Hezkirina wê ya xwezayê hişt ku ew zindiyên nû keşif bike

Wênekêşa xwezayê Thara Al-Şamari dema ku li derdora bendava Al-Sahva ya bajarê Sûweydayê wêne dikişand karî wêneyê zindiya ‘canberiya sermezin’ ya ku bi kêmanî tê dîtin bikşîne.

ROCHELLE JUNIOR

Sûweyda – Wênekêşa xwezayê Thara Al-Şamari dema ku li derdora bendava Al-Sahva ya bajarê Sûweydayê wêne dikişand karî wêneyê zindiya ‘canberiya sermezin’ ya ku bi kêmanî tê dîtin bikşîne.

Thara Al-Şamarî ya ku ji bo lêkolîna wêneyan wan ji pisporan re şandiye anî ziman ku pisporan jê re gotine wêneya ku kişandiye ya yek ji zindiyên herî kevin e ku jê re tê gotin ‘karîdesa kermasî’. Thara Al-Şamarî wiha qala dîtina xwe ya cûreyê karîdesê dike:

“Li Bendava Sahvayê min ferq kir ku şilubûnek timî heye û sedeva vê şilûbûnê organizmayên biçûk e ku di nav heriyê de hêlîn çêdikin. Ez fêr bûm ku hêkê kermasî li hemberî germa zêde û kêm û li hemberî hişkesaliyê berxwedanekê mezin nîşan dide, hêk gelek biçûk e û tenê dema ku di nav avê de derfetên guncav tê avakirin piştî du salan hêka xwe dişkîne. Hêkên wê sor û biçûk e. Dema ji hêkê derdikevin qalikekî şefaf derdikeve holê, di nav de zindiyek biçûk a rengê sor ê vediguhere kesk tê dîtin. Çend ling derdikevin holê ji vê re tê gotin fosîl. Sê çavên wê hene û rengê keskê zeytûnê digire.”

Thara Al-Şamarî da zanîn ku canberiya sremezin 5 cm dirêj e û xwedî gewdeyek rast e, her wiha got ku qalikekî bronzî, dûvekî ku nîvî zêdetir laşê wê dorpêç dike û li ser zikê wê dû mûyê dirêj hene.