Di warê tendirustiyê de pêdivî bi zanîn û derdora bi ewle heye

Di dema dawî de gelek rêbaz di mijara tendirustiya zarokanînê û ya jinan giştî de hatin pêşxistin. Ji bo komek bijîşk li hev bicivin û hişyarî çêbibe, hevkarî bi gelek saziyên navdewletî û navxweyî re hat kirin.

ASMAA FATIHI

Qahîre – Gelek saziyên civaka sivîl ji bo hawirdorek bi tendirust, bi ewle girîngiyek mezin dan mijara tendrustiya jinan a giştî û zarokanînê. Bi nêrîna wan tendirustiya jinan ne tenê di pêşkêşkirina xizmetên bijîşkî de, ji bo jin rastî binpêkirinên derûnî û darayî neyên divê ew xizmet di hawirdorek bi ewle de bin.

Perwerdekara wezareta ciwan û werzîşê, Saziya Care ya pêşveçûnê û UNICEF’ê Nor Jalal diyar kir ku bi armanca zêdekirina hişyariya zarokên keç û jinan der barê hemû nexweşiyên di zaroktiyê de bigre heya kal û pîran û di nav de pêvajoya zewacê, şopandina bijîşkî bernameyên hişyarkirinê, tendirustiya zarokanînê, derûnî û hwd. di nava xwe de dihewîne. Zanist ji bo krîz pê re rû nedin û nexweşî ji karîna malbatê zêdetir nebin gelek pêwîst e. Yek ji aliyên herî zêde ji hemû saziyan re kar li ser dibe şopandina bijîşkî û penceşêra memikan e. Alavên ji bo zarokneanînê û bikaranîna wan a ewle, li gel cihên ku jin dikarin xwe bispêrinê dema tûşî nexweşiyan dibin şîrove dikin.

‘Hişyarî tenê têrê nake’

Nor Jalal der barê mijara tenduristiya jinan de dibeje ku tevî hemû keda di mijara hişyarkirin û metirsiyên nexweşiyên jinan, di rêbazên parastinê de tê kirin jî lê belê hişyarî tenê têrê nake û wiha dibêje: “Şert û mercên aborî bûn sedem ku gelek jin ji nexweşiyan baş nebin, ev jî pêdivî bi piştgiriyek darayî heye yan herî kêm dermanên hin nexweşiyên girêdayî zarokanînê û rêxistinkirina malbatê bê peydakirin. Gelek alav û derfet hene divê saziyên girêdayî vê mijarê dema pêş de li ser kar bikin, weke hin derfetên dermanan peyda bikin ji ber ku wan saziyan di dema hemleyan de malbatan dîtin ku ji ber bihabûna dermanan nikarin bikirin û baş bibin. Bi taybetî piştî nexweşiya Koronayê ku li cîhanê belav bû rewşên jiyanî gelekî xirab bû, rêjeya zêdebûna kesan zêde bû, gelek gund û gundewar hene divê kar li ser wan bi taybetî were kirin.”

‘Gelek kêmasî di warê tenduristiya jinan de hene’

Nor Jalal di berdevamiya axaftina xwe de diyar dike ku gelek kêmasî di mijara tendirustiya jinan de hene, pêdiviya jinan heye ku baştir bedena xwe nas bikin û nexweşiyên ku divê di pêvajoyên temenê xwe de bi wan dikevin zanibin û wiha pêde çû: “Bi riya hemleyên hişyariyê ku cihên ewlekar û di  ragihandinê de xetên germ aktîf di rewşên lezgîn de ji bo tendirustiyê bi jinan bidin nasîn. Her wiha di nava derdora wê malbatî ya teng de yan di civakê giştî de piştgiriya derûnî yek ji pêdiviyên jinan a bingehîn e. Ji bo jin krîzên xwe derbas bikin pêşkêşkirina piştgiriyê jî rêbaza herî girîng e bi taybetî dema girêdayî tundûtujiya bedenî yan derûnî be.”

Nor Jalal di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku astengiyên herî zêde li pêş wan weke perwerdekarên girêdayî aliyên fermî, şermkirina jinan ji derbirandina êşa xwe de bû lewma pêdiviya wan bi rûniştinên taybet heye ku bi aramî li ser tendirustiya zarokanînê nîqaş bikin. Li gel hişyariya bi nexweşiyên cuda yên malzarok û astengiyên li pêş wan jinan kêm bikin dema bên ba bijîjk.

‘Tendirustiya baş a derûnî ya jinan hêza malbatê xurtir dike’

Rojnameger û nivîskar Şeyma El-Şewarbî dibêje ku tiştê ku saziyên hikumetê, saziyên navxweyî û saziyên jinan bi taybetî di mijara tendrustiya jinan de pêşkêş dikin pêdiviya jinan bi ked, xizmet û hemleyên hişyariyê yên din heye ku li gorî wan be û wiha nêrîna xwe anî ziman: “Jin bi pirsgirêka ducanî, mêjandinê re rûbirû dimînin. Ji ber vê jî hişyariya xwe bi metirsiyên nexweşiyên bedenî û yên zarokanînî ku divê pê bikevin winda dikin. Beşek mezin ji jinan barê berpirsyariyên malê bi giştî rakirine ser milên xwe lewma barê wan giran dibe pêwîstiya wan bi piştgiriya derûnî heye ku gelek di vê mijarê de tê paşguhkirin. Tendirustiya derûnî ya jinan hêza malbatê xurtir dike û nifşeke saxlem derdixe ku kar bike ji bo civaka rast ava bikin. Lewma ev mijarek gelekî girîng e. Divê di ber çavan re bê derbaskirin û piştgiriya jinên ku li malê rastî tundiyê tên û jinên malbatan xwedî dikin bê kirin.”