Avaşîn Misto: Şoreşê nasnameya rastîn a ciwanan eşkere kir
Şoreşa 19'ê Tîrmehê ku li Kobanê dest pê kir, bi guhertina zihniyeta jin û ciwanan re nifşekî nû yê girêdayî çand û dîroka xwe ava kir. Avaşîn Misto anî ziman ku ev hişmendiya pêşketî dê ciwanan bike stûna bingehîn a avakirina Sûriyeya demokratîk.
NORŞAN EBDÎ
Kobanê – Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo ciwanên ku bi destpêkirina wê di nava civakê de mezin bûne, nasnameyek bêhempa derxistiye holê. Wê karakterê her jineke ciwan guherandiye û di hişmendî û zanînê de pêşketinên girîng bi xwe re aniye. Bi vî awayî, şoreşê nifşeke xwedî hişmendiya rewşenbîrî afirandiye, ev nifş bi dîrok, çand, nasname û mîrateya xwe baş dizane.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê di sala 2012’an de li bajarê Kobanê yê Rojavayê kurdistanê dest pê kir. Armanc ew bû ku rejîma berê ya Baasê ya li Sûriyeyê ji herêmê derxe û pergaleke nû ya xwerêveberinê ji bo civakê ava bike. Bi vê yekê, Şoreşa 19’ê Tîrmehê guhertinên radîkal di nava civakê de çêkir, di warên siyasî, leşkerî, civakî û dîplomatîk, her wiha di nava civakê de.
Bandora şoreşê ya bingehîn li ser hişmendiya ciwanan çêbû. Nifşê ku bi destpêka wê mezin bûye ne tenê li bûyerên wê temaşe kiriye, di heman demê de bûye beşdarvanek çalak di riya wê de. Şoreşê derfetek da wan ku têgihîştina xwe ya li ser xwe, civak û çanda xwe kûrtir bikin û di nêrîna wan a cîhanê û rola wan a di nav pergala civakî de şopeke mayînde hiştin. Bi saya vê veguherînê, ciwanan dikaribûn nifşek ji hêla rewşenbîrî ve pêşketîtir ava bikin ku bi dîrok, çand û zimanê xwe ve girêdayî be û bikaribe di pêşeroja civaka xwe de şekil bigre.
‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê nasname çand û dîroka me bi me da nasîn’
Nûçegihana ajansa me Avaşîn Misto re ku di dema destpêka şoreşê de bi ciwanî tevlî xebatan bûye re hevdîtin kir.
Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kobanê Avaşîn Misto di destpêka nirxandinên xwe de got: “19’ê Tîrmehê nasname, çand û dîroka me bi me da nasîn. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku li Kobanê dest pê kir, bi saya berxwedan, xebata dijwar û biryardariya niştecihên bajêr, bingehek zexm ji bo têkoşînê domdar ava kir.”
Avaşîn Misto di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku têkoşîna jinan di pêşveçûna şoreşê û bidestxistina destkeftiyên wê de hêmanek girîng bû. Avaşîn ev yek wiha anî ziman: “Hat asteke wisa ku ev şoreş li seranserê cîhanê wekî Şoreşa Jinan hat nasîn. Jinên ciwan û Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) îspat kirin ku serkeftina şoreşê ji ber pêşveçûna jinan di eniyên pêş de ye, li gorî vîzyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku sedsala 21’ê dê bibe sedsala rizgariya jinan. Şoreşê di hişmendiya ciwanan de guhertinek kûr çêkir, nêrîna wan a li ser civakê guherand û nasnameya wan a rastîn wekî Kurd, çanda wan û hebûna wan eşkere kir. Vê yekê, di encamê de, wan bêhtir bi xwe ve girêda û baştir rola xwe di avakirina pêşeroja xwe de fam kirin.”
‘Ciwanan şiyana xwe ya destpêkirina şoreşê û afirandina veguherînê îsbat kirin’
Avaşîn Misto rave kir ku guhertinên rewşenbîrî û derûnî yên ji hêla şoreşê ve di nava ciwanan de hatine çêkirin bingehîn û kûr bûn, nemaze ji bo jinên ciwan ên ku demek dirêje di bin pergalên desthilatdariyê yên heyî û pergalên kapîtalîst de marjînalîze bûbûn û bi van şîroveyan axaftina xwe domand: “Ew wekî ku di nava civakê de nikaribin çalakî yan bandorê bikin hatine nîşandan û bi gelemperî ciwan wekî ku nikarin gavên pêşverû bavêjin an jî beşdarî avakirina civaka xwe bibin hatine dîtin. Derbasbûna ciwanan ji wê qonaxê ber bi qada şoreşê ve, veguherînek dîrokî bû, ji ber ku wan xwe beşek ji projeyek veguherîner a berfireh dîtin, ji bo avêtina gavên kalîteyî ber bi pêşketin û serkeftinê ve dixebitin û destkeftiyên ku navê demografiya ciwanan digrin bi dest dixin. Ciwanan bi rastî jî şiyana xwe ya destpêkirina şoreşê û afirandina veguherînê îsbat kirine.”
