Dayikên Şemiyê: Bila dosyaya Nezîr Acar ji nû ve bê vekirin

Dayikên Şemiyê di hefteya 885’an a çalakiya xwe de aqûbeta Nezîr Acar ê ku dosyaya wî bi demboriyê hat girtin pirsîn. Dayikên Şemiyê yên xwestin dosya ji nû ve bê vekirin gotin, ew ê ji bo hemû windayan dest ji daxwaza edaletê bernedin.

Stenbol– Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta windayan bipirsin û eşkerekirin û darizandina kujerên wan, her hefte li Qada Galatasarayê tên cem hev, di hefteya 887’an de jî çalakiya xwe ji ber şert û mercên pandemiyê, bi riya online li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de, kiryarên Nezîr Acar ê ku di 8'ê Nîsana 1992'an de li Kerboarana Mêrdînê hat binçavkirin careke din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.

“Em ê li pey windahiyên xwe bin”

Birayê Nezîr Acar Salîh Acar di çalakiyê de axivî û diyar kir ku piştî leşker û JÎTEM'ê li Kerboranê avêtin ser mala ku birayê wî çûbû mêvandariyê, bi 2 hevalên xwe re hatine binçavkirin û wan birine fermandariya tabûra cendirmeyan. Salîh Acar wiha got: “Hevalên wî gotin me qêrîna Nezîr bihîstiye. Lê me ji wê rojê pê ve tu agahî jê negirt. Ji wê rojê ve em li wî digerin. Dema bavê min çû tabûrê, gotin ‘ew ne li vir e’. Ji wê rojê ve rayedarên dewletê tu agahî nedan me. Gorek birayên me jî nîn e. Em dixwazin gora wî hebe. Em dixwazin hestiyên wî bidin me. Em ê weke Dayikên Şemiyê li pey windahiyên xwe bin."

"Şahid nehatin guhdarkirin"

Piştî Salîh Acar parêzerê dosyayê Veysel Vesek axivî û diyar kir ku Halîl Acar bi salan li kurê xwe digeriya. Veysel Vesek anî ziman ku Nezîr Acar ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan a Kerboranê ve hatiye binçavkirin û careke din ji wir derneketiye, îşaret bi serlêdanên wan ên li dozgeriyê kir. Veysel Vesek da ziman ku serlêdanên piştî sala 2005'an hatine kirin nehatine berçavgirtin û şahid nehatine guhdarkirin, diyar kir ku ji bo dosyayê biryara neşopandinê hatiye dayîn. Veysel Vesek destnîşan kir ku efser Mustafa Kemal Şen û cerdevanê gund Kemal Akkaya yên ku Nezîr Acar binçav kiribûn tevî ku nasnameya wan hat aşkerakirin jî weke gumanbar nehatine lêpirsînkirin û diyar kir ku, di sala 2011'an de dosya bi neşopandinê bi encam bûye, dosya bi demboriyê hatiye girtin. Veysel Vesek her wiha bi bîr xist ku îfadeya efser Mustafa Kemal Şen a ku piştre hatiye girtin jî weke gazindker hatiye girtin û destnîşan kir ku der barê sûcdarên rast de lêpirsîneke bi bandor nehatiye meşandin.

“Hevjîna wî rastî derb û gefan hat”

Daxuyaniya çapemeniyê ya hefteya 887'an ji parêzerên Dayikên Şemiyê Gurbet Yavuz, xwend. Gurbet Yavuz, bal kişand ku dosyayên windakiran bi demboriyê hatine hiştin û işaret bi dosyaya Nezîr Acar kir. Gurbet Yavuz, anî ziman ku Nezîr Acar li navçeya Kerborana Mêrdînê dijî û diyar kir ku ew bi karê sewalkariyê re mijûl bûye û gelek caran leşkeran avêtine ser mala wê û wê û tehdîd kirine. Gurbet Yavuz agahî da ku Nezîr Acar ji ber serdegirtinan mala xwe guhertiye lê dîsa mala wî ji aliyê leşkeran ve hatiye dîtin, mala wî hatine serdegirtin û hevjîna wî Celîlê Acar jî hatiye derbkirin û gefan lê xwarine.

