Di sala 2021’an de bûyerên kuştin û xwekuştinên jinan li Başûrê Kurdistanê

Di sala 2021’an de buyerên kuştin û xwekuştinên jinan li gora sala borî ji sedî 39 heta 54 zêde bûye. Di nava salê de hejmara jinên hatine kuştin, xwe kuştine yan jî hewil dane xwe bi kujin 83 ne. Sedemê van buyeran jî bi pirsgirêkên civakî ve girê didin û bi navê namûsê dikujin.

ŞINYAR BAYÎZ
Navenda Nuçeyan - Li Herêma Başûrê Kurdistanê her diçe kuştinên jinan di bin navê namus û pirsgirêkên civakî de zêde dibin. Li gorî daneyên hatine berhevkirin di nava 9 mehên salê de 10 hezar û 625 bûyerên tundîtujiyê hatine tomarkirin. Eve jî li gora 9 mehên sala 2020’an ji sedan 39.54 zêde bûye. Li gorî daneyên berdest 83 jin hatine kuştin. Bi hinceta pirsgirêkên wan ên derunî hebûn ji ber wê xwe kuştine li ser bûyeran tên girtin û bi vî awayî piranî malbat sedemê kuştina jinan di veşêrin.
Destpêka sala 2021’an buyerên kuştina jinan bi vî awayî ne
Meha Çile
Êvara 1-1-2021 li bajarê Silêmaniyê li ser pira perîneya çarçira, li ser ceda 60 metrî nêzî Familî Moll jina bi navê Şilêr a temen 24 salî ji Kamyarana Rojhilatê Kurdistanê bûye û weke koçber li Silêmaniyê dijî hewil da xwe bikuje. Şilêr xwe avêt pêşiya seyarê, hema piştî bûyerê bi lez radikin beşa lezgîn a nexweşxaneya bajarê Silêmaniyê, piştî demek dermankirinê wê li jiyanê vedigerînin. 
1’ê Çile: Zaroka keç a 10 salî li gel bavê xwe yê 34 salî ji ber sedemê belavbûna xazê li mala xwe ya li seyrangeha mêrgepan ya ser bi bajarê Silêmanî jiyana xwe ji dest dan.
5’ê Çile: Jinek ciwan ya Êzidî bi navê Ehlam Xêrû ku koçbere li kampa Şarya ya Dihokê xwe xeniqand û sedemê xwekuştina wê nayê zanîn. Di nava 24 saetan de jinek din a ciwan bi navê Esmehan a temen 20 salî li qampa Îsyan a navçeya Şêxana girêdayî Dihokê xwe xeniqand. Esmehan ji hevjînê xwe cûda bû û li gel malabata xwe dijiya. Di sala 2014’an de ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên ser Şengalê ji Siba Şêx Xidire koçberî qampa Îsyan bûye.   
7’ Çile: Koçberekdin a Êzidî Selma Suad Waltî ya 15 salî ji Gurezêr ya navçeya Bêrsîvê ya girêdayî Dihokê ye li Dihokê xwe kuşt.
9’ê Çilê: Li taxa Delal a bajarokê Zaxo ya girêdayî Dihokê jinek temen 25 salî xwe ji qata sêyem ya avahiyê avêt xwar û jiyana xwe ji dest da.
10 Çile: Li Şêladizê ya girêdayî bajarê Dihokê Sitî Ebdî Yusif Birî bi guleyê ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin. Hat zanîn ku hevjînê wê dema ku demanceya xwe paqij dikir bi xeletî gule pê ket û hevjîna wî hat kuştin.
14 Çile: Jinek temen 23 salî ya runiştvana gundê Hurîn ê ser sînorê bajarokê Derbendîxan hewil da xwe bi kuje. Dema derdor pê hesiya wê bi lez rakirin beşa lezgîn a nexweşxaneyê piştî 3 rojan jiyana xwe ji dest da. Gundiyên şahidê bûyerê diyar kirin ku nêzî 5 mehane deruniya wê têk çûye û gelek caran hewil daye xwe bikuje, lê belê ji aliyê malbatê ve hewildanên wê yên xwekuştinê hatine asteng kirin, bi taybet dayik û xuşka wê rê nedan ku xwe bi kuje.