Avaşîn Misto tekez dike ku şoreş ne tenê bûyereke siyasî ye, guhertineke civakî ya berfireh e ku aliyên siyasî, civakî û çandî ve gelan digre dest û got: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê riya civakê li herêmên Rojavayê Kurdistanê guherand û bandorek kûr li ser jiyana mirovan û ciwanan kir, hişmendî, nasname û rola wan a pêşerojê ji nû ve bi teşe kir. Tevî êş û azarên ku ciwanan di dema şoreşê de kişandin jî dikaribûn wan ezmûnên dijwar veguherînin hêzeke ber bi destxistina destkeftî û serkeftinên berbiçav ve.”
Avaşîn Misto piştrast kir ku ew bi şans in di nava şoreşê de jiyane, beşdarî gavên wê yên erênî bûne û kêlî bi kêlî berxwedana gelê xwe dîtine ku ev yek hiştiye ku nasname, çand, rastî û hebûna xwe bi kûrahî fam bikin.
Avaşîn Misto destnîşan dike ku şoreşê roleke girîng di guhertina zihniyet û ramana jinên ciwan de lîstiye û got: “Destkeftiyên şoreşa me dê bingeha serkeftina qonaxa entegrasyona demokratîk deynin.” Der barê aliyên rewşenbîrî û civakî yên Şoreşa 19’ê Tîrmehê di qonaxa dawî de ku gelê Kurd pê re rûbirû dimîne, qonaxa entegrasyona demokratîk û Sûriyeya demokratîk, wiha pê de diçe: “Îro, em di qonaxek nû de di jiyana şoreşê de dijîn, qonaxek ku ew ji qonaxek ber bi qonaxek din ve diçe, bi xwe re veguherînên berfireh tîne û dê bandorek kûr li ser tevahiya civakê bihêle. Ev qonax veguherînek ji pergalek ku civak, ciwan û jinan sînordar dikir, ber bi destpêka şoreşek, têkoşîn û azadiyê ve temsîl dike ku rê li ber avakirina rastiyeke cuda û demokratîk vedike. Ji bo pêkanîna entegrasyona demokratîk û pêkanîna vîzyona Sûriyeya demokratîk divê her kes, bi taybetî ciwan, destkeftî û serkeftinên Şoreşa 19’ê Tîrmehê bikin xaleke bingehîn ku gavên pêşerojê li ser werin avakirin. Ev şoreş, bi berxwedan, fedakariyan û veguherîna xwe ya rewşenbîrî û çandî, bingeha ku dikare civakê ber bi demokrasiya rastîn ve bibe pêk tîne.”
‘Şoreşa Rojava di eslê xwe de şoreşeke rewşenbîrî û îdeolojîk e’
Avaşîn Misto herî dawî got ku qonaxa niha ji gelê Rojava, bi taybetî ji ciwanan, dixwaze ku destkeftiyên şoreşê biparêzin, wan wekî kevirê bingehîn ê avakirina Sûriyeya nû, azad ji rejîm, desthilatdarî û dewleta kevin bihesibînin. Avaşîn Misto wiha domand: “Her şoreşek ku di zihniyeta civakê de guhertinê çêdike wê ber bi hişyarî, ramana saxlem û demokrasiyê ve dibe. Şoreşa Rojava, di eslê xwe de, şoreşeke rewşenbîrî û îdeolojîk bû roleke pêşeng di pêşxistina civakê û ji nû ve şekildana hişmendiya wê de lîst.”
Avaşîn Misto tekezî bi parastina îrade, destkeftî, nasname û dîrokê ku weke stûna bingehîn a parastina Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye kir. Her wiha got ku şoreşa ku nifşek ava kir ji hêla rewşenbîrî û derûnî ve hişyar e û dikare berpirsiyariya qonaxa din bigre ser xwe. Ev hişmendiya pêşketî dê ciwanan bike beşek girîng a avakirina Sûriyeya nû ya demokratîk, Sûriyeya ku hemû pêkhateyên xwe bi nasname, çand û zimanên wan hembêz bike.
‘Ciwan dê pêşengiya vê riya demokratîk bikin’
Avaşîn Misto destnîşan kir ku Sûriye îro di asta yasayî, mafên mirovan û destûrî de hewceyê guhertinên radîkal e û bi van nirxandinan dawî li gotinên xwe anî: “Ji bo beşdarbûna vê qonaxa nû pêdivî bi pabendbûna bi destkeftiyên şoreşê heye ku bingeha veguherîna civakî li Rojava pêk aniye. Ciwan dê di pêşengiya vê riya demokratîk de bin.”
Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne tenê riya siyasî ya di nav civakê de guherand, di heman demê de beşdarî avakirina kesên xwedî hişmendî di nava civakê de bû ku ji destpêka şoreşê ve heya roja îro dikaribûne kesayetiyên xwedî hişmendî bi pêş bixin.