Jinên Lubnanî afrîneriyê di mêşvaniyê de dikin

Faten El-Mesrî mêşvanek jine bi navê “Xatûna Hingiv” tê nasîn, di derbarê xwedîkirina mêşên hingiv de wiha dibêje: “Hezkirina min hişt ku ez hînî xwedîkirina mêşên hingiv bibim.”

SÛZAN EBU SAYÎD

Beyrûd- Qabiliyeta jinê ya afrîner di jiyanê de her kêlî tê xuyanî kirin. Jin bi hêza xwe ya afrînerî çawa civakê bi rê ve dibe, di heman demê de di aliyê pîşeyî de jî karek pak û demdirêj dimeşîne. Beriya 14 salan, gera Faten El-Mesrî di cîhana meşvaniyê de dest pê kir. Faten El-Mesrî karibû sirên mêşvaniyê hîn bibe û hewildana wê ya takakesî karibû navê xwe weke xebatkara herî girîng di beşa berhamdar de xêz kiriye. Di kevneşopiya civakê de karê mêşvanî weke ku mêr dike xuyanî dikir, lê Faten El-Mesrî karibû vê kevneşopiyê bigohêrîne û navê xwe di dîrokê de xêz bike. Faten El-Mesrî bi dilxwaziyek mezin karê mêşvaniyê dike û berhema hingivan digire. Têkildarî mêşvaniyê Faten El-Mesrî nêrîna xwe parve kir.  

Bi du mêşên hingiv dest bi kar kir niha 500 derbas kiriye

Faten El-Mesrî hezkirina xwe ji xwedîkirina mêşên hingivî wiha parve dike: “Hezkirina min hişt ku ez hînî vê karê bibim. Dema ku ez gihiştim cihê mêşvaniyê hestek xweş min dorpeç kir. Ez heta niha jî xwe weke xwendekarek dibînim ku her roj hînî tiştên nû dibim. Karê mêşvaniyê ku di van demên dawî de min kiriye, cesareta derbaskirina zehmetiyan da min. Ez bi tenê serê xwe, bi seatên demdirêj li erdekî bê mirov û gîha, bê tirs dixebitim. Bi seatan li ber lêdana mêşên hingiv kar dikim. Ez dikarim bêjim ku berhema mêşan nehişt ku ez û malbata xwe bi şewba virûsê bikevin. Bi tenê serê xwe bu du mêşên hingiv min dest bi vê karê kir û niha 500 mêşan derbas kiriye.”

Him xwedî dike him jî sûd digire

Faten El-Mesrî da zanîn ku ji ber qeyrana aborî ew neçar maye ku hêjmarek mêşên hingiv bifroşe û wiha domand: “Ji ber qeyrana aborî, buhabûna nirx û madeyan, ez neçar mam ku 200 mêşên hingiv bifroşim. Ez mêşên xwecihî distînim, ji ber bi xwezayê re yek dibin. Ez mêşên hingiv li çar bilindahiyan digerînim û cihê wan eşkere nakim. Cureya yekem ji bo sûdwergirtinê ye. Her wiha ji bo neyên dizîn ez wan veşêrdikim. Di dema borî de gelek mêşên min jehrî bûn û mirin. Niha ji bo jehrî nebin, ez wan diparêzim û dermanên ku wan baş dikin bi kar tînim. Hingiv ji aliyê gel ve tê bi rê ve birin, karkerên çalak ên ku dixebitin hingiv sar dikin û ji bo ku parastina hingivê bikin germek asayî bi kar tînin.”

Li got avhewa û xwezayê hingiv zêdetir derdikevin

Faten El-Mesrî : “Aqilbendî û hevsengiya ekolojîk li hundir û derveyî hingiv heye. Navçeya Ermûn li nêzî cihê xwedîkirina mêşane, ev cih cihê nêçirvaniyeke geş e. Hin dayikên mêşên hingiv kuwarên xwe yên kevin li wir hiştine, di encama li xwe zêde kirinê de hin kuwarên nû jî bi xwe re çêkirine. Dema min kuwar vekir, min dît ku bûye dema berhevkirina hingiva wê ye. Tişta ku min dît şaneyên mêşan cureyeke hingiv baş çêkiriye û hîn zêdetir ji şaneyên ku li dewerên din hatine xwedîkirin. Her kuwarek berhemê wê dighêje 2 kîloyan, ev yek destnîşan dike ku ev cihê nêçirvaniyê pir baş bû. Her ku me kuwarên nû vekirine hêkên nû yên ku li ber gihiştinê ne, hatine dîtin. Di derbarê de cihên hêkan wê tijî hingiv bibe. Di derbarê mehekî de mêşên, li vî cihê nêçirvaniyê xwe zêde kirine, ji ber şînkahiyên ku mêşan zêde dikin lê hene. Divê em kuwaran bixin nav çend cihên meşan de da ku em bikaribin hilberînê cihêreng bikin. Li gor avhewa û guhertinên xwezayî hin caran 50 kîlo hingiv derdikeve. Di sala borî de berhema hingivan gelek baş bû. Zehmetiya herî mezin navxwayî û navneteweyî ye. Hêjmarek ji mêşvanan heye ku hingiva sexte bi buhayekî erzan difroşin. Di xwedîkirin û firotina hingivan de jî bawerî girînge ku ez herkesî ku tê hingivê min dikire şîretan wan dikim ku ger bawer bin bikirin.”

Bi hingivê sabûn çêdike

Faten El-Mesrî gavên xwe yên pêşerojê wiha tîne ziman: “Piştî demsala hingivê bi dawî dibe, di Nîsan heta Cotmehê ez hewil didim ku ji demsala zivistanê sûd werbigirim. Ez bi hingiv û zeyta zeytûnê sabûn çêdikim, bi armanca estetîk û dermanê. Daxwaza min a demê pêş jî ewe ku madeyên xwezayî bi hingiv tên çêkirin, çêkim û dest bi hilberînê bikim. Hêvî û daxwaza min ewe ku cihên kes zêde bibin û ji bo parastina mêşên hingiv dermanan kêm bikin. Kesên ku dixazin hînî vê pîşeyî bibin ez wan bi dilxwaziyek mezin perwerde dikim. Ez niha bi alîkariya Dr. Montaser Sebah El-Hesenwî ve dest bi nivîsandina pirtûka bi navê “Alîkar di xwedîkirina hingiv de” dikim.”