16 Çile: Li gundê Gamêştepe ya girêdayî bajaroka Guwêr a ser bi bajarê Hewlêr jinek ciwan ji aliyê birayê xwe ve bi guleyê hat qetilkirin. Hat hînbûn sedema bûyerê jî mêrê ku jina ciwan pêre bizewice ne bi dilê birayê wê bûye, ji ber wê jî xwişka xwe û hevjînê wê gulebaran kir. Di necamê de keçikê jiyana xwe ji dest da û hevjînê wê jî birîndarbûn. Cenazeyê keçikê û hevjînê wê yê birîndar rakirin Nexweşxaneya Emergenciya Hewlêrê.
18 Çile: Jina ciwan a 18 salî Îman Araz Zerar bi tebancê dawî li jiyana xwe anî. Şahidê bûyerê diyarkirin ku Îman xwendevana pola 12’an a dibistana amadeyî bû û sedemê xwekuştina wê nayê zanîn. Lê belê dayik û bavê Îman gotin ku nexwşiya sinir bi keça wan re hebû û wan tu kes tometbar nekirin.
19 Çile: Nêzîkî Qişleya Koyê otomobîlek hat gulebarankirin û jinek birîndar bû. Dadwer biryar da ku tewanberê bi navê Î.T.E birîndabû. 
Meha Sibatê 
1’ê Sibatê: Li taxa Rihîma ya bajarê Kerkukê du xuşkên ya biçuk 19 û ya mezin jî 25 salî bi guleya birayê xwe H.X.N ê 33 salî ve hatin kuştin. 
13’ê Sibatê: Li taxa Şêx Mihyedîn ya bajarê Silêmaniyê jina bi navê K.N ya 27 salî li mala xwe xeniqandî hat dîtin. 
14’ê Sibatê: Li gundê Mamhunte yê girêdayî Guleleya ser bi bajarokê Xaneqinê yê Diyale dû birayan xuşka xwe ya 17 salî Liqaî Hebî 21 salî kuştin û avêtin çemê li ber gund re derbas dibe. 
16 Sibatê: Li gundê girêdayî bajarokê Berdereş ya Dihokê keça tenê ya malê P. Ş. M ya 19 salî di roja daweta xwe de xwe xeniqand.
17 Sibatê: Xwendevana 17 salî li dibistana Amedeyîya Keçan ya Kurdistanê li taxa Serkarezî ya bajarê Silêmaniyê ji qata sê ya dibistanê xwe avêt. Jiyana xwe ji dest neda lê rewşa wê ya tenduristiyê nebaşe.
Meha Adarê
1’ê Adarê: Li gundê Lekanî yê Akrê mêrê binavê Ç.M.R hevjîna xwe li mala bavê wê kuşt û hîna jî kujer nehatiye girtin. 
2’ê Adarê: Cenazeyê jinek a hat hînbûn sala 1993’an hatiye dinê ji Qeladizê gihand nexweşxaneyê lê sedema mirina wê nehat zanîn.
6’ê Adarê: Li taxek a Silêmaniyê jinek ciwan a 14 salî bi guleyê dawî li jiyana xwe anî. 
7’ê Adarê: Jinek ciwan a 15 salî li Silêmaniyê xwe şewitand. 
8’ê Adarê: Di Roja Jinên Cîhanê de li nexweşxaneya Emergency ya Silêmaniyê jinekê ji ber şewatê jiyan xwe ji dest da.
10’ê Adarê: Li Çarqurne ya girêdayî Ranya mêrekê jinek a temenê wê 35 salî biguleyê giran birîndar kir. 
