Navenda Nûçeyan - Amadekirina filafilê, despêkê nokan dixin avê û rojekê di nava avê de dihêlin paşê xweşik li hev dixin heya dibe hevîr. Ji bo tamê bixinê xwê, îsota sor û reş, karbonat û sîr dixin û carekdin xweşik li hev dixin. Dema ku biharatên ketine navê jî baş tama xwe da hevîrê nokan êdî qalibê amade yê ji bo şêwedayînê didin destê xwe û weke gilokên biçuk di wî qalibî re derbas dikin. henek gilover çêdikin, hinek jî weke bazinan nava wê vekirî çêdikin. Paşê li ber ron xweşik sor dikin û êdî amadeye dikar li ber şînkahî û seletê li ser sifrê bê danîn.




