‘Fîlmên ku tên weşandin pêşî li şîdeta li ser jinan vedikin’

Tuenbûna bernameyên baş û nû ji bo jinan di kanalên televîzyonê de, weşandina fîlm û bernameyên ku dema wan derbas bûye wisa kiriye ku jin bikevin bin bandora fîlm û bernameyan her wiha bi xwe re şîdetê tînin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Zimanê ragihandinê, yek ji wan riyan e ku bûyer û nûçeyan digihîjîne gel. Yek ji riya xebata bi zimanê ragihandinê gihandina wate bi riya nîşandan dîmenan, rastiyan digihîjîne gel. Du xalên bandorkirina ragihandinê hene; ya yekem şêwazê xwendina nîşaneyan e û hêmanên di navê de, ya duyem jî nîşandana kesayeta kes e. Lê belê hinek caran ji ber zimanê xirab ê ragihandinê bandor li ser civakê çêdibe û dibe sedema tundîtûjiya li hemberî jinan.

Mamosteya zanîngehê Benaz Hemereşîd diyar kir ku zimanê ragihandinê girîng e dive ku her xebat bi wê riyê peyama xwe bigihîjîne. Piştre ew hewldan û westandin di dezgehên ragihandinê de derdikeve lê belê gelek caran ev zimanê ragihandinê ji bo şikandin yan tundîtûjiya li hemberî jinan tê bikaranîn.

‘Divê kesên ku wî karî dikin di bikaranîna peyvan de hişyar bin’

Benaz Hemereşîd wiha behsa erkên xebatkarên ragihandinê kir û got: “Dikarin bi zimanê fînans û pere nûçeyan çêbikin lê belê divê hemû hişyar û şareza bin di daraştin û bikaranîna peyvan de. Her wiha bi rêxistina biker û kirde, ji ber gelek caran tê ditin ku şêwazê biker û kirde diguhere bi vê jî wateya rast an jî nûçe tê guhertin. Yan jî hinek car berevajo bi kar tînin dibe sedema tundîtûjiya li hemberî xwîneran, ji ber vê pêwîstî bi hişyariyê heye.”

‘Dezgehên ragihandinê neheqî li jinan dikin’

Benaz Hemereşîd destnîşan kir ku zimanê ragihandinê bi giştî hinek peyaman belav dike, bi taybetî tundîtûjiya li ser jinan, ji ber ku dezgehên ragihandinê neheqiyê li şopandina dozên jinan dikin ji kuştinê bigre heta neheqiya ku li wan tê kirin, rûbirûbûna jinek di dosyaya tundîtûjiyê û wênedanîna jinekê li gel mijarek ne guncw. Ev jî wisa dike ku civak bi çavekî xirab li jinan binêre. Hinek caran nûçeyek tê dayîn, wateya wê tundîtûjiya li hemberî jinan e, ji ber bê lêkolîn fikrên wê diçin ser wê yekê ku pirsgirêkek namûs û exlaqî ye û jin tewanbar in. Ji ber wê divê di zanîna nûçeyên ku belav dikin de bin, bizanibin dibe sedema zêdebûna tudîtûjiyê.”

‘Şandina peyaman ji bo jinan dibe ku pêşî li tundîtûjiyê bigre yan jî kêm bike’

Benaz Hemereşîd bi bîr xist ku hejmarek zêde jin di kanalên ragihandinê de dixebitin lê belê çawaniya kar wisa kiriye ku jin kêm derbikevin, ji ber piraniya jinên di wî warî de dixebitin rolên baş nadin wan. Piranî bernameyên ku dem di ser wan de derbas dibin û jinên ciwan bînerên wan in, zêdetir bernameyên siyasî, aborî, û nûçe ne. Ev jî nîşan dide ku rolek lawaz di ragihandinê de didin jinan. Divê jin di kanalên ragihandinê de pêşeng bin û di bernameyên girîng de xwedî rol bin. Jin ger bi riya ragihandinê peyaman bidin wê tundîtûjî kêmtir bibe, ji ber ku ew zimanê dijwar hinek nûçeyan bi kar tînin. Divê kanalên tv. drama û mijarên derve neweşînin û girîngî bidin mijarên navxweyî her wiha jin bi taybet jinên ciwan gelek zêde li wan kanalan temaşe dikin, li bernameyên ku dem di ser wan de derbas bûne jî temaşe dikin.”