Çinîna titûnê li Xursê bi keda jinan berdewam dike

Li gundê Xurs ê Qoserê, berhevkirina titûnê didome. Emîne Aydemîr a karê tutunê dike, bertek nîşan da û got: "Em ji meha Sibatê heta Mijdarê dixebitin lê xelata ku heq dikin nagirin. Keda jinan bi tevahî nayê dîtin."

EKÎN STÊRK

Mêrdîn – Li gundê Xursê yê girêdayî Qosera Mêrdînê demsala berhevkirina titûnê dest pê kiriye, jin di saetên sibehê de berê xwe didin baxçe û zeviyan, bi sebir û bi baldarî titûna ku bi mehan e çandine berhev dikin. Ji amadekirina axê bigre heta çandina şitlan û berhevkirinê, di her qonaxa hilberînê de beşdar jin dixebitin û bi xebata xwe ya dijwar debara xwe dikin, têkiliya xwe bi axê re didomînin. Jinek ku li gundê Xursê hilberîneriya titûnê dike, tevî hemû zehmetiyan jî karê berhevkirina titûnê didomîne. Hilberîna titûnê ku li ser milên jinan e her wiha çîroka ked û têkoşîna jinan a ji bo jiyanê li deverên gundan vedibêje.

 Emîne Aydemîr, a di karê berhevkirina titûnê de dixebite, li ser xebata xwe ya dijwar û zoriyên ku  pê re rû bi rû dimîne axivî.

Emîne Aydemîr, diyar kir ku ew li Xursê dijî, li gund di karê titûnê de dixebite û wiha axivî: "Ez bi dahata ku ji titûnê qezenc dikim zarokên xwe xwedî dikim. Em di meha Adarê de dest bi çandina tovên titûnê dikin. Piştî wê, şitlan diçînin. Di Tîrmeh û Tebaxê de, em giya radikin. Berhevkirin di meha Îlonê de diqede. Piştî berhevkirinê, em wan dixin rêzê û didin ber tavê. Piştre em wan dixin qaliban û dibin malê. Em her dem wan av didin da ku nerm bibin. Piştre em pel bi pel ji hev vediqetînin, dûjre jî bi makîneyekêdirêj dikin. Di dawiyê de, em wan difiroşin xerîdaran."

'Em tovên xwe jî çêdikin'

Emîne Aydemîr got ku ew tovan ji kulîlkên li serê nebatan çêdikin û wiha domand: "Ev kulîlkên li jor tov in. Dema ku hişk dibin, dibin tov û em wan ji bo çandina sala li pêş hiltînin. Em van tovan deh rojan li ber tavê hişk dikin. Piştî ku kulîlk hişk dibin, em wan bi kêrê dişkînin û tovan derdixin. Di Sibatê de, di serayan de dihêlin. Dûre em van şitlan di meha Adarê de diçînin, baxçeyê xwe bi avdana dilop av didin."

'Em xelata keda xwe nagirin'

Emîne Aydemîr diyar kir ku çandiniya titûnê karekî pir zehmet e û gotinên xwe wiha domand: "Tevî ewqas hewldan û zehmetiyê, tutûn bi erzanî tê firotin. Em di Sibatê de dest pê dikin û heta Mijdarê dixebitin. Em tiştê ku qezenc dikin didin deynên xwe û tenê lêçûnên xwe didin. Dema ku di baranê de şil dibe, bi erzanî tê firotin. Em titûna xwe ya 8 kîloyî bi bihayekî pir kêm difroşin. Xelata keda xwe nagirin. Ev ne tenê tutûna me ye hevkarê me jî heye. Ji ber vê yekê, ji me re pir tişt nemaye. Em hez dikin li axa xwe xwedî derkevim. Ji ber vê yekê em diçînin û hewl didin debara xwe bikin."

‘Hemû berpirsyarî li ser milên jinan in’

Emîne Aydemîr diyar kir ku hemû berpirsyarî li ser milên jinan in û got: “Mêr avdaniyê dikin lê em jin yên mayî dikin. Ji ber vê yekê, em bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Weke jinên Xursî, em alîkariya hev dikin. Piştî karê titûnê, ez diçim li zarokên xwe dinêrim. Ez karên malê jî dikim. Berpirsiyariyên malê jî li ser milên min e.”

Emîne Aydemîr, şêwaza jiyana komunal a li gund vegot û got: "Dema ez alîkariya cîranên xwe dikim, ew tên alîkariya min. Em hemû karên xwe bi hev re dikin. Em jiyana xwe bi awayekî komunal dijîn."

'Keda jinan nayê dîtin'

Emîne Aydemîr, diyar kir ku ew ji bilî çandiniya titûnê di baxçeyê xwe de sebzeyên curbecur jî diçîne û wiha bi dawî kir: "Keda jinan nayê dîtin. Em her gav dixwazin keda jinan were dîtin. Berpirsiyariyên jinan ji berpirsiyariyên mêran zêdetir in. Ji ber ku jin bi gelek karan re mijûl dibin."