“Xizaniya jinan rastiyeke tal e ku bandorê li jinê dike”

Parêzer û aktîvîsta kêşeyên jinan Mona Salem têkildarî mijara ‘xizaniya jinê’ nirxandinên giring kir û da zanîn ku gelek sedemên zêdebûna rêjeya xizaniyê di nav jinan de hene ku hin ji wan civakî, aborî û siyasî ne.

ASMAA FATHI

Qahîre - Her çend diyardeya "xizaniya jinê" cîhanî ye jî, lê rastiya jinên Misrî bi wê ve girêdayî ye û piraniya wan tûşî encamên wê yên neynî bûne. Sedema vê yekê jî bi giranî ji ber zayendperestiya di nav malbatê de li hemberî jinan tê kirin e. Cûdakarîya mêr jî ji zarokatiyê heta di hilgirtina beşên diyardeyên xizaniyê de bi gelemperî tê dîtin ku jin ên ku dev ji xwendina xwe berdidin û heke hewce bike jî ew kar dikin da ku ji xefika xizaniyê derkevin û ji encamên wê xilas bibin e. Parêzer û aktîvîsta kêşeyên jinan Mona Salem tekez kir ku xizaniya jinan rastiyeke tal e ku Misir jî di nav de gelek welatên pêşkeftî tûşî wê dibin û da zanîn ku gelek sedemên zêdebûna rêjeya xizaniyê di nav jinan de hene ku hin ji wan civakî, aborî û siyasî ne.

Nijadperestiya li ser bingeha zayendî yek ji sedemên xizaniya jinê ne

Parêzer û aktîvîsta pirsgirêkên jinan Mona Salem ji ajansa me re axivî û diyar kir ku dibe têgeha "xizaniya jinê" li ber guhê mirov nû be, lê ev rastiyek tal e ku gelek welatên pêşkeftî jê diêşin ku di nav de Misir jî heye û wiha domand: “Zêdebûna rêjeya xizaniya jinan li gorî mêran gelek sedemên xwe hene, hin ji wan civakî, yên din aborî û siyasî ne. Sedema sereke ya belavbûna vê diyardeyê, bi taybetî li gundewarên Misrê, ji ber nijadperestiya taybet a ku li ser jinan tê kirin e. Di malbatê de hema hema bi giştî tercîda kurên malê ango mêran li ser jinan heye û piştre tercîh jî li ser pêwîstî û pêdiviyên bingeha zayendî tê kirin.” Mona Salem bal kişand ser wê yekê ku cudakarî li dijî jinan cihêreng e, çi di warê xwarin û derfetan de, hem jî di warê xwendin û dabînkirina pêdiviyên her endamekî malbatê de, heta qonaxa hilbijartin û standina biryareke çarenûsê ku wek zewaca di temenê biçûk de û derfetên pêşketinê di jiyana giştî de.

“Zewaca temenê biçuk û sedemên hevberdanê”

Parêzer û çalakvana femînîst Mona Salem da zanîn ku jin despêkê di nava malbata xwe de xizaniyê dijîn û wiha domand: “Jin encamên xizaniyê di nav malbata xwe de dijî, ji bo ku ji vê yekê xelas bibe hinek caran jî zewacê weke rêya xelasiyê dibîne heta ku zewaca temenê biçuk jî di navê de, ew nizanin rastî rewşek kembaxtir tên û hîn zêdetir jiyan zor dibe ji bo wan. Her wiha anî ziman ku malbat ji zarokatiyê de bi awayên cûrbecûr zextê li ser zarokê xwe dike û ew kareset bi zewaca zû encam dibe û pirî caran bi hevberdanê diqede. Di vir de ew dikeve qonaxeke nû, dijwartir û pevçûnek bi rastiya tal a aboriyê re wê ber bi barê peydakirina debara malbatê ve dibe.” Mona Salem behsa wê yekê dike  ku jin di vê qonaxê de rastî zextên civakî tên ji ber ku di urfên wan de ew "netemam " in û nekarin di jiyana xwe ya malbatî de biserkevin, ku bi nêrîna wan ew hatine  afirandin da ku karesatên ku mêr dikin hilgirin.

