Heta niha tu astengî nekarîn bibin rêgir li pêşiya xeyalên Sema

Zulfa Osman behsa keça xwe Sema Xelef a ku kerr û lal e, kir û got: “Sema keçek bi hêz û ji xwe bawer e, tevî vê astengiyê jî wê navendeke porçêkirinê vekir.”

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Tevî zehmetiyên ku mirovên xwedî pêwîstiyên taybet di jiyana xwe ya rojane de pê re rûbirû dimînin, îrade û destek dikarin zehmetiyan veguherînin çîrokên serkeftinê. Yek ji wan çîrokan, çîroka dayîkek e ku keça wê, kerr û lal jidayîk bûye û red kiriye ku teslîmî şert û mercên xwe bibe. Di şûna wê de, bi biryardarî bi zehmetiyan re rûbirû ma, heta ku karîbû salona xwe ya bedewiyê /porçêkirinê veke. Wê nîşan da ku ev rewşên wiha astengdarî, ne astengiyek e ji bo bidestxistina xewnan.

Dayîka Sema Xelef, Zulfa Osman ji ajansa me re behsa keça xwe Sema ya ku kerr û lal e kir. Zulfa Osman di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku wan destpêkê bi vê pêwîstiyê nezanîbûne û wiha got: “Dema Sema ji dayîk bû, gelek pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hebûn. Piştî ku temenê wê bû zêdetirî salekê, nû me zanî ku astengiya bihîstin û axaftinê pê re heye. Destpêkê danûstandina me ya bi Sema re gelekî zehmet bû, pişt re me bijîşkekî terapiya axaftinê nas kir ku bi kesên xwedî pêwîstiyên taybet re dibe alîkar. Me Sema bir gel wî û li wê derê fêrî tîpan bû. Êdî Sema bi îşaret û hereketên lêvan ji me fam dike.”

‘Sema nikare bi tena serê xwe derkeve derve’

Zulfa Osman da zanîn ku Sema keçeke pir delal e û wiha domand: “Sema nikare bi tena serê xwe derkeve derve, dema ku hin kes jê tiştek bipirsin, ewê nikaribe bersiva wan bide. Malbat bi giştî ji Sema hez dike û nêrîna wê di her tiştî de dixwazin. Dema ku tiştek ji Sema re pêwîst be, bi îşaretan ji min re dibêje, em bi hev re diçin û dikirin.”

‘Desteya Kar û Barên Civakî jê re berguhkê peyda kir’

Zulfa Osman destnîşan kir ku Rêxistina Nûdem bi Sema re gelekî alîkar bûye û wiha pê de çû: “Navendek hebû ku bi Sema re bû alîkar, heta ku temenê wê bû 10 salî. Pişt re ew navend hat rawestandin. Her wiha Rêxistina Nûdem gelek piştgiriya derûnî da Sema. Ew dibirin gelek festîval û projeyan da ku baweriya wê bi xwe hebe. Hinek alîkarî bi rêya komînan jî jê re hatin pêşkêşkirin. Ji Sema re berguhkek pêwîst bû, bi rêya Mala Jinê, Desteya Kar û Barên Civakî jê re yek peyda kir.”

‘Sema yek ji kesên herî zîrek bû’

Zulfa Osman anî ziman ku Sema perwerdeya porçêkirinê dîtiye, tê de bi ser ketiye û wiha bi lêv kir: “Rêxistina EL-Bur ragihand ku ew ê perwerdeyê pêşkêşî xelkê bikin. Rêxistinê got ji ber ku keça te astengiya bihîstin û axaftinê pê re heye, em ê nikaribin rasterast bibin alîkar. Ji ber vê yekê ez bixwe jî bi keça xwe re çûm perwerdeya porçêkirinê. Piştî ku ew perwerde bi dawî bû, ji bo kesên jêhatî û zîrek gelek amûrên porçêkirinê hatin pêşkêşkirin. Sema yek ji wan kesên serkeftî bû û amûrên porçêkirinê diyarî Sema kirin.”

‘Piştî ku dest bi kar kir, zêdetir bi hêz bû û ji xwe bawer e’

Zulfa Osman diyar kir ku astengiya Sema nayê wê wateyê ku xewnên wê tune bin û wiha bi dawî kir: “Sema navendeke porçêkirinê vekiriye û gelek kes jî tên gel wê. Piştî ku Sema dest bi kar kir, zêdetir bûye xwedî hêz û ji xwe bawer e. Gelek xewnên Sema hene; ew dixwaze mal û erebeyeke wê ya taybet hebe. Peyama min ji bo her kesekî xwedî pêwîstiyên taybet ev e; li malê nemînin, derkevin nav civakê û perwerdeyan bibînin, nehêlin ku ev astengî bibe pirsgirêk li pêşiya xewnên we.”