20’ê Adarê: Di cejna Newrozê de li qamp Domîz ya nêzî sînorê Dihokê Aycan Abdulah a 15 salî ku ji Rojavayê Kurdistanê ye ji ber parçeyên fîşekên hewayî yên bi serê wê ketî jiyana xwe ji dest da.
22’ê Adarê: Dayika du zarokan Aşna Reuf ya 24 salî bi awayek şewitî rakir Nexweşxaneya Çemçemal, ji ber rêjeya zêde ya şewatê 27’ê mehê jiyana xwe ji dest da. 
24’ê Adar: Jina li herêma Soran ji aliyê hevjînê xwe ve hatî gulebarankirin û nexwest navê xwe bide got: “Bûyer ji ber pirsgirêkek civakî çêbû. Rojek berê hevjînê min hat malê û destê xwe dirêjî çekê kir, ez gulebaran kirim û hewil da min bikuje lê min xwe parast û nehêla bi min bikeve. 
26’ê Adarê: Li Kerkukê hevjînê Ala Abdulcemîl Tirkmen yê bi navê F. Î. S wê di şewitîne û ji cihê bûyerê direve. 
27’ê Adarê: Li gundê Çewrî yê Nawçola Kifriyê dayika du zarokan H.M ya 25 salî ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin û kujer hîna nehatiye girtin.
29’ê Adarê: Fermanbera wezareta elektirîkê ya hikumeta herêmê Şadî Abdula ji aliyê mêrek ê di heman wezaretê de peyîwirdarabû ji ber daxwaza wî ya zewacê nepejirand ve hat gulebaran kirin û li Nexweşxana Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.
Meha Nîsanê
8’ê Nîsanê: Li bajarokê Kifrî yê Germiyanê Leyla Fazil a sala 1968’an ji dayik bûye ji ber sedemên nayê zanîn xwe şewitand û jiyana xwe ji dest da.
13’ê Nîsanê: Li Hacî Avaya Raperînê Î. A ya 16 salî bi çekê hewil da xwe bikuje, giran birîndarbû, ew rakirin nexweşxana Silêmaniyê.
13’ê Nîsanê: Li taxa Newroz ya Ranya xwendevana 23 salî S.X.R. xwe xeniqand û cenazeyê wê gihandin nexweşxaneya giştî ya Ranya.
15’ê Nîsanê: Jinek ciwan a 23 salî ku dayika zarokek keç a şeşmehîye, ji hevjînê xwe aciz dibe û diçe mala bavê xwe. Bavê wê jî wê dibe ser kaniya Lele ya nêzî Ziyê Biçuk dikuje û davêje çem. 
16’ê Nîsanê: Li taxa Badewî ya Hewlêr jina ciwan a 22 salî dayîka sê zarokane ji hevjînê xwe aciz dibe û diçe mala bavê xwe. Hevjînê wê du birayên xwe dide gel xwe û bi ser mala bavê hevjîna xwe de digire, malê gulebaran dike û bi wî awayî hevjîna xwe qetil dike.
18 û 19’ê Nîsanê di nava 24 saetan de hêjmara buyerên kuştinên ku ru dane wihane:
Kelar
M.F.H ya 20 salî li taxa Fermanberan dawî li jiyana xwe anî. Hat zanîn ku sedema xwekuştina wê ji ber pirsgirêkên malbatî bûye.
Silêmanî
Li gundê Jale yê Silêmanî Kîjan a 19 salî di mala xwe de xwe xeniqand, hat zanîn ku malbata Kîjan ê giliyê hevjînê wê kiriye, lê heta niha nehatiye girtin. 
Kerkuk
Li gundê Qulî Beg ê girêdayî şaredariya Şuwan a ser bi Kerkukê xwendevana zanîngehê Fênik Tahir a 20 salî bi dû guleyan dawî li jiyana xwe anî. Li gora gotinên malbatê demek dirêje nexweşiya penceşêrê pêre peyda bûye û ev nexweşî li hemû laşê wê belav bûye ji ber giraniya nexweşiyê dawî li jiyana xwe aniye. 
