Ji bo jin fêrî perçeyên otomobîlan bibin dewreyek perwerdehî tê vekirin

Rêxistina Pêşkeftina Lîbyayê da ku jinan hînî perçeyên otomobîlan bikin dê dewreyek perwerde vekin.

IPTÎSAM AXFÎR

Bîngazî - Hêjmara jinên ku li Bîngazî otomobîlan dajon gelek e. Da ku jin ji bo dabînkirina hewcedariyên xwe hînî ajotina otomobîlan bûye ku xwe dispêrê hêza xwe. Lê jinên ku otomobîl dajon hêjmarek ji wan teknîka otomobîlê çawaye û dê çawa bê temîrkirin nizanin. Ev yek hişt ku Rêxistina Pêşkeftina Lîbyayê dewreyek perwerdehî ji bo jinên ku otomobîl dajon hîn bibin vedike. Têkildarî dewreya perwerdehiyê Rêvebera Rêxistina Pêşkeftina Lîbyayê, Huda Behaîrî nêrîna xwe parve kir.

“Di demên pêş de wê dewreya fêrbûna otomobîlan vebê”

Huda Behaîrî girîngiya vê qursê wiha rawe dike: “Gelek jinên li Bîngaziyê otomobîl dajon heye, lê belê hin ji wan hene ku teknîk û perçeyên otomobîlê nas nakin. Da ku em wan jinan hînî perçeyên otomobîlê bikin em ê di demên pêş de ji bo jinan dewreyek perwerdehî ya lênihêrîna otomobîlê bidin destpêkirin. Fikra vekirina dewrê li gorî pêdiviya jinan derket ku em jinan hînî perçeyên otomobîlê bikin da ku rastî qeza û belayan neyên.”

“Armanca me ew e ku jin otomobîla ku dajo nas bike”

Huda Behaîrî da zanîn ku armanca wan ji vê perwerdehiyê ewe ku jin otomobîlê û perçeyên wê nasbikin û wiha dirêjî da gotina xwe: “Em weke jin di derbarê otomobîlan de zêde agahiya me nîne, ji ber vê yekê dema ku dengek xirabe ji otomobîlan derdikeve, em nizanin sedema wê ji çi ye. Hin dikanên temirê heye ku dema jin berê xwe dide, henekên xwe li wan dikin û perçeyên neorjînal didin jinan, bi awayekî baş tamîr nake da ku cardin vegerê wir û pere ducar ji wê jinê bigire. Ji ber jin baş bi perçeyên otomobîlê nizanin, loma tên xapandin. Armanca me ji vê perwerdehiyê ewe ku jin otomobîlê nas bikin û dema xirab dibe xwe bi xwe temîr bikin.”

“Pirskirêkên otomobîlan ez bi xwe çareser dikim”

Huda Behaîrî diyar kir ku ew jî ajokara otomobîlê ye û gelek caran rastî bûyeran hatiye û wiha domand: “Ez jî otomobîl dajom û dema otomobîla min xirab dibû ez diçûm cihê temirê, lê ez jî pirî caran rastî xapandinê hatime. Ev yek ji min re zehmet dihat ku ez çawa perçeyên otomobîlan nasnakim, ji lewra min di medyayên civakî de dest bi lêkolîna perçeyên otomobîlan kir û ez wiha hînî perçeyên wê bûm. Niha ez dizanim kijan perçe orjînale û kijan sexteye. Ev hînbûn hişt ku ez hewcedariya mêran nebûm û ez xwe bi xwe çareser bikim.”

“Dewreya perwerdeyê dê heftiyek dewam bike”

Huda Behaîrî di derbarê dewreya perwerdehiyê de jî ev yek anî ziman: “Ev dewreya perwerdehiyê dê yekem car bê vekirin. Dê dewreya me heftiyek dewam bike. Em ê bi atolyek otomobîlan a taybet re hev bikin da ku em di wê atolya otomobîlan de pratîkî bikin. Ji xwe gelek jin dê beşdarî vê dewreyê bibin û ev yek jî daxwazê wan dide diyar kirin. Ez bang ji jinên ku otomobîl dajon re rê dikim ku dema otomobîl dajon baldar bin û hînî perçeyên otomobîla xwe bibin.”