NECWA RAHIM
Cezayîr - Çîroka têkoşîna jinên Cezayîrî, bi daxwazên nûjen ên ji bo wekheviyê û têkoşîna li dijî tundî û cudakariyê dest pê nake; kokên wê digihîje salên mêtingeh ku keç û jin ji derfetên perwerde û beşdarbûna di jiyana giştî de bêpar diman. Vê rewşê, jinan bi gelek sînorkirinên civakî û mêtingeh re rûbirû hişt. Bi destpêkirina Şoreşa Rizgariyê re, jin di têkoşînê de paş de neman; beşdarî organîzekirina xebata neteweyî û çalakiyên ragihandinê yên veşartî bûn. Hinek jî berê xwe dan çiyayan û rîskên girtin û îşkenceyê berçav girtin.
Her çend ji destxistina serxwebûnê zêdetirî 60 sal derbas bûn jî, ezmûnên gelek ji van jinan hêj di bîra kolektîf de cih nagirin. Şahidiyên şoreşgerên jin mijarên wekî naskirina beşdariyên jinan, nivîsandina dadperwer a dîrokê û berdewamiya qalibên ku rolên wan kêm dikin derdixin holê. Ev mijar, di çarçoveya kampanyaya Çalakiyên 16 Rojî ya Li Dijî Tundiya Li Ser jinê de bêtir girîngî qezenç dike. Kampanya formên cûda yên cudakarî û dûrxistinê yên ku jin pê re rûbirû dimînin tîne bîra me û tekez dike ku pêwîstiya parastina dengên wan û naskirina ezmûnên wan heye.
‘Zimanê dijmin dikare veguhere amûreke têkoşîna li dijî mêtingehiyê’
Şoreşger Zuleyha Bekkadur, destpêka rêwîtiya xwe ya têkoşînê bi bîranînên xwe yên salên perwerdehiyê re vedibêje. Şoreşger Zuleyha Bekkadur, destnîşan dike ku ji ber zimanê perwerdeyê Fransî bû, derfeta wê ya têr tunebû ku Erebî fêr bibe û dibêje ku bi tesadufî ew rastî mamosteyek bi navê Emine Zaalan hatiye ku Erebî fêrî wê kiriye û destek daye perwerdehiya wê ku dest bi qaîdeyên bingehîn ên rêzimanê dike.
Şoreşger Zuleyha Bekkadur, diyar kir ku bikaranîna zimanê Fransî wekî terikandina nasnameya xwe nedîtiye, lêbelê bawer kiriye ku ew dikare zimanê mêtingeh ji bo doza xwe bikar bîne. Şoreşger Zuleyha Bekkadur, îdia dike ku zimanê dijmin dikare veguhere amûrek têkoşîna li dijî mêtingehiyê û got: “Ev ezmûn şert û mercên perwerdehî û çandî yên ku keçên Cezayîrî di serdema mêtingehê de pê re rûbirû mane eşkere dike û nîşan dide ka derfetên perwerdehî û avakirina hişmendiya neteweyî çawa bi şert û mercên siyasî û civakî yên tevlihev re girêdayî ne.”
Ji dibistanê ber bi beşdarbûna şoreşê
Şoreşger Zuleyha Bekkadur, bîranînên xwe yên Mijdara 1954’an bi bîr tîne û destpêka Şoreşa Rizgariyê dişibîne bombeyekê ku li ezmanên aram ên Cezayîrê diteqe. Zuleyha Bekkadur, da zanîn vê demê li Lîseya La Croix a nêzîkî zanîngehê bi du xwişkên wê yên biçûk re li gel komek keçên ciwan dixwend û wiha axivî: “Lê beşdariya min ya çalak têkoşînê, di 17’ê Gulana 1956’an de dest pê kir. Min di Buroya Yekîtiya Giştî ya Xwendekarên Cezayîrê de biryar da ku xwendekar û xwendekarên lîseyê bînim cem hev û beşdarbûna pêvajoya şoreşê nîqaş bikim.”
Ev serdem, bi taybetî di têkiliyê de bi veguherînên di tevgera xwendekarên Cezayîrê de piştî biryara xwendekaran a grevê û banga wan a tevlîbûna Artêşa Rizgariya Neteweyî ya di heman mehê de girîng e. Her çend zanîngeh û lîse bûn cihên ku beşdarî seferberiya ciwanan bûn jî beşdariya xwendekarên jin ji vê tevgerê nehat dûrxistin. Hinek jinên ciwan di bin şert û mercên ku xetereyên mezin dihewîne de beşdarî çalakiyên rêxistin, ragihandin û piştgiriyê bûn. Şahidiya şoreşger eşkere dike ku li hember bûyeran beşdarbûna jinan a di têkoşînê de ne tenê bertekek hestyarî bû, bi girtina berpirsiyariyên wan ên rast a di nav torên têkoşînê de re girêdayî bû. Hinek jin bi derbasbûna ji çalakiyên xwendekaran a ber bi karên hesastir ên ku nepenî, rêxistin û jêhatîbûnên ragihandinê hewce dikin, bi xetereya çavdêrî û girtinê re rûbirû man.
Zuleyha Bekkadur, şert û mercên girtina xwe ya di 11’ê Mijdara 1956’an de bi bîr tîne. Ev ezmûn ne tenê çîrokeke jiyana takekesî eşkere dike, di heman demê de ronî dide nifşek jinên ciwan ên ku berpirsiyariya beşdarbûna di têkoşîna rizgariyê ku di serdemek ku derfetên perwerdehiyê û beşdarbûna di jiyana giştî de sînordar bûn û sînorkirin jiyana civakî ya jinan diyar dikirin, girtin ser xwe.
Têkoşîna jinan a piralî
Beşdarbûna jinên Cezayîrî ya di Şoreşa Rizgariyê de ne tenê bi xwendekar û şoreşgerên jin ên li bajaran re sînordar bû. Têkoşîn li gorî şert û mercên erdnîgarî û civakî yên her herêmê bi awayên cûda girt. Her çend hinek jinan beşdarî xebata siyasî û rêxistinî û çalakiyên ragihandinê yên veşartî bû jî yên din berpirsiyariyên wekî dabînkirina stargeh û veşartinê ya ji bo şoreşgeran, veguhastina çek û pêdiviyan û veguhestina agahdariyê girtin ser xwe. Hinek jinên şoreşger di warên tenduristî û hemşîretiyê de jî xebitîn.
Jinên li gund û herêmên çiyayî, bi şert û mercên pir dijwartir re rûbirû man. Dema ku berpirsiyariyên jiyana rojane hildigirtin ser xwe, rastî xetereyên serdegirtin, girtin û tundiya mêtingehê jî dihatin. Rastiya ku ev rol her gav bi wêne an jî şahidiyên nivîskî nehatine belgekirin, tê vê wateyê ku ezmûnên gelek jinan li derveyî vegotina dîrokî man.




