Ceffee Cast însiyatîfeke ji bo derxistina jêhatibûna ciwanan e

Ciwanên bi navê Bokira Tûnisî û Safaa Belqasem însiyatîfa bi navê “Ceffee Cast 12” avakirine ku ciwanan di aliyê podcastekê de pêşdixînin.

NECWA RAHIM

Cezayîr- Her du ciwanên bi navê Bokira Tûnisî û Safaa Belqasem ku li gel komek ji ciwanan ku bi teknîkên sererastkirina deng û vîdeoyê re eleqedarin. Ev her du ciwan di bin navê “Ceffee Cast 12” podcastek dane destpêkirin. Însîyatîfa Ceffee Cast 12 xwe amade dike ku waneyan bide ciwanan da ku di pêşerojê de dê çîrokên serkeftî û ezmûnên ciwanan li ser asta neteweyî de pêşkêş bikin. Têkildarî Însiyatîfa “Ceffee Cast 12” Her du ciwan nêrînên xwe û karê ku dikin parve kirin.

“Însiyatîf di sala 2021’an de destpêkir”

Derçûna Masterê ji Fakûlteya Derhêneriya Televîzyon û Şanoya rexne û derhênera kurtefîlman û xwediya gelek xelatan Bokira Tûnsî di derbarê Însiyatîfa “Ceffee Cast 12” nêrîna xwe wiha parve kir: “Însiyatîfa ku di Sibata 2021’an de hatiye despêkirin, wek podcasteke û ji bo danasîna jêhatiyên ciwanan di asta herêmî ya dewleta me de ye. Me hebûna gelek şarezayên ciwan li ser asta Tebesa de dît ku serkeftinên mezin di asta neteweyî û navneteweyî de bi dest xistine, lê em di ser vê kategoriyê de di medyayê de naxwînin û nabihîzin, çi taybet û çi giştî be. Ev yek hişt ku em bi giranî bifikirin ku em li ser platformên medyaya civakî podcastek bidin destpêkirin da ku destkeftiyên ciwanan û her du zayendan bidin naskirin. Ciwanan teşwîq dikin ku di warên cihê de projeyên nû bidin destpêkirin.”

“Ciwan xwe di podcastê de didin nasîn” 

Bokira Tûnsî wiha qala xelekên podcastê dike: “Ji destpêkirina xelekên podcastê hişt ku naveroka dijîtal di warên mîna werzîş, afirandin, sêwran, grafîk, rojnamegerî, tevlîbûna têkoşîna femînîst, wênekêşî û naveroka perwerdehiya dijîtal de hatiye avakirin. Ji xwe xelekên podcastê ji ciwanan re dibe teşwiq ku xwe didin nasîn. Qonaxa yekem a pofcastê, berhemanîn û weşandina pêwendiyeke mezin ji civata xwecihî û ciwanan li ser medyaya civakî wergirtiye. Gelek ji ciwanan azwerin ku di gelek waran de xwediyê şarezayên bi hêzin. Ez  bi hevalê xwe Safaa Belqasem re li ser îhtîmala destpêkirina însiyatîfek ji bo berjewendiya ciwan û xwendekaran bi vekirina podcastek re axivim ku gelek sûdê wê di însiyatîfê de hebû. Em hemû însiyatîf dixwazin ku plotformek dijîtal ku têde materyalên ku ew hilberandine vekin da ku gihîştina temaşevanan û şopîneran hêsantir bike. Her wiha derfetê bide deng û jêhatiyên din.”

“Ez girîngî didim podcastî”

Safaa Belqasem xwendekara beşa Îngilîzî û bi podcast re eleqedare nêrînê xwe wiha parve kir: “Ez jî yek ji sazkarên însiyatîfê me. Însiyatifên bi vê rengî ji bo pêşdebirina geşedana herêmê, aborî û danasîna çalakiyên ciwanan li dewletê girîng e. Her wiha însiyatifên wiha çalakî û bûyeran ronî dike. Ez karê rojnamevaniyê pir hez dikim û girîngî didim podcastî û derhêneriyê.”