Dayikên Şemiyê aqûbeta 3 ciwanên ku bi îşkenceyê hatin qetilkirin pirsîn

Dayikên Şemiyê ji bo Îkram Îpek, Servet Îpek û Seyîthan Yolur ên tevî derket holê ku di binçavan de bi îşkenceyê hatine qetilkirin, lê ji aliyê rayedaran ve hatin redkirin daxwaza edaletê kirin.

Stenbol- Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta windayan bipirsin û darizandina kujerên wan, her hefte li Qada Galatasarayê tên cem hev, çalakiya xwe ya hefteya 896’an de ji ber şert û mercên pandemiyê, bi riya online li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îkram Îpek, Servet Îpek û Seyîthan Yolur ên ku di 18'ê Gulana 1994'an de di operasyona leşkerî ya li Gundê Beşişt ya mezraya Dehla Zera ya navçeya Licê ya Amedê hat kirin de, hatibûn binçavkirin û windakirin, hat pirsîn. Di çalakiyê de ewilî pismamê Îkram û Servet Îpek Azamettîn Îpek mafê axaftinê girt.

Şahidên bûyerê: Bi îşkenceyê hatin qetilkirin

Azamettîn Îpek da zanîn ku di serdegirtina gundê wan de hemû gundî li ber dibistanê hatin cem hev, malên wan hatin şewitandin û di nav de pismamên wî jî hebûn 6 ciwan hatin binçavkirin, diyar kir ku ciwan li wesayitên ku li dervayê gund hatibûn rawestandin hatin siwarkirin. Azamettîn Îpekê got ku ciwan birin tabûra leşkerî ya Licê û diyar kir ku şahidên bûyerê gotine ku ciwan heta sibehê rastî îşkenceyê hatine û bi vê îşkenceyê 3 ciwan hatine qetilkirin.

“Ji rêyên qanûnî tu encam nehat girtin”          

Azamettîn Îpek, anî ziman ku dema malbatên wan çûn tabûrê, leşker bi gotina "Me kes nebirin, kes neanîn vir" paşve şandine û gef xwarinê, ji malbatan re gotin, 'Eger hûn nêzî tabûrê bibin, em ê gulê bibarinîni’. Piştre jî daxwazname pêşkêşî gelek saziyan kirin, lê tu kesî ev daxwazname qebûl nekir. Malbatan piştre serî li ÎHD'ê dan. Dosya çû AÎHM’ê. Lê Tirkiyê pêkanîna operasyonê înkar kir.

"AÎHM Tirkiye sûcdar dît"

Azamettîn Îpek, anî ziman ku DMME’yê pişt re Tirkiye sûcdar dît û got lê lêpirsîna ku piştre hat vekirin, bi neşopandine encam bû. Azamettîn Îpek jî diyar kir ku di çarçoveya lêpirsînê de gor hatin vekirin û da zanîn ku wan nimûneyên DNA’yê dane, lê tu bersiv ji wan re nehatiye dayîn.

“Dê lêgerîna maf û edaletê bidome “

Piştre parêzerê malbatê Osman Baydemîr mafê axaftinê girt. Osman Baydemîr diyar kir ku ev 28 sal in tu agahî ji 3 ciwanan nayê girtin, da zanîn ku dosyaya ku Komîsyona Hiqûqê ya Şaxa İHD'ê ya Amedê pêşkêşî AÎHM'ê kiriye biryara binpêkirinê ya herî giran e. Osman Baydemîr diyar kir ku tevî vê yekê jî di hiqûqa navxweyî de xwe ne gihandinê kiryaran û wiha got: “Tevî biryara AÎHM'ê jî edalet pêk nehat. Heta ku edalet pêk neyê, aqûbeta yên hati binçavkirin neyên zanîn û kiryarên kesên di binçavande hatin rastî binpêkirinên neyên darizandin, lêgerîna maf û edaletê dê bidome.”

“Mal û gov hatin şewitandin”

Daxuyaniya çapemeniyê ya hefteya 896’an endamê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Karun Yildiz xwend. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em 28 salin dipirsîn; Îkram Îpek, Servet Îpek û Seyîdxan Yolur li ku ne? Di 18'ê Gulana 1994'an de saet derdora 10.00'an de li Gundê Tûrelî ê Mezreya Dehla Zera ku nêzî 20 malbat lê dijîn, bi sedan leşkerên bi unîformayên leşkerî operasyon li dar xistin. Li gorî îfadeyên şahidan, leşkerên Tûgaya Komando ya Boluyê ji wesayîtên xwe peya bûne û ketine mezrayê. Helîkoptereke leşkerî jî bi operasyonê re bû. Leşkeran ferman da gundiyan ku malên xwe terk bikin û li baxçeyê dibistanê li derveyî mezrayê kom bibin. Nasnameyên mêrên yên ku jin û zarokan hatin veqetandin hatin komkirin.Komek leşker di mezrayê de man. Komek din jî li dibistanê li ber gundiyan sekînin. Piştî demekê li mal û govên ajalan te de ne dan ber agir.

“Kesên hatin binçavkirin bi awayekî rasthatinî hatin hilbijartin”

Paşê leşkeran Îkram û Servet Îpek û Seyîthan, Abdûlkerîm, Nûrî û Saît Yolur ên ku bi awayekî rasthatî bêyî ku navan bibêjin bi gotina “Tu, tu”, birin û bi gotina “Ji bo alavên leşkerî bikşînin wesayîtan" van birin. Gundiyên din bi beavkirina nasnameyên xwe hatin berdan. Şahidan ragihandin ku Servet, Îkram û Seyîthan birin Fermandariya Cendirmeyan a Licê, şeva ewil li heman cihî hatin hiştin û piştre wan birin cihekî ji wan cuda. Piştî wê rojê êdî agahî ji 3 ciwanan nehat girtin.

Operasyona li gund hat kirin, hat înkar kirin

Tevî hewldana malbatan jî Serfermandariya Giştî, Waliyê Herêma Rewşa Awarte, Serdozgeriya Komarê ya SSC ya Amedê, Serdozgeriya Licê û Fermandariya Cendirmeyan a Licê gotin, "Li gundê we operasyon nehat kirin, kes nehat binçavkirin."

DMME: Berteka hat dayîn dijî mirovahiyê ye

Malbata ku ji hiqûqa navxweyî encam negirt serî li AÎHM'ê da. AÎHM’yê di danişîna ku li Enqereyê hat kirin de, bi berçavgirtina delîlên ku ji teref alîyan ve hatin pêşkêşkirin, îfadeyên şahidan û parastina erkdarên kamûyê, bi yekdengî biryar da ku Îkram Îpek û Servet Îpek di binçavan de hatin windakirin û mala Malbata Îpek jî bi gundiyên din re hat şewitandin. Her wiha dadgehê bertekên rayedaran ên li dijî serlêdanên malbatê jî weke dijmirovahiyê ye nirxand.

“Divê ji bo ji nû ve darizandinê bikevin nava tevgerê”

Divê biryara AÎHM’ê esas bê girtin û ji nû ve darizandin bê kirin. Em ji bo ku ji aliyê meqamên dadwerî ji nû ve darizandin bê kirin, daxwaza rêziknameya qanûnî dikin. Çend sal derbas bin bila derbas bibin jî em ê ji bo Îkram Îpek, Servet Îpek û Seyîdxan Yolur û hemû windakiriyên xwe edaletê bixwazin, bendên hiqûqê bi bîra dewletê bixin û dest ji Qada Galatasarayê ku 197 hefteyê ji me re hatiye qedexekirin, bernadin.”