Di Çarşema Serê Nîsanê de şehîdgeh hat ziyaretkirin

Di cejna Çarşema Serê Nîsanê de civaka Êzidî şehîdgeha şehîd Berxwedan û Dilgeş ziyaret kir, xêra şehîdên xwe belav kirin.

Di Çarşema Serê Nîsanê de şehîdgeh hat ziyaretkirin

Şengal – Îro cejna Çarşema Serê Nîsanê ya Feqîran e.  Sibehê zû xelkê Êzidî berê xwe da şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Dilgeş. Li vê derê şehîdên xwe bibîr anîn, cejna hev pîroz kirin û xêran belav kirin. Zarokan jî xêrên ku li ser goran hatibûn belavkirin ji bo xwe kom kirin.

Endama saziya malbatên şehîdan Dayê Pakîz ku yek ji dayîka şehîdan e ev cejn li şehîdan, li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li civaka Êzidî, li gerîla pîroz kir û got: “Em di vê cejna Çarşema Serê Nîsanê de hatin cejna şehîdên xwe. Em çiqas dûr jî bin em her dem tên. Ev roj kewna dinyayê ye, erd û asîman di vê rojê de ji hev cuda bûn. Em hêvî dikin ku ev cejn bibe cejna xêr û xweşiyê, bibe serkeftina Şengalê. Em ê tu carî terka şehîdên xwe nekin. Wan dema DAIŞ’ê êrîş kir, ji bo rizgariya Şengala me şer kirin û şehîd bûn.”

Dayîka şehîd Dijwar Feqîra daye Xoxê jî cejna Serê Sala Êzidiyan li koçek û şikestên xwe, li civaka Êzidî, li şehîdan pîroz kir û got: “Em di vê cejnê de hatine serdana şehîdên xwe. Ji bo xêra ruhê wan me tişt anîne ser tirban.”

Piştî ziyareta şehîdgehê wê xelk serdana hev bike.

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.