“Ziman nasname û hebûna gelan e”

Mamosta Eyşe Mihemed cejna Zimanê kurdî li her kesê pîroz kir û got: “Nasnemeya mirov zimanê mirov bi xwe ye û gel bi zimanê xwe tê nasîn. Mirovê bi zimanê xwe hînî jiyanê nebe di nava dîrokê de winda ye.”

HENEDÎ BEKIR

Heleb - Ziman teybatmendiya sereke ya mirovbûnê ye, yê ku zimanê xwe winda bike ew jî winda dibe, ji ber wê yekê divê em zimanê xwe bixwînin û binivîsînin. Girîngî û nasnemeya mirov zimanê mirov ê dayikê ye ji lewra divê her kurd zimanê xwe yê dayikê bixwîne û di her qada jiyanê de pêşbixin. Pêdivî pêheye mirov di hundirê malê xwe de bi zimanê xwe bipeyive û zarokê xwe fêr bike. Têkildarî mijarê ji rêveberiya dibistana navîn a Şehîd Qehreman a taxa Şêx Meqsud a Xerbî ya bajarê Helebê mamosta Eyşe Mihemed nirxandinên giring kir.

“Nasnemeya mirov zimanê mirov bi xwe ye”

Mamosta Eyşe Mihemed li ser girîngiyan zimanê dayikê di merheleyên mezinbûna zarokan de sekinî û wiha domand: “Ziman nasneme, hebûn, çand û dîroka her mirovekî ye. Gel bi zimanê xwe tê nasîn. Divê her mirov zimanê xwe bixwîne biaxive û fêr bibe. Ji lewra giringe di her malê de zarok bi zimanê xwe yê dayikê hînî jiyanê bibe. Ev li ser derunî û mezinbûna zarok bandorek xwe yê mezin heye. Ji lewra divê her dayik di ferqa vê yekê de be û li gorî wê nêzî zarokên xwe bibin. Ez cejina Zimanê dayikê li hemû gelê kurd û mamosteyên diber hînkirina zimanê kurdî de kedê didin pîroz dikin. Di heman demê de li malbata Bedirxaniyan a ku di pêşxistina zimanê kurdî de rolek giring girtiye jî pîroz dikim. Daxwaza me ji hemû kesê ewe ku zarokê xwe fêrî zimanê dayikê bikin.”

Eyşe Mihemed li ser reşa zimanê dayikê li dibistanan jî rawestiya û got: “Berê hejmara zarokên bi kurdî dixwandin ne zêde bû lê niha hejmara zarokan gihiştiye bi hezaran. Ji ber wê yekê  her diçe em dibistanên zimanê kurdî zêde dikin. Niha 4 dibistanên zimanê kurdî li taxê vebûne. Ji dibistana seretayî heta navîn û amadeyî li taxê hene. Niha bi hezaran zarok berê xwe didin dibistana Şehîd Qehreman û fêrî zimanê dayikê dibin. Em hîn dixwazin hejmar zêdetir bibe û zarok zimanê xwe bixwînin. Niha em dibînin jinên ku bi temên xwe mezin bi Kurdî dixwînin çima em ê zarokê xwe fêrî zimanê xwe nekin. Ger jinên ku temenê wan zêdetirî 50 salî dixwezin fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin, çima em ê zarokê xwe ji zimanê dayikê dur bixin. Divê zarokên me jî zimanê xwe nas bikin û bizanibin ev ziman şêwe dide jiyana wan û taybetmendiya wan a sereke ye. Em dibînin ku asta şagirtan niha pir serkeftiye, di vê serkefitna zarokan de tê xiyan kirin ku hestê zarokan ji zimanê wan re çiqase. Ji lewra pêdivî heye despêkê zarok ziman xwe zanibin paşê zimanên biyanî.”