"Bi lêdana dahola cengê re, dayik bi şervanên xwe re ber xwe didan û didin"

Çinar Salih yek ji ew dayikên ku ji sala 2012'an de ango ji destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmehê de ligel şervanan ber xwe dida û di oxira doza rizgariya axa Kurdistanê û şerê li dijî DAIŞ'ê de du lawên wê şehîd bûne.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Şerê ku îro li Rojhilata Navîn diqewime û di axa Kurdistanê de xwe kûr kiriye, armanca yekem jê ew e ku Gelê Kurd û destkeftiyên wê têk bibin her wiha şoreşa ku 10 sal in li dar e pûç bikin. Li hember êrîşan ji zarokên 7 salî heya 70 salî bi rêbazên cûda li ber xwe didin. Taybet ya ku di vî şerî û berxwedanê de roleke sereke dilîze jin û dayike. Him li çeperên şer bi çeka xwe şer dike, hem bi pênûs û kamîreya xwe rastiyan radighîne û ji aliyekî din de jî dayik di hundirê bajaran de xwarinê ji şervanên xwe re amade dikin. Di şer de hevgirtineke bi hêz çêdibe û dayik li dora şervanên xwe dibin wekî xelekek. Çinar Salih yek ji ew dayikên welatparêz e di navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ji êla Kûtê ye ku ev êl jî bi şehîd û welatparêzên xwe tê nasîn. Dema ku dahola cengê lê dide, Çinar tevî çend dayikan xwe amade dikin û berê xwe didin qada berxwedanê û xwarinê ji  şervanan re amade dikin. Çinar Salih ji mere behsa şerê ku li navçeyê qawimîne û ew wekî dayik çawa tevlî vê berxwedanê bûne û dijmin şikandine, dike.

"Bi lêdana dahola cengê re, dayik bi şervanên xwe re li ber xwe didan û didin"

Çinar Salih di destpêka axaftina xwe de behsa pêvajoya derxistina Rejîma Baas ji navçeyê û hilgirtina erkê rêxistina civakê li ser milên xwe û wiha got: "Dema ku şoreşê di 19'ê Tîrmeha 2012'an de destpêkir ji navçeyê yekem jina ku tevlî xebatan bû û meclis avakirin ez bûm. Ez ne poşman ku ji wê kêliyê heya roja me ya îro xebatên rêxistinî dimeşînim. Her sê salên destpêkê zehmetî pir bûn, aliyek wê şer bû aliyê din jî avakirina meclis û rêxistina civakê bû. Aliyê şikandina zincîrên koletiyê û ketina nava xebatê de hinekî zehmetî hebûn, lê êdî gel û jinan ew tirs şikandin û pêl bi pêl tevlî xebatê dibûn. Piştî derxistina Rejîma Baas ji Til Temirê, demekê ku 20 roj dirêj kirin em ketin dorpêçê de, rêya Hesekê-Til Temir û Qamişlo-Til Temirê ji aliyê çeteyan ve hatibûn qutkirin. Navçe ji her çar aliyên xwe ve ketibû dorpêçê, êdî rêya ketin û derketinê nema bû. Ruxmî ku di wan rojan de zarokên min biçûk bûn, xebat jî ji min dihat xwestin, lê bi dirêjahiya 3 mehan min xwarin ji endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîşê) re çêdikir."

"Êrîşa DAIŞ'ê a 23'ê Sibata 2015'an ne êrîşeke biçûk û ji rêzê bû"

Çinar Salih got yekemîn care di cîhanê de şoreşeke wiha tê lidar xistin û wiha dom kir: "Di cîhanê de gelek şoreş hatine jiyîn, lê şoreşekî wekî şoreşa Rojava cara yekemîn e ku jin bi vê çalakbûnê tevlî dibe û jêre dibe pêşeng. Êrîş ranewestiyan, bajar bihna xwe nedida ber xwe û devê tifingan sar nebûbû. Êrîşa DAIŞ'ê a ku di saet 04:00'ê 23'ê Sibata 2015'an de navçeya Til Temir û gundewarên wê kirin hedef ne êrîşeke biçûk û ji rêzê bû. Bê guman berxwedana li dijî wan jî 3 mehan dirêj kir heya ku navçe û gundewarên wê ji çeteyan hate rizgarkirin. Di wê rojê de kurê min yê mezin Bahoz gihişt asta şehadetê. Saet 06:00'ê sibehê min çeka xwe rakir û derî derî yê cîranan lêda û wan şiyar kir, da ku tedbîrên xwe yê parastinê bigrin."

