Ji jiyana bi tundiyê dorpêçkirî ber bi şervaniyê ve…

Selma Bêrîtan a ku di zaroktiya xwe de hat zewicandin, diyar kir ku dema hewl daye xwe bikuje rastî şervaneke YPJ’ê hatiye, ew rasthatin bûye sedem ku li jiyanê vegere û bibe şervanek û got:"Divê em jin çarenûsa ku li ser me hatiye ferzkirin qebûl nekin."

Hesekê- Şoreşa ku di 19'ê Tîrmeha 2012'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat, ne tenê ji bo parçeyek axê ya diyar an jî bi mafên qanûnî re ji jin û gelan re azadî neanî. Jinan li hemû qadên ku hatin rizgarkirin, şoreşên xwe yên şexsî pêk anîn. Ji jina ku tê paşguhkirin, rastî cudakariyê tê û tê bêîradekirin, veguherîn jinên pêşeng ên li ser lingên xwe disekinin, ji xwe bawer, ji siyasetê heta leşkerî li gelek qadan xwe ava dikin.

Di nava Şoreşa Rojava de gelek çîrokên şoreşên takekesî hene. Yek ji wan jî çîroka jiyana Selma Bêrîtan a YPJ’î ye.

Selma Bêrîtan a niha şervaneke Ereb a bi hêz û pêşeng e, bi eslê xwe ji Helebê ye lê piştî pevçûnan neçar dimîne tevî malbata xwe koçî Reqayê bibe. Li Reqayê bi desteserkirina bajêr ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve rojên bi êş û zehmet dest pê dikin. Di 14 saliya xwe de bi zordariya bavê xwe bi kesekî ji eşîra xwe ku bi temen jê gelek mezintir e re tê zewicandin. Selmaya ku di pêvajoya zewaca xwe de rastî tundî û muameleya xerab tê, behsa jiyana xwe kir.

'Zarokên keç hêjayî nirxdayînê nedihatin dîtin’

Selma Bêrîtan diyar kir ku di zarokatiya xwe de xwestiye bi hevalên xwe re li kolanan bilîze lê her dem ev daxwaz dihat redkirin, bi van gotinan tiştên jiyane vegot: “Ez dema zarok bûm li zeviyan dixebitîm. Ez her dem di nava zeviyan de difikirîm; gelo çima bavê min destûr nade ez bi hevalên xwe re bilîzim. Piştre min ji dapîra xwe pirs kir û bersiva dapîra min jî ev bû, 'bavê te dixwaze te her dem di bin stara xwe de bihêle.' Bavê min di nava zarokên keç û kuran de ferq û cudahî dikir. Ji zarokên xwe yên kur zêdetir hez dikir û qet nirx nedida keçên xwe. Bi gelemperî zarokên keç di bin zextê de bûn û destûr nedihat dayîn ku derkevin derve û bilîzin.”

'Xwest ez qedera xwe qebûl bikim'

Selma Bêrîtan, da zanîn ku malbata wê ew ji bo tiştên bijî amede kiriye û wiha got: "Min xwest derkevim derve û lîstikan bilîzim û min ji xwe re got 'xwezî ez kur bûma' Ji ber ku ger ez kur bûma, ez ê li kuçe û kolanan bi azad û rihetî bilîstama. Piştre min ev yek ji dayika xwe re jî vegot. Dayika min dixwest ez îqna bibim û qedera xwe qebûl bikim. Ji bo vê jî hewl dida min motîve bike. Bavê min her dem li dayika min dixist û herî zêde di vê mijarê de nakokiyên min zêde dibûn. Min tiştên didît bi gotina, ‘jineke ku ji mal, hevjîn û zarokên xwe re ewqas baş e, çawa rastî tundiyê tê’, lêpirsîn dikir. Min soz da ku ez rojekê bi hêz bim û destûr nedim dayika min êşê bikşîne."

