Dibistanên başûrê Lubnanê piştî êrîşan deriyên xwe vekirin

Li başûrê Lubnanê dibistan tevî zirar, koçberî û encamên êrîşan jî, ji bo xwendekaran vedibin. Ev veger ne tenê dihêle ku polên dersê ji nû ve dest bi rola xwe ya perwerdê bikin, her wiha paceyek ji bo pêşerojê vedike.

RANA CONÎ

Lubnan – Êrîşên Îsraîlê dibistanên li başûrê Lubnanê kirin hedef, bi dehan dibistan wêran kirin û bi sedanên din jî zirar dîtin. Ji ber wêranî an jî rewşa ewlehiyê ya berdewam a li çend bajaran, gihîştina hin dibistanan ne gengaz bûye.

Ne tenê xwendekar neçar man ku polên xwe biterikînin. Dibistan bi xwe jî ji êrîşan bi giranî zirar dîtin û hin ji wan êdî ne guncav in ku xwendekaran wekî berê pêşwazî bikin. Li bajarokên ku koçberî û wêranî dîtine, vegera dibistanê bûye beşek ji pirsek mezintir: Perwerde çawa dikare vegere cihekî ku jiyan hê aram nebûye?

Li Burc Qalawiya, vegera dibistanê cuda xuya dike. Dibistana ku di dema êrîşan de zirar dîtiye ji nû ve vedibe, lê bi tevahî nexebite. Avahî hê jî birînên wêraniyê hildigire û di polan de gelek çavkaniyên bingehîn tune ne. Di heman demê de rêveberî û mamoste hewl didin ku bi tiştên hindik ên berdest pêvajoya perwerdehiyê ji nû ve bidin destpêkirin.

Polên dersê pir winda ne

Li Lîseya Hesen Kamel El-Sabah, bandorên êrîşan hê jî di her hûrgiliyê de diyar in, lê xwendekar behsa vegerê dikin wek rêyek ji bo vegerandina beşek ji jiyana xwe ya ku hatiye qutkirin.

Xwendekar Eya Murad dibêje: "Cih guheriye, lê dil wekî xwe maye, heta hewesa fêrbûnê jî. Her tiştê di polê de ruh û bîranînên wê hê jî bi me re ye."

Ji bo xwendekaran, dibistan ne tenê cîhek ji bo fêrbûnê ye; ew hevalên polê, mamoste, bîranîn û cîhek e ku ew berê beşek ji roja xwe û zarokatiya xwe lê derbas dikirin.

Xwendevan Rîma Faqîh piştrast dike ku şert û mercên dijwar dê rê li ber wê negirin ku xwendina xwe bidomîne û xewnên xwe bi dest bixe. Rîma got: "Tiştek nikare rê li ber me bigire ku em xewnên xwe bi dest bixin û hewesa xwe di jiyanê de bişopînin. Em bi xwe bawer in û em bi şiyana xwe ya berdewamiyê bawer dikin."

Vegera bo fêrbûna rûbirû ku ji bendewariyan derbas bû

Li dibistana navîn a Kefir Rumman a duyemîn, vegera bo fêrbûna rûbirû heta ji bo rêveberiya dibistanê jî surprîzek bû. Bendewarî nîşan didan ku beşdarbûn kêmtir be, ji ber ku hejmareke mezin ji xwendekaran xwe dispêrin fêrbûna ji dûr ve, lê rastiyê berovajî vê yekê nîşan da.

Rêvebera dibistanê Lîna Îbrahîm dibêje: "Destpêk pir serkeftî û erênî bû. Em ji hejmara mezin a xwendekarên beşdar matmayî bûn. Me hêvî dikir ku rêjeya fêrbûna ji dûr ve ji sedî 40 û fêrbûna rûbirû û ji sedî 60 be, lê encam cuda bû. Ji ber ku rêjeya beşdarbûnê gihîşt ji sedî 80’yî. Ev yek dilxweşker e û nîşan dide ku gelê me dixwaze jiyana xwe vegerîne ser rêça xwe û sebir, berxwedan û biryardariya xwe nîşan dide."

Tiştên ku di hundirê polan de diqewimin, ji tiştên ku li derve diqewimin nayên veqetandin

Mamoste bi xwe ji ezmûna şer û koçberiyê derketine holê û îro ew bi du berpirsyariyan re rûbirû ne. Lênêrîna malbatên xwe û berdewamiya bicihanîna rola xwe ya perwerdeyî ya bi xwendekaran re.

Mamoste bi du erkan re dimînin

Mamoste Meryem Hemze jî wiha axivî: "Ez îro li vir hem wekî dayîk û hem jî wekî mamoste me. Ez li ser zarokên xwe difikirim û di heman demê de dizanim ku divê ez rola xwe ya li hember xwendekarên xwe bicîh bînim."

Ji bo xwendekaran vegera dibistanê nayê wê wateyê ku jiyan vegeriyaye rewşa xwe ya normal. Bandorên êrîş û koçberiyê hê jî di hûrguliyên jiyana wan de hene, lê ew bi perwerdehiyê ve girêdayî ne wekî cîhek ji bo berdewamî û avakirina pêşerojê.

‘Welat dê bi zanînê bê avakirin’

Mamoste Mariyana Salûm rewşa niha ya perwerdeyê wiha vedibêje: "Em hê jî koçber in, di navbera du malan de dijîn û ji deverekê diçin deverek din. Lê bawerî û hêviya me heye ku ev welat tenê bi zanîn û pêşveçûnê dikare ji nû ve bê avakirin."

Dibistanên li başûrê Lubnanê tenê ji nû ve dest bi perwerdehiyê nakin, her wiha hêviya pêşerojê jî vedijînin. Xwendekar tevî birînên êrîşan vedigerin polên xwe û piştrast dikin ku perwerde cîhek ji bo jiyanê û xalek destpêkê ji bo serdema piştî şer dimîne.