Faten El-Ghazo: Xebata bi dilxwazî ji bo jin û zarokên Urdunê çirûska hêviyê ye

Seroka Komeleya Sondos El-Axdar a çandî, Faten El-Ghazo, got ku karê xêrxwaziyê ji bo gelek jin û zarokan çirûskek hêviyê ye, nemaze li deverên dûr ku rê û rêbazên kêfxweşiyê, bihêzkirin û perwerdeya jinan lê tune ne girîngî û bandora xebatan zêdetir e.

SURA AL-DOMOUR

Urdun- Seroka Komeleya Sondos El-Axdar a çandî, Faten El-Ghazo, teqezî li ser pêwîstiya bihêzkirina jinan li deverên dûr kir û da zanîn ku divê xebat ji bo afirandina binesaziyek ji bo pêşxistina karûbarên perwerdeyê ji bo jinan û peydakirina cihên şahiyê ji zarokan re li gorî hewcedariyên wan bên kirin. Her wiha got ku di vê tunebûna xizmetguzariyên ku pêdiviya wan bi hevgirtina civakê û piştgiriya rayedarên pêwendîdar heye de girîngiya vê yekê zêdetir e.

Têkildarî fikra avakirina komxebata Sondos El-Axdar a çandî ku beriya deh salan dest pê kir, Seroka Komeleya Sondos El-Axdar a çandî, nivîskar û çalakvana xebatên xwebexş û xêrxwaziyê Faten El-Ghazo ji ajansa me re  wiha got: "Min bi riya zewaca xwe ya li Walîtiya Ajloûnê rewşa jinên li herêmên dûr dijîn dît. Gundê ku ez tê de jiyam hêmanên herî sade yên xweşiyê yan jî pêşxistina meylên afirîner û hunerî yên jinên civaka herêmê tune bûn ku di demek kin de vê fikrê riya xwe dît."

“Karê xizmetguzariyê nirxên xebata civakî, çandî û rewşenbîriyê bilindtir dike”

Faten El-Ghazo diyar kir ku karê dilxwazî û xizmetguzariyê yê ku li ser bingeha cihêrengiya bi armanc û stratejiyan rabûye, nirxên xebata civakî, çandî û rewşenbîrî dewlemend dike, nirxên civakî bilind dike û dihêle ku gelek jin lezê bidin pêşxistina jêhatîbûn û meyla afirîneriyê bi awayekî ku bi kêrî xwe û civakên xwe tên.

Der barê gundê Helawa, yê ku Faten El-Ghazo lê dijî, di kûrahiya parêzgeha Ajloûnê de ye de jî diyar kir ku tevî sadebûna wê di warê xizmetguzarî û binesaziyê de, ew xwedan xwezayek taybet e. Ji ber ku piraniya niştecihên wê di karên çandiniyê û hikûmetê de kar dikin. Nemaze ji berk u derfet ji gundiyan re nemaye projeyên xwe yên veberhênanê pêk bînin. Ev yek jî wan neçar dike ku li derveyê walîtiyê li kar bigerin, tevî rêjeya zêde ya mirovên xwenda di nava gund de jî dîtina kar gelek zehmet e.

“Xebatên komeleyê tenê bi gundek an jî bi herêmek tenê ve sînordar nîn in”

Faten El-Ghazo di dema xebata xwe ya dilxwazî de, xwest ku çalakiyên çandî pêşkêş bike da ku aliyên afirîner ên zarokên sêwî bi pêş bixin. Wê dest bi pêşkêşkirina lîstikên şanoyê li rex cadeyan û hewşên dibistanan kir da ku dilê wan kêfxweş bike û bigihîjin nifşeke ku bikaribin li gorî pêşketinên serdemê bimeşin.

Faten El-Ghazo bal kişand ku tiştê herî xweş der barê xebatên komeleyê de ew e ku ew bi xwe ne tenê bi gundek an herêmek ve sînordar e, kar bi hevkarî digel hejmarek komeleyan tê kirin ku bigihêjin deverên cuda yên Qraliyetê yên ji bakur heya başûr. Karê komeleyê girîngî dide aliyên pîşeyî bi riya pêşkêşkirina kursên pispor ên bi çêkirina seramîk, sabûn û mûman ji madeyên xav ên herêmî re têkildar e.

Ji bo zarok û jinên hewcedar alîkariya diravî û pêdiviyên wekî din pêşkêş dike

Di ronahiya rewşên awarte yên ku ji ber pandemiya koronayê li seranserê cîhanê çêbûne û bandorê li ser civaka xwecihî kirine, Faten El-Ghazo berê xwe da hejmarek zarok û jinên hewcedar, da ku alîkariyên diravî û curbecur pêşkêş bike. Bi riya danûstandina bi hejmarek ji komeleyên xêrxwaz û dixwaz ji bo ku pêdiviyên herî hêsan ji bo jiyana minasib bi cih bînin.

Faten El-Ghazo amaje bi wê yekê kir ku komeleyê bandoreke erênî li ser jinên gund û gundên cîran kiriye, ji ber ku bi danûstandina bi kesayetiyên hunerî, medyayî û çandî re bi riya pêkanîna çend çalakiyan û organîzekirina şahiyên neteweyî û civakî, hişyarî û vebûn zêde bûye.

Faten El-Ghazo di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku pêwîstiya bihêzkirina jinan li deverên dûr û kar ji bo afirandina binesaziyek ji bo pêşxistina karûbarên rahênanê ji bo jinan û dabînkirina cihên şahiyê ji zarokan re, li gorî hewcedariyên wan be, di ronahiya nebûna xizmetguzariyan ku pêwîstî bi hevgirtina civakê û piştgiriya ji rayedarên têkildar heye ew ê hewl bidin vê yekê pêk bînin.