Jiyana wê guherî

Selma Bêrîtan a ku di 14 saliya xwe de ji aliyê bavê xwe ve neçarê zewacê hat kirin, wiha got: “Mêrê ku ez pê re hatim zewicandin gelek ji min mezintir bû, ji eşîra me bû. Li hemberê min gelek bêwijdan bû êdî nikarîbûn tiştên dijîm qebûl bikim. Ji ber ku tu riyeke min tunebû, min xwest xwe bavêjim avê û bikujim. Dema ku ez difikirîm xwe biavêjim Çemê Firatê, jinek ji paş ve serê xwe ji wesayîdê derxist û wiha pirsî: "Tu li vir çi dikî?" ez bi dengê wê şiyar bûm û min li paş xwe nihêrî. Min ev jin nas nedikir lê min xwe nêzî wê dikir. Min jê re got 'Ez dixwazim întihar bikim.' Ez digiriyam û nikaribûm biaxivim. Di cih de ji wesayîdê peya bû, hat cem min. Ez ber bi wê ve beziyam û min xwe avêt hembêza wê, jî ji dil û can min hembêz kir. Ez ji hembêza wê ya germ bi bandor bûm û ji xwe re fikirîm ku ew min nas nake lê girîngî dide min. Ji ber ku min ew nas nekir nexwest bi wê re herim lê min jê bawer kir û biryar da ez bi wê re biçim."

'Min biryara tevlibûna YPJ'ê da'

Selma Bêrîtan tiştên ku piştre jiyane bi van gotinan vegot: “Min bir Mala Jinê. Li bedena min nihêrîn jixwe li her derê şopên lêdanê hebûn. Ji min pirs kirin, ‘Kê vê yekê bi te kiriye?’, min jî got hevjînê min vê yekê bi min kiriye. Hevalek bi navê Rojda hat û bi min re mijûl bû, xwest ez li ser piyên xwe bisekinim. Xwest ez tevli xebatan bibim û jiyana xwe berdewam bikim. Min jî got ez dixwazim bibim wekî wan. Piştî demek dîtin ku biryara min zelal e, rojekê ji min re cilek leşkerî anî û xwest ez serê xwe bişom û li xwe bikim. Min şerm dikir cilan li xwe bikim lê bi rastî jî min dixwest wan cilan li xwe bikim û wek Rojda bibim kesekî bi hişmend. Lê min meraq dikir ez ê di hundirê cil de çawa xuya bikim. Min cilan li xwe kir lê min şerm dikir derkevim derve. Rojda li min zivirî û pirsî got ‘tu dixwazî ​​biçî malê?’ min jî got “na” ez dixwazim dayika xwe bînim li vir. Min diyar kir ku bavê min zilmê li dayika min dike. Rojda got dayika te dikare xwe biparêze. Min jî ji vê gavê şûnde, biryar da ku ez tevli wan bibim. Ez di riya Reqayê de ji mirinê rizgar bûm û niha jî şervan im. Ez tu carî navê jina ku di riya Reqayê de min rizgar kir fêr nebûm ez ê tu carî rûyê wê û rengê çavên wê ji bîr nekim. Min xwest nameyekê jê re binivîsînim lê navê wê nizanibûm. Min name jê re bi alîkariya hevala li mala jinê re şand. Bi riya hevala Rojda name gihîşt destên wê. Min bi gotina çima min navê wê pirs nekir, xwe aciz kir. Min çawa kesekî ku ji bo min ewqas girîng e û di jiyana min de cîhek wê yê girîng heye nepirsî. Ez li Dibistana Şehîd Çavreş Tûgaya Şehîd Jiyan Tolhildan tevlî perwerdeyên şerwanên nû bûm. Niha jî fêrî xwendin û nivîsandinê dibim.”

Dê li ser jiyana xwe pirtûkê binivîsîne

Selma Bêrîtan da zanîn ku dê pirtûka jiyana xwe binivîsîne û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ez ê bi taybetî li ser kesayeta xwe bisekinim da ku hemû jinên bindest karibin xwe azad bikin û tevli refên azadiyê bibin. Bila hemû kes bizanin çawa gihîştim van rojan. Ji ber ku min bi qedera ku dijîn bawer nekir, bi ser ketim. Divê hemû kes bizanibin ku jiyana din pêkan e û jin neçar nîn in ji hevjînê xwe êşê bikşînin. YPJ azadiya hemû jinan e.”