“Divê destê kê di kuştina birayê min de hebe, were darizandin û cezakirin”

Ji xizmên windayan Sadiye Avşar, diyar kir ku birayê wê Mehmet Şerîf Avşar di binçavan de hatiye qetilkirin û wiha got:” Em dixwazin destê kê di kuştina birayê min de hebe, bila bi awayekî adilane were darizandin û cezakirin.”

Amed - Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 692’emîn de bi daxwaza “Bila wenda bên dîtin, kujer bên darizandin” de li ber peykera Mafê Jiyanê ya li parka Koşuyoluyê hatin gel hev. Xizmên windayan, nûnerên ÎHD’ê û saziyên sivîl jî beşdarî çalakiya ku wêneyên windayan hatin hilgirtin bûn. Xizmên windayan di çalakiys vê hefteyê de çîroka Mehmet Şerîf Avşar ê ku di 10’ê gulana 1994’an de li Amedê hatiye qetilkirin vegotin û xwestin kiryar bên dîtin.

“Cenazeyê wî di avahiyek xirabe de hat dîtin”

Sadiye Avşar çîroka birayê xwe Mehmet Şerîf Avşar bi van gotinan vegot: “Dema birayê min li ser karê xwe bû; îtîrafkarek, 5 cerdevan û çawişê pispor ê bi navê Gultekîn Sutçu çûne cihê kar. Dema ew hatine, du birayên min ên mezin û birayekî min jî bi van re li ser kar bûne. Xwestine birayê min Şerîf ji bo îfadeyê bibin. Lê yên me îtîraz kirine û nasname pirs kirine. Li ser îtîraza birayên min, çawîşê pispor Gultekîn Sutçu, ji cerdevanan re talîmata “Hemûyan bikujin” daye. Dema cerdevanan çekên xwe kişandin û birayên min spartine dîwar Şerîf gotiye; “Temam, bela xwe li kesê nedin, ez bi we re têm.” Şerîf bi texsiya torosê birine avahiya JÎTEM’a Saraykapiya Amedê. Piştî bûyerê 2 hefte şûnde me birayê min di avahiyek xirabe de kuştî dît. Li gorî rapora otopsiyê 10-15 roj beriya ku were dîtin hatibû kuştin.”

“Cezayê ku heq dikirin negirtin”

Sadiye Avşar got ku berovajî bi hezaran windahiyan; di bûyera qetilkirina birayê wî de hin sûcdar hatine dîtin û darizandin û wiha got: “Lê di encamê de cezayê ku heq dikirin, negirtin. Yek ji cerdevanan 20 sal ceza girt, piştî 10 salan hat berdan. Cerdevanên din û îtîrafkar jî 6 sal ceza girtin. Çawişê pispor Gultekîn Sutçu piştî bûyerê çend salan şûnde hat dîtin û girtin. Lê ew jî piştî demeke kin hat berdan. Heta nîha jî li derve serbest digerin. Em dixwazin destê kê di kuştina birayê min de hebe, bi awayekî adilane were darizandin û cezakirin.”

Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan deqîqeyek çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.