Aynûr Ayşîn: Heta mirinê jî em ê dest ji lêgerîna bavê xwe bernedin

Keça wî Aynûr Ayşîn a aqûbeta Mehmet Can Ayşîn ê di sala 1994'an de li Licê hat windakirin pirsî, wiha got:” Ez her şemî bê navber li bavê xwe digerim. Heta em bimirin em ê li vir bin. Em ê heta dawî li windayên xwe bigerin.”

Stenbol- Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta windayan bipirsin û darizandina kujerên wan, her hefte li Qada Galatasarayê tên cem hev, çalakiya xwe ya vê hefteyê jî ji ber şert û mercên pandemiyê, bi riya online li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de  aqûbeta Mehmet Can Ayşîn ê di 7’ê gulana 1994’an de li gundê Mizaga bi ser navçeya Licê ya Amedê ve hat binçavkirin û windakirin hat pirsîn. Di çalakiyê de ewilî keça Ayşîn, Aynûr Ayşîn axivî. Aynûr Ayîn a got ew her hefte beşdarî çalakiya Şemiyê dibe û wiha axivî: “Şemî ji bo me bûye êvara înê. Xelk her êvara înê diçe ser gorên xwe em jî her şemî diçin çalakiya şemiyê. Her şemî ez li bavê xwe digerim. Heta mirinê jî em ê dest ji lêgerîna bavê xwe bernedin. Em ê heta mirinê lê bigerin.” 

“Piştî hat binçavkirin nehat berdan”

Pişt re biraziyê Mehmet Can Ayşîn, Ferman Ayşîn axivî û bi bîr xist ku 7’ê gulana 1994’an leşkeran bi ser gund de girt, tevahiya xelkê gund ji malan derxistin û gun hat valakirin. Ayşîn da zanîn ku gundî çar roj di binçavan de man, her kes hat berdan lê mamê wî Mehmet nehatiye berdan û ji wê rojê ve agahî jê nîne. Ayşîn anî ziman ku ew hê jî nizanin sûcê apê wî çi ye û 28 sal in her çiqas wan serî li her cihî daye jî lê encam negirtine û dixwazin êdî gorek apê wî hebe. 

“Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin

Daxuyaniya hefteyê ku behsa çîroka windakirina Mehmet Can Ayşîn dikir ji aliyê Mirova Şemiyê Ezgî Bakişkan ve hat xwendin. Bakişkan gazî rayedarên darazê kir ku ji bo dosyeya Mehmet Can Ayşîn bikevin tevgerê kir û xwest bêcezahiştina di dosyeyê de bi dawî bibe û edalet pêk were. Çend sal derbas bin bila derbas bibin jî em ê ji bo Mehmet Can Ayşîn û hemû windakiriyên xwe edaletê bixwazin, bendên hiqûqê bi bîra dewletê bixin û dest ji Qada Galatasarayê ku 190 hefteyê ji me re hatiye qedexekirin, bernadin.”