Bahar Karaaslan a ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû: Ewlehiya jiyana me nîn e!

Bahar Karaaslan diyar kir ku sercerdevanên ku Hamdiye Şik û kurê wê Kadir Şik qetil kiribûn û hatibûn girtin di navbera danişînê de hatine berdan û got ku tevî berdewamkirina dozê jî berdana wan jiyana wan xistiye xeterê.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Di 18'ê Tîrmeha 2020'an de li Taxa Kagîtlî ya navçeya Bismila Amedê, Hamdiye Şik a 61 salî û kurê wê Kadîr Karaaslan ê 26 salî di encama nîqaşa ferdên malbatê ya li ser erd û xaniyê ku hatibû çêkirin veguherî şer de hatin qetilkirin. Murat Karaaslan, Mehmet û hevjîna wî Bahar Karaaslan birîndar bûn. Piştî bûyerê sercerdevan Mahmut, zarokên wî cerdervan Serdar, Sîdar, Zafer û Enes Karaaslan û Murat Karaaslan ku birîndar bû hatin binçavkirin. Ji 6 kesên ku piştî îfadeya li midûriyeta polîsan bi îdîaya "kuştina bi qestî" hatin girtin û tên darizandin, 2 kes di navbera danişîna meha mijdarê ya par hat dîtin de hatin berdan.

Piştî ku îdiayên Mahmut Karaaslan bi 10 milyon ruşwetê hatiye berdan di çapemiyê de cih girtin, hat hînbûn ku piştî serbestberdanê êrîşkaran gef li zarokên Hamdiye Şik dixwin. Di bûyerê de ji bilî îdiayên ruşwetê, hûrgiliyek din a balkêş derket holê. Sercan Çelîk ku dema komkujî pêk hat li malê bû, weke şahid îfade da, îfadeya xwe ya danişîna ewil paşve kişandibû. Sercan Çelîk ê ku di îfadeya xwe ya ewil de got, "Ew ê zirarê bidin min û malbata min" roja berdana kiryaran, bi gulebarana mala xwe ya li gund hat kuştin.

Sercerdevan û kurê xwe di celseya navberê de hatin tehliyekirin

Ji bo sercerdevan Mahmut Karaaslan û kurên wî yên hevjîna wî ya din Serdar, Sîdar, Serhat, Mazlûm û Zafer Karaaslan ku piştî komkujiyê hat girtin ji bilî du cînayetên pêk anîn, ji ber sûcê "hewldana cînayete" ya li dijî 8 fêrden din ên malbatê bi sedan sal cezayê girtîgehê dihat xwestin. Sercerdevan û Sîdar Karaaslan di Mijdara borî de di danişîna navberê ya piştî îdianameya hat amadekirin, hatin berdan.

Erdê ku tê xwestin bê firotin îdiayên ruşwetê xurt dike

Sercerdevanê ku hatiye tehliyekirin bi malbata ku hewl da qetil bike re li heman gundî dijî, hat hînbûn ku kiryar gelek caran gef li kesên ji malbatê mayî ne jî dixwin. Hat hînbûn ku kiryar ji zarok û neviyên Hamdiye Şik re bi gotina "Ez ê mala we hilweşînim, ji holê rakibim" gef xwariye û derket holê ku dîsa bi gotina “Pêwîstiya min bi pere heye, ez ê bifiroşim” ji bo erdê aîdê malbatê zext kiriye. Daxwaza kiryar a firotina erdê ku hat hînbûn nirxa we zêde ye, îdiaya ku dayîna ruşwet hatiye berdan xurtir dike.

Bahar a ku ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû lingê xwe yê çepê hîs nake

Em beriya danişîna ku dê di 13'ê Gulanê de li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin, bi malbata Hamdiye Şik a ku hat qetilkirin re axivîn. Bahar Karaaslan a bûka Hamdiye Şik a ku li kêleka Hamdiye Şik rawestiyabû û di êrîşê de 3 gule li lingê wê ket, bi hevjînê xwe Mehmet Karaaslan re bi tesadufî ji komkujiyê rizgar bû. Bahar Karaaslan a ji ber windakirina xwînê dilê wê sekinî û piştî mudaxele hat kirin vegeriya jiyanê, nikare lingê xwe yê çepê bi kar bîne. Bahar Karaaslan got ku wan bûyera 2 sal berê jiyane  ji bîr nekirine û diyar kir ku dema Mahmut Karaaslan zewicandî bûye gelek îşkence û muameleya xerab li Hamdiye Şik kiriye.

"Bav û zarokên xwe bi awayekî komî êrîş kirin"

Bahar Karaaslan destnîşan kir ku wek malbat yekane daxwaza wan edalet e û der barê roja bûyerê de van tiştan got: “Dema em çûn malê çekên xwe girtin destên xwe û êlekê zirxî li xwe kirin. Ji me re digotin “Em ê we hemûyan bikujin û vê malê jî çêbikin. Piştî vê gotinê 6 kesan bi çekên di destên xwe de deqeyek gule li ser me barandin. Dema ev yek pêk hat zarokên me jî li gel me bûn. Hemûyan gule li me reşandin û ev yek di raporên pisporan de jî xuya dike. Bi kurtasî cînayetek pêk anîn û vê cînayeta ku kirin qebûl nekirin.”

Kiryarê ku hat berdan gefên xwe didomîne

Bahar Karaaslan, anî ziman ku piştî berdana kiryaran bi tirs jiyane û wiha got: “Wî zilamî bi mehan zilm li xesûya min kir. Dibêje ez hevjîn im lê xesûya min bi salan debara xwe bi tiştên ku çêdikir dabîn kir. Zilm li wê û zarokên wê jî dikir. Ew û kurê wî yê mezin hatin berdan. Niha ewlehiya jiyana me nîn e. Dibêjin zarokên wî yên di girtîgehê de jî bê sûc in. Lê wê rojê hemû gule li me reşandin. Cînayeta ku kir qebûl nake û bi ser de jî gefan dixwin. Dibêje; ‘Di bin fermana min de bin yan ez ê mala we rakim.’

“Yekane daxwaza me edalet e”

Bahar Karaaslan li hemberî tiştên ku li dijî wan hatine kirin banga edaletê kir û herî dawî wiha got: “Em li benda edaletê ne. Ev teqez e bi ruşwetê hatiye berdan. Ew niha hewl dide erd bifiroşe, ji bo bikaribe pereyê rûşwetê derbixe. Em her roj bi tirsa ku zirarê bide hevjînê min de dijîn. Em ji wan bi gilî ne û dixwazin edalet pêk were.”

Roja ku kiryar hatin berdan şahidê bûyerê hat kuştin

Sercan Çelîk ku ji derveyî danişîna lê pêş, di bûyerê de wek şahîd îfade da û di îfadeya xwe ya ewil de got; "Ez dixwazim îfadeya min veşartî be, ji ber ku ez dizanim Mahmut Karaaslan û kurên wî teqez dê zirarê bidin min û malbata min", di danişîna yekemîn a dozê de îfadeya xwe paşve kişandibû. Piştî ku îfadeya xwe paşve kişand ji kiryaran 2 kes hatin berdan. Derket holê ku roja kiryar hatine berdan sercan Çelîk bi gulebaranê hatiye qetilkirin. Sercan Çelîk ê ku der barê kuştina wî de îdiayên cuda hene û heta niha nayê zanîn ji aliyê kê ve hatiye kuştin, tiştên ku di îfadeya xwe ya ewil de bi kar anîn balkêş bûn.