Bijîşka Efgan li hember zilma Talîbanê li mala xwe keçan perwerde dike

Bijîşk Şebane Fetah li Perwanê ji ber xuyabûna porê xwe gelek caran rastî gefên Talîbanê hatiye û niha li mala xwe keçan perwerde dike.

BAHARAN LAHÎB

Perwan – Li Efganistanê karmendên tenduristiyê dibêjin ku rastgotinî, dilsozî û dilovanî bingehên xizmeta baş in û têkiliya mirovane ya bi nexweşan re, alîkariya dermankirina wan dike.

Lê ji dema vegera Talîbanê bo desthilatê ve, jinên Efganî di gelek waran de rastî qedexe û zextan tên. Jinên ku di warê tenduristiyê de dixebitin jî, ji van zextan ne parastî ne. Fikarên derbarê destwerdanê de, di kar û jiyana wan a rojane de zêde dibin.

Ji ber xuyabûna porê wê heqaret û gef lê hatin kirin

Bijîşka li parêzgeha Perwanê ya Eganistanê Şebane Fetah, da zanîn ji ber ku beşek ji porê wê xuya bûye, karmendên Hisbe yên Talîbanê gelek caran gef lê xwarine û heqaret lê kirine. Piştî van serpêhatiyan, Şebane biryar daye ku li mala xwe dest bi perwerda keçan bike.

Cilên karmendên jin tên kontrolkirin

Şebane Fetah di du nexweşxaneyên ku yek dewletî û ya din jî taybet in de dixebite. Li gorî Şebane, Talîban karmendan erkdar kirine ku cil û bergên jinên di warê tenduristiyê de dixebitin kontrol bikin. Şebane got ku “Ev destwerdan karê rojane asteng dikin û di nav bijîşkên jin de tirs û fikarê çêdikin.”

‘Bandorek kûr li ser derûniya min hişt’

Şebane Fetah anî ziman ku piştî rizgarkirina nexweşekê ku di navbera mirin û jiyanê de bû, pênc karmendên Hisbe ketin nexweşxaneyê û  ji ber xuyabûna beşek ji porê wê, ji odeyek bang li wê kirine.  Şebane wiha domand: “Li wir heqaret li min kirin, gef li min xwarin û rastî lêpirsînê hatim. Vê bûyerê  bandoreke kûr li ser rewşa min a derûnî hîşt.”

Li hember qedexe û zextan ewê bêdeng nemîne

Şebane Fetah got ku ev serpêhatî nêrîna wê ya li ser rewşa jinan û paşeroja keçên Efganistanê guherandiye. Şebane biryar daye ku li hember qedexeyan bêdeng nemîne û ji bo zêdekirina hişmendiya keçan bixebite.

Ew keçan ji bo avakirina paşerojek baş perwerde dike

Niha Şebane Fetah û xwişka wê li mala xwe ji bo keçan dersên perwerdehiyê didin, hewl didin ku hişmendiya wan zêde bikin û wan ji bo avakirina paşerojeke çêtir piştgirî bikin.