Hewlêr 
Li taxa Girê Sor a Binselewa Hewlêrê jinek ji hevjînê xwe aciz dibe û diçe mala dayika xwe, hevjînê wê jî bi çekê li ser mala dayika wê de digire.
24’ê Nîsanê: Li bajaroka Şêxan a girêdayî Dihokê ji ber pirsgirêka zeviyan di navbera cotyaran û xwediyê malê de şer derket. Di encamê de dayika sê zarokan a 30 salî ku ji bo serdanê çuyî mala bavê xwe bi guleyê jiyana xwe ji dest da.
Meha Gulanê
1’ê Gulanê: Li taxa Çarçira ya Silêmanî H.V ya 30 salî ji qata pêncê ya avahiyê xwe avêt xwar.
5’ê Gulanê: Xwendevana binavê M.A.M ya 21 salî ji taxa Hunerî ya Silêmaniyê ye, li Hewlêrê dixwend ji wesayîtê ket û jiyana xwe ji dest da. 
6’ê Gulan: Bijîşk Rexdaw Hesên a li Nexweşxana Kerkukê dewam dike ji aliyê hevjînê xwe Fîras Dehame yê li Nexweşxaneya Medîne Tib a Bexdayê kar dike ve hat gulebaran kirin û bi sê guleyan birîndarbû. 
17’ê Gulan: Li taxa Kazîwî ya Silêmanî mêrê binarê Ednan Xalid hevjîna xwe Sînor gulebaran kir û bi sê guleyan di kuje, piştre jî xwe dikuje.
19’ê Gulan: Cenazeyê dû xuşkanên bi navê Ala Atiye Ehmed Salih 30 salî û Rexde Atiye Ehmed Salih a 32 salî hat dîtin ku ji aliyê kesek ne nas ve bi guleyê hatine kuştin. 
24’ê Gulan: Li bajaroka Berdereş cenazeyê jinek temen 35 salî hat dîtin û li ser bedena wê şopê guleyan hebû.
30’ê Gulan: Li gorîstana Seywana bajarê Silêmaniyê cenazeyê jinekê hat ditîn ku li ser laşê wê cihê çend guleyan hebû. Cenaze rakirin Dadgeha Silêmaniyê, li gorî lêkoînên li ser cenaze hatîn kirin hat zanîn ku temenê wê 30 salî ye û ne ji Başûrê Kurdistanê ye. 
Meha Hezîranê
1’ê Hezîranê: Di encama şerê di navabera dû malbatan de li devera Şoreş ya ser bi qezaya Çemçemalê dû jin birîndar bûn, yek ji wan 36 salî ya din jî 37 salî ye. 
2’ê Hezîranê: Jina ciwan Şîraz Îbrahîm a 19 salî li taxa Rizgarî ya Germiyanê piştî ku şewitî rakirin nexweşxaneya Şehîd Hejar a Kelarê lê ji ber şewata zêde jiyan xwe ji dest da.
3’ê Hezîranê: Li Çemçemal dayika 5 zarokan Derya ya 30 salî ji ber şewatê rakirin nexweşxaneyê Şehîd Pêşraw, ji ber ji sedî 55 şewatê di 7’ê mehê de jiyana xwe ji dest da.
4’ê Hezîranê: Xwendekara pola 7’an Fexriye Dexil Reşo ya 17 salî ku ji ber êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê di sala 2014’an li Şengalê û koçberî Dihokê bûyî li kampa Xanikê dijiya dawî li jiyana xwe anî.
7’ê Hezîranê: Li taxa Bekrecû ya Silêmanî M.K.A hevjîna xwe ya jê cudabûyî lê di heman malê de dijiyan kuşt. 