"Di saetên ku Bahozê min di beradê de bû, min xwarin ji hevalên wî re amade dikir"

Çinar Salih da zanîn ku di roj û saetên ku kurê wê ê şehîd di beradê de bû wê û hevalên xwe xwarin ji şervanan re amade dikir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Di roj û saetên ku Bahozê min di beradê de bû, min û 17 hevalên me yê Kongra Star me biryar da ku em ji navçeyê dernakevin û em ê bi awayekî bi şervanan re li ber xwe bidin. Ya ku di wî şerî de ji me hate xwestin jî çêkirina xwarinê ji şervanan de bû û ji roja destpêkê de me dest bi çêkirina xwarinê kir. Di nava topbarana bi çekên giran û obîsan de me xwarin amade dikir. Dengê wan topan ji guhê me dernediket û heya çend caran jî top li nêzî cihê me diketin. Ji saet 07:00'ê sibehê heya saet 15:00 me xwarin çêdikir, paşê hinekî bihna xwe vedida û ji dema rozêrînê de heya saet 04:00'ê berbangê me çek radikir û taxên xwe diparastin. Me xwe kiribûn grûp, hinek heval li nexweşxaneyê şehîd û birîndar derman dikir û radikirin, hinek metbex û tax diparastin. Wê demê me ji 5 heya 6 hezar şervan re xwarin amade dikir. Hinek endam ji wan 17 kesan niha Gerîla ne û di oxira vê axê de têdikoşin."

"Navê birayê xwe rakir û ew jî gihişt asta Bahozê mezin "

Çinar Salih Berxwedana Serdemê jî bibîr xist û wiha got: "Di êrîşên li ser Efrînê de ku di çileya 2018'an dest pê kir, bi rengekî me jî piştgiriya xwe pêre nîşan da. Li ser du mehan 4 caran em bi karwanan ber bi Efrînê ve diçûn û piştgiriya xwe biwan re nîşan dida. Ne tenê ez, malbat û hemû gelê me jî nav de cih girtibû. Ji 2012'an de heya niha li gorî derfetên xwe bêyî teredut ez tevlî vê berxwedaniyê bûme û wekî dayik dîsa çi were xwestin bêyî ku bifikirim ez ê bikim. Bê guman min malbat li ser hezkirina doza gelê Kurd mezin kir. Bahozê min yê mezin gihişt asta şehadetê, Jînda tevlî nava refên YJA Star bû û di 2018'an de jî kurê min Salih ku navê birayê xwe rakir û bi Bahozê biçûk dihate nasîn, tevlî nava refên gerîla bû. Berî du mehan Bahoz di berxwedana zap û metîna yê li dijî dagirkerên tirk xatir ji vê jiyanê xwest. Bahozê biçûk gihişt Bahozê mezin."

"Me dijminê xwe şikandiye"

Çinar bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Wekî dayikekê ez soz didim heya dawî jî ez ê ligel şervanên xwe li ber xwe bidim û li hember dagirkeriyê em ê serî netewînin. Soz didim her dû bahozên xwe ku ez ê şopdara rêya wan û hemû lehingan bim. Êrîş û gefên dewleta tirk ne ji îro û duh de ye lê belê zêdetirî 10 sal in dixwaze me têk bibe. Ji herêmên parastina medya bigre heya vir û her derê Kurdistanê li hember çekên giran, balafirên şer û bikaranîna çekên kîmyesal, me bi rastî jî dijminê xwe şikandiye û hêza wî pûç kiriye. Em ji berê bihêztir in, tecrûbeyên me yê nû jî hene. Em ê heya dawî axa xwe biparêzin, berê hatiye nasîn ku Til Temir bajarê şehîdan e, were xwestin em ê dîsa jî bidin lê wê terik nakin. Divê her kes xwedî li xwîna zarokên xwe derkevin."