“Em bi berxwedanî û têkoşîna xwe gihîştine lûtkeyê”

Têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyryê pêk tên, jinên Kantona Kobanê helwestên xwe nîşan dan.

BEYDA OSMAN

Kobanê- Têkildarî êrîşên dewleta tirk a li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bênavber didomin û herî zêde bi balafirên bê mirov û hedefgirtina pêşengên gelan û civakê bertek zêde dibin. Her wiha ligel van êrîşan hewl tê dayîn ku tevlîhevî û metirsiyê di nava pêkhateyan de derbixe ji bo têkoşîna gel têk bibin û şoreşa azadiya gelan tune bikin.

"Em bêdengiya dewletan şermezar dikin"

Dayika Aştiyê Emîne Eqîl di destpêka axaftina xwe de êrîşên dewleta tirk ên rojane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û got: "Balafirên bê mirov ên ku rojane li ser asîmanê welatê me digerin û zerokên me qetil dikin. Dewletên ku behsa parastina  mafên mirovan dikin û li ser wê bingehê weke dewletên garantor li ser axa vê herêmê dimînin, ji bo parastina gelên vê herêmê tiştek nakin. Mixabin her tişt li ber çavên wan tê kirin û ew bêdengiya xwe didomînin. Me weke pêkhateyên vê Herêmê, heya vê kêliyê tu parastin ji aliyê van dewletên garantor nedîtiye! Ji ber vê jî ji bilî zarok û şervanên me yên vî welatî tu hêz di vê cîhanê de nikare piştgiriyê bide me. Wan rojane sîngê xwe li ber dijminên hov vekirine û bê teredud şer dikin û tekoşînê didin meşandin. Ji ber vê yekê jî em ji bilî zarokên vî welatî baweriya xwe bi tu kesê naynin. Em kesên ku li vê derê bi navê parastinê vî gelî dimînin û berjewendiyên xwe li rex wê dimeşînin tu carî qebûl nakin.”

“Em ê her dem li pey şervanên xwe bin û têkoşîna xwe mezin bikin”

Emîne Eqîl di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Dewletên navneteweyî ku ji bo gelê me tu parastin nekirine. Ji ber vê jî em weke gelên aştîxwez xwedî maf wan bi tundî  şermezar dikin. Ji ber çi mafên gelê Kurd her dem hatiye xwarin, Kurd li her derê hene dikin bi hezaran însan li hundir û derveyî herêmê hene. Dewleta tirk a dagirker nikare gelê ku bi salan li ber xwe daye, parastina nasneme û hebûna xwe kiriye her wiha  xwe bi rêxistin kiriye binpê bike. Ji bilî têkoşerên xwe em serî li ber tu kesê natewînin. Em ê her dem li pey şervanên xwe bin û tekoşîna xwe mezin bikin.”

“Ji bilî têkoşerên xwe em êdî baweriya xwe bi tu kesê naynin”

Şêniya bi navê Zozan Xelîl jî helwestên xwe anî ziman û wiha bilêv kir: “Kesên sivîl ên ku di nava civakê de tên hezkirin, dewleta tirk her dem li pey wan lehngan e ku wan têk bibe.  Balafirên bê mirov li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber kesên sivîl hedef digire. Ji ber ku gel bi axa xwe ve hatiye girêdan û parastina hebûna xwe ya rawe dike, bi vî rengî tevlihevî û tirsê di nava wan de çêdike. Ji bo em ji axa xwe dûr bikevin çi ji dest tê dike. Lê dewletên hegemon li vir in jî çavên xwe girtine bêdeng in li ber êrîşên dewleta tirk. Ji bo bêdengiya wan mirov dikare bibêje wan bi xwe destek dane dewleta tirk. Divê em wek jin xwe bi rêxistin bikin, bihêz bikin, dest bi şerê gelê şoreşgerî bikin. Em ê her dem li kêleka YPJ'ê YPG'ê bin em hêza xwe ji hev digirin. Ne hêsan e 10 sal in em di nava şer û berxwedanê de ne. Em ê her dem li ser şopa pêşengên xwe bin û xwe û gelê xwe bi rêxistin bikin. Bila dijminê azadiyê vê yekê baş bizane. Em ê her dem bi ser bikevin ji bilî têkoşerên xwe em serî li ber tu kesê natewînin."