11’ Hezîranê: Cenazeyê jinekê li gundê Ezîz Awî ya Silêmaniyê hat dîtin. Li gorî lêkolînê hat zanîn ku navê jina cenazeyê wê hatî dîtin Bijwên Osman e û temenê wê 31 salî ye.
11’ê Hezîranê: Seroka rêxistina dakokî li karkirina biyanî ragihand jinek 35 salî bi navê Radama ku Nepaliye dawî li jiyana xwe anî.
15’ê Hezîranê: Ahu Feteh 49 salî û ji Rizgarî ya Kelarê dema nan çêdikir xaz pêve teqiya û ji ber şewatê jiyana xwe ji dest da. 
17’ê Hezîranê: Hêlîn Ehmed a 19 salî ji ber xwarina hebên qelewiyê li bajarê Hewlêr jiyana xwe ji dest da. Malbata Hêlînê dan diyarkirin ku keça wan ji ber xwarina 30 heta 60 qotiyên heban dengeya wê xira bû heta gihandin nexweşxaneya Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.
18’ê Hezîranê: Di dawetek a li Teqteq a Koyê de jina ciwan Evîn Ehmed a 19 salî ji aliyê pismamê xwe ve bi guleyê hat kuştin. Hat hînbûn ku dema daxwaza zewacê ya pismamê xwe nepejirandiye hatiye gulebaran kirin.
22’ê Hezîranê: Cenazeyê Ş. E ya 21 salî ji taxa qereincir ya Şoreş birin nexweşxaneya şehîd Pişrew û di dema lênêrînê de cihê guleyan li ser laşê wê hat ditîn.  
Meha Tîrmeh
3’ê Tîrmehê: Li taxa Kehreba ya Qeladizê jina bi navê Ş.E.X ji ber şewatê jiyana xwe ji dest da.
5’ê Tîrmehê: Li dihokê jinek 21 salî ji ber sedema nexweşiyê xwe kuşt. 
10’ê Tîrmehê: Cenazeyê jinekê hat dîtin. 
12’ê Tîrmehê: Li Hewlêrê bavê A.R.H ew kuşt û paşê ji cihê bûyerê reviya.
17’ê Tîrmehê: Jina bi navê G. E ya 43 salî ji ber şewatê li Nexweşxana Şehîd Pêşrew a Çemçemal jiyana xwe ji dest da. 
23’ê Tîrmehê: Menîce Ehmed ya 57 salî yek ji rizgariyên enfalê ya ji gundê Çemsorxaw a ser sînorê Qadirkerim bû, piştî ku taxa wan 15 rojan ma bê av, sibehekê dema ku av hat hewil da matora avê pê bixe elektirik girt û jiyana xwe ji dest da.
27’ê Tîrmehê: Dayika sê zarokan Sirwe Salih Mihemed ya 31 salî li taxa Aware ya Kelar a Germiyanê ji ber teqîna tebaxê şewatî. Despêkê rakirin nexweşxaneyê Şehîd Hejar piştî mudaxeleya destpêkê ji ber ji sedî 60 laşê wê şewitîbû rakirin nexweşxaneya Silêmanî li wê jiyana xwe ji dest da. 
26’ê Tîrmehê:  Neda Şeban a 18 salî li Zaxo hewilda xwe bikuje, ji ber birîna demaran li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
Di heman rojê de cenazeyê Î. E ya 18 salî li taxa Gurqereçî ya Teqteqe hat dîtin û birin dadgeha Koyê. 
Meha Tebaxê
9’ê Tebaxê: Cenazeyê jinek 20 salî li Akrê hat dîtin ku cihê guleyan li laşê wê hat ditîn, piştre derket holê ku ji aliyê bavê xwe ve hatiye kuştin.
6’ê Tebaxê: Li taxa Feyliq ya Kerkukê Medya Feyzulah ji aliyê xizmê xwe ve hat kuştin.
20’ê Tebaxê: Dayika zarokekê Niyam Elekram Mihemed Xan a 35 salî di mala xwe ya li taxa Şarewanî ya Helepçe de dawî li jiyan xwe anî.
