên wan ji bo vegera bi ewle ya koçberan didomin. Zehra Semû destnîşan kir ku niha xebat ji bo vala kirina navenda bajêr tê kirin da ku rê li pêşiya vegera şêniyên wê yên resen bê vekirin. Wê diyar kir armanca wan ew e ku her koçber vegere mala xwe û bajarê xwe û êşa koçberiyê ya ku bi salan dom kiriye, bi dawî bibe.

Piştî salên bendewariyê vegera ji bo warên xwe

Koçber Meryem Elî kêfxweşiya xwe ya ji ber vegera malê anî ziman û destnîşan kir ku malbata wê ev 7 sal in di bin êş û zehmetiyên koçberiyê de dijî û ji bo vegera bi ewle liberxwe daye.

Meryem Elî diyar kir ji ber ku dê vegerin malên xwe îro gelek kêfxweş in. Wê tekez kir ku daxwaza wan a bingehîn ew e ku ewlehî ji wan û zarokên wan re bê peydakirin, da ku bikaribin li ser axa xwe bi aramî bijîn. Meryem Elî hêvî û bendewariyên xwe wiha vegot: “Hêviya me  ew e ku hemû koçber vegerin malên xwe û dosyaya koçberiyê bi dawî bibe, da ku her koçber bikaribe vegere bajar an gundê xwe û jiyana xwe ji nû ve ava bike.”

‘Ev demek dirêj e li hêviya vê rojê bûm’

Koçber Şêxa Îsmaîl vegera warê xwe wekî rojeke dîrokî binav kir û got ku ew demeke dirêj li benda vê rojê bûye. Şêxa Îsmaîl ragihand ku mala wê hatiye wêrankirin û ew ê neçar bimîne ku li ser axa xwe konê xwe ava bike. Lê belê, wê tekez kir ku ya ji hemû tiştî girîngtir e vegera wan bo warê xwe ye û xwest ku vegera wan bi ewle be.

Malbat hêvî dikin ku vegera wan bibe destpêka jiyaneke nû li ser axa xwe û şertên ewlehiyê yên ji bo vegereke bi ewle û aram ji hemû koçberan re bên peydakirin. Ji 14 hezar malbatên koçber heya niha 2 hezar malbat vegeriyane gund û malên xwe.