“Guhertina hişmendiyê yek ji çareseriyên xizaniya jinê ye”

Mona Salem anî ziman ku hikûmetê roleke xwe ya bihêz di rûbirûbûn û sînordarkirina vê diyardeyê de heye û wiha dom kir: “Di nav de derxistina yasayên li hemberî zewaca temenê biçuk û curbicur yên bazirganiya jinan jî heyî. Her wiha dayîna giringiyê bi pirsgirêkên jinan û veqetandina wezaretekê ji bo şopandinê li ser qeyranên têre derbas dibin û kar dikeve ser milê jina serperişt. Ji ber ev pirsgirêk tev yek ji sedemên belavbûna hejariyê di nav jinan de ye.” Mona Salem amaje bi wê yekê kir ku hişyarî û guhertina çanda civakê li hember jinan yek ji wan karên sereke ye ku divê were bihêzkirin da ku jin li gorî şiyan û şarezayiya xwe mafên xwe bidest bixin.

Tecrubeya rizgarbûna ji xizaniyê

Yek ji çîrokên herî tevlîhev ku em di vê raporê de pê re rû bi rû mane, serpêhatiya jina 30 salî ya navê Xanima Adel li xwe kiriye ku li ser xwe wiha got: "Ez di hûrguliyên jiyana xwe de bûm jinek a rastî gelek zehmetiyan hatî û êş kişandî. Êdî dem û cîhê min tune ku ez hest, hezkirin û bişirînekê bikim, ji ber ku ez niha 3 keçên ciwan xwedî dikim û hewl didim ku ji şîdeta nava malê xelas bibim." Xanima Adel dibîne ku di jiyana wê ya borî de biryara xwedîkirina zarokan jî tunebû, ji ber ku ew keça malbateke xwedî rewşek abriya navîn e û bavekî wê yê cirnexweş heye hewil dide wê di temenê 14 salî de bizewicîne.

“Min jî dixwest weke birayên xwe biçim dibistanê”

Xanima Adel kêliyên berê bi bîr xist û têkildarî demboriya xwe wiha got: "Em malbatek ji 6 zarokan pêk tên, 4 kur û 2 keç. Wan em ji xwe re kirin kole. Ez, xwişka min û diya min xizmetkarên van mêran in. Em bi wan re li ser maseya xwarinê rûnanin û daxwazên wan bi cih tînin, bê guman em nikarin xeyal bikin ku ji taxa ku em tê de dijîn derkevin. Tenê li ser kolanan bi awayekî veşartî di bin navê diya min derewan li wan dikir de em derdiketin. Ez hînî wateya bêparbûnê bûm ji dema ku min mereq kir çima em wek birayên xwe naçin dibistanê, ji ber vê yekê ji min re gotin ku ew mêr in û min fêm kir ku ez ji wan cûda bûm. Heya dawiya jiyana xwe min ew sûcdar kirin."

“Ji ber dayika keçan bûm hatim berdan”

Xanima Adel bijartinê di vê malbatê de xewneke negihiştî dibîne, ji ber ku mêrên malbatê çarenûsa hemû jinan diyar dikin û wiha dibêje: "Bavê min biryar da ku min bizewicîne. Wê demê min wateya wê fêm nedikir û ji nişka ve min xwe bi zilamekî ku di temenê birayê min ê mezin de ye re dît. Bi cewher û hişkiya xwe pir dişibiya bavê min. Ji ber vê yekê ez ji dîwarên mala bavê xwe derketim zindana wî, li wir ez ji gotinên dayika xwe ku ji bo em derkevin derveyî malê bêpar mabûm. Min zarok anîn di demekê de ku min ne dixwest an jî dizanibû ku mafê min heye ku red bikim an na. Ji ber ku ez dayika keçan bûm hatim berdan. Ez bêhêvî vegeriyam malbata xwe bi her sê keçên xwe. Her çend bavê min wefat kiribû jî, ez hîn jî di nav biryarên xwe de bûm, roj bi roj yekî wek xwe ji min re tînin ku bi min re bizewice. Carinan min xwe nexweş dikir û carinan jî dîn xwe dîn dikir ku hewl didim ji ramanên wan xilas bibim. Erê, ez di çavê wan de pîrejineke 30 salî me, niha tenê dixwazim ji bo keçên xwe jîyaneke baştir bi dest bixim, her çiqas bi derewan be jî, wek diya min ji bo me kirî."