Li Afganîstanê dengê jinan tê fetisandin

Piştî destêserkerina Afganistanê ya ji aliyê Talîbanê ve, gelek rojnamevan û jinên ku li daîreyên hikûmetê yên li parêzgehên wî welatî kar dikin neçar man nasnameyên xwe biveşêrin û çalakiyên xwe yên li ser torên medyayê rawestînin.

Navenda Nûçeyan – Azadiya derbirînê qasî nirxeke mirovî ye, yek ji mafên mirovî ya jêneveger e. Azadiya derbirînê tê wateya 'azadiya raman û qenaetê' û azadiya derbirînê ji bo ragihandina raman û nêrînan ya ji kesên din re, amûrek girîng e.

Piştî desteserkerina Afganistanê ya ji aliyê Talîbanê ve, daîreyên hikûmetê yên li Nangarhar, Laghman, Kunar û Nuristanê nasnameyên gelek çalakvanên jin, rojnamevan û karkerên jinan veşart, navên wan guhert û çalakiyên xwe li ser torên medyayê rawestand. An jî, hewl da ne bi navên xwe, bi navên cûda, her çend kêm be jî parvekirinên bidomînin.

Jin û malbatên wan ên ku fikrên xwe parve dikin û bi çapemeniyê re hevpar dixebitin bi gefan re rû bi rû ne. Jinên ku ji ber zextên Talîbanê di nava civakê de hatin "demxekirin" diyar kirin ku ji aliyê saziyên çapemeniyê yên herêmî ve hewl tê dayîn bên durxistin û ji ber demxekirina ku di zemîna civakî de rastî tên, endamên civakê naxwazin bi wan re hevpeyvînan bikin.

Dengê jinan hîn zêdetir mehkûmê fetisandinê bû

Rojnamevanên jin di medyaya civakî de, li beranberê çalakiyên ku ji bo pêşdebirina jiyana xwe û êş û dengê civaka ku dijîn bigihînin cîhanê, mûçeyek diyar distînin. Rojnameger û pêşkêşvanên jin neçar man ku maskeyên reş (sembola tarîtiyê) li  ser rûyê xwe deynîn û ev neçar hiştin hê jî didome. Hinek ji van jinan neçar man welatê xwe biterikînin û niha jî neçar dimînin ku li welatên din di statuya penaberiyê de bijîn. Lê mixabin piştî koça bi darê zorê dengê jinan hîn zêdetir mehkûmê fetisandinê bû...

Ji rewşa jinan tê fikar kirin

Dema qedexekirina ragihandina dengê jinên Afganî li cîhanê jî tê hîskirin, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî fikarên xwe yên ji rewşa jinên li vî welatî hîs dike anî ziman û got ku jinên Afganî bi piledar rastî mirin û bêdengiyê tên hiştin. Roja Înê ya hefteya borî, Selagî Ehsaas a pêşkêşvana berê ya “radyoya Dost” ya li parêzgeha Nangarhar, ji aliyê Talîbanê ve rastî êrişê hat û telefona wê hat desteserkirin.

Li parêzgehên rojhilatê yên Afganîstanê, hema hemû dezgehên çapameniyê yên bi dîmen de ji bo jinên dixebitin qadên kar hatin girtin. Hat ragihandin ku jinên ku dixwazin ji organên çapameniya dîtbarî derbasî organên medyayê yên cuda bibin jî, hê negihîştine derfetên nû yên kar û mehkûmî bêkarbûne ne.

Hewl dide dengê wan bide bihîstin

Maryam (bi nasnav) dibêje ku ew li Nangarharê nûçegihana çapameniyek navneteweyî ye, lê nîha ji ber ku raportek li dijî Talîban amede kiriye, destûr nayê dayîn ku di çapameniyek herêmî de kar bike. Maryam da zanîn hewl tê dayîn dengê jinên Afganî bêdeng bikin, got ku hewl dide pirsgirêkên jinên Afganî bigihîne jinên din ên cîhanê û sûcek pêkne anî ye.

Çavkanî: Nûçeyên Jinan a Afganîstanê