"Jina xwedî îrade ger ku koçber be jî dikare rolê pêşengiyê bilîze"

Hacer Nasîf a ji bajarê İdlibê koçberî Minbicê bûye cihê xwe di Partiya Sûriyeya Pêşerojê de digire, biryar da ku nebe qurbaniya şer, li ser rêya aştiyê bimeşe û li şûna teslîmbûnê roleke girîng di civakê de bilîze.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic – Gelê Sûriyê di salên dawiyê de trajediyek jiyan kirin ku ji ewlekarî, aramî û hemû xwenên xwe bê par man. Gelek jinên di van rewşên aloz de bêhîvî nebûn û biryan dan ku rabin ser piyan da ku bibin nimûne ji xelkên bajarên xwe re jî hene. Yek ji wan jî Hacer Nasîf a ji bajarê Îdlibê kuçberî bajarê Minbicê bûye û cihê xwe di Meclisa Îdlibê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê ku li Minbicê tê rêvebirin de digire ye.

"Nebûna ewlehî û aramiyê hişt ku em ji bajarê xwe koçber bibin"

Hacer Nasîf a 30 salî şert û mercên dijwar ên li Idlibê jiyaye ku bûne sedema koçberiya wan bi bîr anî û wiha got: "Bajarê me rastî gelek şeran hatiye. Krîza aborî û nebûna xizmetguzarî û derfetên kar bûn sedem ku em ji bajarê xwe koçber bibin. Ji ber şer û pevçûnan me di rewşeke bêewlehî û aramî de jiyan dikir û rojane jin rastî revandin, qetilkirin û tecawizê dihatin. Di sala 2013'an de em çûn bajarê Efrînê, me dest bi jiyaneke nû kir û me malek ava kir û zarokên xwe şandin dibistanan, lê ev yek jî dirêj nekişand, ji ber ku tirkiyê ewlekariya Efrînê binpê kir û xelkê wê koçber kir û em jî di nav koçberên Efrînê de yên ku ber bi Til Rifatê ve çûn bûn, lê rewşa Til Rifat ne baş bû, ji ber ku rêjîm ewlehiya wê binpê dike û tirkiyê jî her tim wê bombebaran dike."

"Tişta ku min di jiyana xwe ya koçberiyê de dît hişt ku ez tevlî vê xebatê bibim"

Hacer Nasîf anî ziman ku ew di sala 2019'an de ber bi Minbicê ve çûn û wiha domand: "Ne hêsan e ku her car tu ji cihekî koçberî cihekî din bibe û her ku tu dest bi avakirina jiyanke nû dikî, tu her tiştî li pey xwe dihêlî û koçberî cihekî din dibe, lê tevî vê yekê jî dema ku em hatin bajarê Minbicê, me ji sifirê dest bi avakirina xwe û mala xwe û qeydkirina zarokên xwe li dibistanê kir. Tişta ku min di jiyana xwe ya koçberî û şer de dît, hişt ku ez bibim endama Partiya Sûriyeya Pêşerojê, ku bingeheke girseyî ji xwe re esas digire, bêyî ku ti pêkhate ji xwe dûr bixe û garantîkirina mafên hemû gelên li Sûriyê û mafên jinan ji xwe re kir bingeh."

"Min biryar da ku li şûna teslîmbûnê rola xwe di avakirina civakê de bigirim"

Hacer Nasîf da zanîn ku piştî ew tevlî Partiya Sûriyeya Pêşerojê bû xwe di aliyê siyasî de pêş xist û wiha lê zêde kir: "Niha Idlibê di bin destê komên çete de ye û tu hêviyek tune ku di demek nêzîk de dawî li vê rewşê were, lewra min biryar da ku li şûna teslîmbûnê rola xwe bigirim. Jina xwedî îrade ger ku koçber be jî dikare her rolê bilîze. Partiya Sûriyeya Pêşerojê gelê Idlibê di nav xwe de dihewîne, partî ya hemû gelê Sûriyê ye, her endam nûnertiya gel, bajar û pêkhateya xwe dike. Partiya Sûriyeya Pêşerojê hewl dide ku li hemû bajarên Sûriyeyê ofîsên xwe veke."