“Jiyana li ser xeta sînorê Tirkiyeyê bi xeter e”

Jinên ji gundê Meheta Kevin ê bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku malên wan li ser xeta sînorê Tirkiyeyê ne dibêjin ku jiyana li ser xeta sînor bi xeter e her wiha teqez kirin ku dewletên cîhanê hevkarên kiryarên hovane yên dewleta tirk in.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- kiryarên dewleta tirk û siyaseta wê ya qirker, di heman demê de êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Bi taybetî di van demên dawî de, armanca wê ya sereke bûye hedefgirtina sivîlan li herêmên Kurdistanê. Di heman demê de ji ber êrîşên li ser xetên sînorî wekî Eyn Îsa û gundewarên Til Temirê, şêniyên li ser xetên sînorî yên din jî heman êş û xeteriyê dikişînin û dibêjin ku dewleta tirk cudahiyê naxe navbera sivîl û leşkeran, her kesê hedef digre bi taybetî yên li ser sînor. Der barê vê mijarê de, Behiya Sebrî û Hediya Muhemed Şerîf ji gundê Meheta Kevin ê bajarê Qamişlo- bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li ser xeta sînorê Tirkiyeyê ye ji ajansa me re axivîn.

“Em li ser xeta sînorê Tirkiyê ne balafirên keşfê nahêlin em bi aramî razên”

Hediya Muhemed Şerîf ji gundê Mehetê yê li ser xeta sînorê di navbera bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriye û Tirkiyeyê de ye behsa metirsiya li ser jiyana xwe dike ku li ser sînorê Tirkiyeyê dimînin û wiha dibêje: “Mala me li ser xeta sînorê Tirkiyeyê ye, ji bo vê yekê jiyana me di xeter û metirsiyê de ye. Em gundî û sivîl in, tiştekî dewleta tirk bi me re tune ye, dîsa jî jin û zarok jê re ferq nakin û her kesê dike hedef û hovîtiyê dike. Gelê kurd aramî û aştiyê ji her kese re dixwaze lê mixabin em vê yekê li aliyê din nabînin. Rojane balafirên keşfê yên dewleta tirk li ser serê me digerin, armanca wan jî ew e ku tirsê bikin dilê welatiyan, şerekî taybet bidin avakirin û di encamê de em ji axa xwe birevin.”

“Tehdîd dike û dûre êrîşî me dike”

Hediya Muhemed Şerîf dibêje ku dewleta tirk gel bi şer tehdîd dike û van tehdîdan pêk tîne û wiha bi dawî dike: “Bêguman ne tenê em vê xeterê dijîn, dewleta tirk rojane me tehdît dike êrîşî me dike û vê yekê pêk jî tîne. Em dibînin çawa li Kobanê êrîşên hov pêk anîn û di encamê de sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha Şengalê bi balafiran bombebaran dike û di heman demê de li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşan dike û sivîlan dike hedef. Her çiqas dewleta tirk van kiryarên xwe berdewam  jî bike, em ji welatê xwe dernakevin, em li ser vê axê mezin bûne, tiştekî dewleta tirk li ser erdê me tune ye. Bi îradeya xurt û baweriya bi fikrên rast, mirov digihîje armanca xwe û serkeftin dê her para me be.”

“Dewleta tirk 3 bajarên me dagir kirin lê hê çavên wê têr nebûne hewl dide cihên din jî dagir bike”

Her wiha welatiya ji heman gundî Behiya Sebrî ku mala wê li ser xeta sînorê Tirkiyeyê ye der barê êrîşên dewleta tirk û hedefgirtina xeta sînor de wiha got: “Dewleta tirk êrîşên xwe li ser Kurdistanê zêde kiriye û bi taybetî jî li ser Rojavayê Kurdistanê û xetên wê yên sînorî. Dewleta tirk 3 bajarên me dagir kiriye û hê jî tîna wê nehatiye şikandin. Dixwaze bajarekî din bibe da ku bike wekî tabûrekî leşkerî. Dawî li xewn û xeyalên Erdogan nayê, dixwaze her bajarî bixe bin destên xwe. Di vê hêlê de ev pirs tê serê min; gelo dewleta tirk dixwaze Rojhilata Navîn bi giştî bide ber xwe, li Yemen, Misir û Iraqê jî tabûrên leşkerî ava bike? Erdogan dixwaze ji her welatî parçeyek dagir bike da ku ehdê Osmaniyan nûjen bike.”

“Dewleta tirk bi eşkerayî her tişt dike lê dewletên cîhanê hemû bêdeng in”           

Behiya Sebrî teqez kir ku dewletên cîhanê hevkarên kiryarên dewleta tirk û wiha domand: “Cîhan ji van hemû kiryarên berbiçav bêdeng e, em bi baweriyeke mezin û bi dengekî bilind dibêjin ku cîhan hevkarê kiryarên dewleta tirk e. Dewleta tirk endamê NATO’yê ye, bi riya vê endamtiyê tîcareta xwe ya çek û cebilxaneyan dike û li ser gelên herjar ên wek e me dide bikaranîn. Li cebheyên şer têk çûye, nikare di meydanan de bikeve şer.”

Kurd hebûn Hurd tune bûn!

Behiya Sebrî bal  kişand ser girîngiya yekrêziya Kurdî di vê dema hesas de û wiha pêde çû: “Yekrêziya Kurdan, yekhelwesta li hemberî dijmin ji her dema borî girîngtir e. Îro dijminê me bi teknîkeke herî xurt di dirêjahiya ehdê Osmaniyan de li hemberî me disekine. Dewleta tirk eşkere tîne ziman ku dê di dîrokê de were nivîsandin “Kurd hebûn, Kurd tune bûn”, ger em wekî kurd li ser asta tevahî Kurdistanê yekitiya xwe ava nekin dê dawiyê li me bîne. Em bi hêvî ne ku tu kes ji dijmin re nebe dest û dûv, xêra Kurdistanê têra her kesê dike û em ne bi xêra dewleta tirk in ku bi para me bikire û li hemberî xwişk û birayên me yên kurd bide şuxulandin. Ger em bibin yek, dijminê me dê bihele, bi hêza xwe em dikarin li hemberî NATO’yê jî bisekinin û em di wê baweriyê de ne ku îradeya me têrê dike.”

“Nebin dest û dûv ji dijmin re”

Behiya Sebrî bang li partiyên Kurdan kir ku nebin dest û çavên dijmin li hemberî xwişk û birayên xwe yên Kurd û wiha bi dawî kir: “Sekna me ew sekn e, çavên me nayên şikandin û em ê xwedî li ax, zarok û şehîdên xwe derkevin. Wekî malbatên şehîdan jî banga me ji bo partiyan ew e ku destên xwe bidin destên me di vî şerê dijwar de, dostên me bin ne neyarên me.”