"Ji Nezîr Acar careke din agahî nehat girtin”

Gurbet Yavuz, destnîşan kir ku dema Nezîr Acar di 8'ê Nîsana 1992'an de ji bo kirîna sewalan diçû maleke li Kerboranê, leşkerên di bin fermandariya efserê cendirmeyan Kemal Şen de avêtin ser malên li herêmê û wiha got: “Mal yek bi yek hatin lêgerînkirin.Di serdegirtina mala ku Acar lê bû de Acar û 2 kesên din hatin binçavkirin. Leşkeran çavên wan girtin û van birin Fermandariya Cendirmeyan a Kerboranê. Derengiya şevê du kes hatin berdan û ji Nezîr Acar carek din agahî nehat girtin. Bav Halîl Acar ji bo dîtina kurê xwe serî li Qeymeqamê Dargeçîtê, Qeymeqamê Mêrdînê û Fermandariya Alaya Mêrdînê da lê serlêdanên wî hat berçavgirtin. Binçavkirina Nezîr Acar hat redkirin.”

Bavê ku li kurê xwe geriya rastî gef û îşkenceyê hat

Gurbet Yavuz, anî ziman ku bav Halîl Acar û hevjîna wî Celîle Acar ku li Nezîr Acar digeriyan, hatin binçavkirin û birin qereqola cendirmeyan û Halîl Acar ê ku 5 rojan di bin çavan de hat girtin rastî îşkenceyê hat û diyar kir ku fermandarê payebilind ê midûriyeta polîsan ji Halîl Acar re gotiye "Me çawa kurê te kuşt, em ê te jî wisa bikujin” û gef lê xwariye.

“AYM'ê serlêdan qebûl nekir”

Gurbet Yavuz da zanîn ku malbat ji ber zilmê neçar ma koç bike û wiha got: “Halîl Acar ê ku di vê atmosfera tirsê de nikaribî tedbîrên hiqûqî bigire, di 28’ê Kanûna 2005’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Hezexê da. Serdozgeriyê di 16'ê Çileya 2009'an de biryar da ku pêwîstî bi peyketin nîne. Îtîraza malbatê ya ji bo lêpirsîneke bi bandor nehat kirin jî ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve hat redkirin. Di 16'ê Mijdara 2012'an de dosyaya Nezîr Acar bi hinceta ku dema demboriyê derbas bûye hat betalkirin. Li ser vê yekê malbatê di 16'ê Çileya 2013'an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Li aliyê din Dadgeha Destûra Bingehîn bi hinceta ku lêpirsîn beriya destpêkirina rayeya dadgehê ya ji aliyê demê ve bi dawî bûye, serlêdan nayê qebûlkirin dît.”

Daxwaza lêpirsînek nû hat kirin

Gurbet Yavuz, da zanîn ku kesên Nezîr Acar binçav kirin û yên ku piştî li Fermandariya Cendirmeyan a Dargeçîtê bi îşkenceyê îfadeya wî girtine, di qeydên personelên dewletê de hatine qeydkirin û got, ger bi lêpirsînek bi bandor bihata kirin sûc û sûcdar dê bên eşkerekirin. Gurbet Yavuz xîtabî meqamên edlî kir û got; “Dem nikare bibe wesîleya veşartina sûc. Em daxwaz dikin ku hemû biryarên demboriyên di dosyaya Nezîr Acar de hatine dayîn bên rakirin, lêpirsîn ji nû ve bê vekirin û lêpirsîneke bi bandor bê meşandin. Çend sal derbas bin bila derbas bibin jî em ê ji bo Hasan Ocak û hemû windakiriyên xwe edaletê bixwazin, bendên hiqûqê bi bîra dewletê bixin û dest ji Qada Galatasarayê ku 188 hefteyê ji me re hatiye qedexekirin, bernadin.”