21’ê Tebaxê: Li taxa Kurdistan a Hewlêr jina ciwan Esam ji aliyê birayê xwe yê bi navê R.A.F ê 27 salî ve hat kuştin.
25’ê Tebaxê: Li Batufaya Zaxoyê Cemîle Xalid a 35 salî ji aliyê birayê xwe ve bi çar guleyan hat kuştin.
Meha Îlonê: 
3’ê Îlonê: X.H.M ya 27 salî û ducanî ji gundê Mesuyî Serçeme ji ber elektirîkê jiyana xwe ji dest da.
6’ê Îlonê: Li Kelar cenazeyê B.A.M a 33 salî xeniqandî hat dîtin. 
7’ê Îlonê: Li Hewlêr Leylan Azad Mehemed ji aliyê hevjînê xwe yê bi navê K.M.H bi guleyê hat kuştin û piştî bûyerê kujer hat girtin.
11’ê Îlonê: M.K.K a 18 salî li mala xwe ya li taxa Bextiyarî ya Soran xwe xeniqand.
Meha Cotmehê
14’ê Cotmehê: Li Ranya Dinya Ehmed a 20 salî ku sê salin zewiciye dawî li jiyana xwe anî.
16’ê Cotmehê: Li Hewlêr du xuşkên bi navê Besoz û Eynaz Erşad di bîrek avê de xeniqin. Li gora zanyariyan bîra avê pişt mala wan bû, dema diçin ser bîrê herdu dikevin nav bîrê û di xeniqin.
18’ê Cotmehê: Li ser rêya Hizûb ya diçe Hacîawa- Çarqurne qezayek tirafîkê çêbû. Di qezayê de mamaostaya Beşê Zanîstên Bijîşkî ya Zanîngeha Raperîn Bêgerd Xalid jiyana xwe ji dest da. Li gora zanyariyan hevjîn û zarokên wê jî li cihê buyerê birîndar bûn.
Meha Mijdarê 
11’ê Mijdarê: Li Hewlêr jinek dû canî ya 25 salî hat kuştin. Piştî buyerê hevjînê wê hat girtn û heta niha tu zanyariyek li ser wê buyerê nehatiye belavkirin.
12’ê Mijdarê: Birayê hevjînê Hêlîn Ebas Ebdulah a 20 salî N. R. E yê 13 salî bi tebancê dilîze. Di wê navberê de guleyek ji nav destê wî diçe bi serê Hêlînê dikeve û jiyana xwe ji dest dide. 
17’ê Mijdarê: Xwendevana zanîngehê D. V. E ya 23 salî û ji Xaneqînê dema li Silêmaniyê dixwend xwe ji qata 9’an a avahiya lê dima avêt û jiyana xwe ji dest da.
19’ê Mijdarê: Li taxa Şurceya bajarê Kerkukê cenazeyê du hevjînan hat dîtin ku navê wan E.F û N.B ji aliyê dizên ketîn mala wan ve hatin kuştin. 
28’ê Mijdarê: Li taxa Garzan a Hewlêr, mêrê bi navê H.E.Q gule li hevjîna xwe barand û hevjîna wî birîndar bû. Dema ku polîs çûn mala wan li cihê buyerê çekên keleşînkof, demance û kêr dîtin.
Meha Kanunê
6’ê Kanunê: Li gundê Lacan ê Şemamik ê Tureq cenazeyê dû kesan hat dîtin, piştre derket holê ku ew cenazeyê E.F.Ş ê 24 salî û jinek 18 salî ya bi navê X.Q.A ne.
13’ê Kanun: Li nêzî goristana Bekrecu ya nû ya Silêmanî cenazeyê jinekê hat dîtin. 
18’ê Kanunê: Hawjîn Mehemed a 17 salî li devera Diyala ya Soran dawî li jiyana xwe anî û heta niha sedemê xwekuştina wê nayê zanîn.