Ji ber desthilatdariya Talîbanê Faîqe ev 5 sal in ji xwendinê bêparmaye

Nêzî pênc sale li ser serdestiya Talîbanê re derbas dibe. Salên ku bi milyonan keç ji perwerdeyê bêpar man. Faîqe Norzaî behsa ezmûna xwe ya bêparbûna ji dibistanê, xewnên xwe yên têkçûyî û hêviya xwe ya ji bo pêşerojê dike.

BAHRAN LEHÎB

Kabul – Nêzî pênc salane  ku Talîbanê bi awayekê tund desthilatdariya xwe û feraseta xwe ya tundrew li ser Efganistanê di meşîne. Di vê demê de, rê nehatiye dayîn ku keçên li ser pola şeşan  xwendina xwe bidomînin. Hinek dibistanan, nexasim dibistanên taybet, ji bo ku  bikaribin xebatên xwe bidomînin, navê dibistanê guhertine û kirine "Dar El-Ulum". Di van navendan de nêzî bîst dersan tên dayîn ku beşa herî zêde ji wan dersên olî ne. Digel vê yekê jî, eger keçek ji van Dar El-Ulum mezun bibe, mafê wê yê karkirina li derveyî malê nîne. Eger rewşa wan a aborî baş be jî, tenê dikarin dibistanên olî ava bikin. Me di gelek raporên xwe de behsa dibistanên olî û encamên belavbûna wan li Efganistanê kiriye.

Dibistan û zanîngehên Quran jî di rewşeke baş a perwerdehî de nînin. Li gel zêdebûna waneyên olî, ev navend bi kêmasiya mamoste û fêrkarên pispor (profesyonel) re rûbirû ne. Piştî biryara Talîbanê ya qedexekirina zanîngehan li ser keçan, hejmareke zêde ya mamosteyên mêr wekî nerazîbûn ji karê xwe îstifa kirin. Hinekên din jî, wekî bi milyonan welatiyên Efganî, ji welat derketin. Li aliyê din, rê ji mamosteyên jin jî nehat dayîn ku waneyan bidin. Efganistan berê jî bi kêmasiya mamosteyên pispor û kadroyên zanistî re rûbirû bû, lê van mercan rewşa pergala perwerdehiyê ji berê xirabtir kiriye.

Li gorî daxuyaniya hindek xwendekarên dibistan û zanîngehan ku diyar dikin ku tevahiya hiş û bala Talîbanê tenê li ser cilûberg, rih, kilaw û destarên wan e. Ev yek jî wiha anîn ziman: "Îsal telefonên me yên destan jî ji bo wan bû fikar û daxwaza wan a nû. Lê şêwaza wanedayînê, nebûna mamosteyan di saetên dersê de û kalîteya nizm a perwerdehiyê, tu carî nebûne xema Talîbanê."

Hat diyar kirin ku îsal jî ezmûna ketina zanîngehê bêyî beşdariya keçan hat lidarxistin û beriya çend rojan encamên wê hatin ragihandin. Çalakvanên mafên jinan vê pêngava Talîbanê wekî dûrxistina eşkere ya jinan ji pergala perwerdehiyê, cudahiya zayendî û binpêkirina eşkere ya mafê perwerdehiyê dibînin.

Piştî rêwîtiyeke dûr em gihîştin mala jina ciwan Feqîye

Derbarê vê yekê de me bi yek ji jinên ciwan ku di dema hatina Talîbanê ser deshilatê re ew di pola heftan de bo Faîqe Norazî re hevpeyvînek çêkir.

Faîqe li navçeya Şekerdere ya parêzgeha Kabulê dijî. Piştî pêwendiya telefonê bi me re, wê em vexwendin mala xwe. Piştî rêyeke dûr û dirêj, em gihîştin herêmeke ku bi darên şîn û bedew hatibû dorpêçkirin. Birayê wê yê biçûk li nêzî rêya giştî hat pêşiya me. Em çend kîlometre meşiyan heta ku em gihîştin mala Faîqe, vê nûciwana rûgeş. Malbata wê bi germî xêrhatina me kir. Piştî saetekê, me jê xwest ku li ser xeyalên xwe û çawa ji beşdarbûna ezmûna dibistanê bêpar maye, ji me re biaxive.

'Xeyala min ew bû ku ez bibim pîlot'

Faîqeyê êşekê giran li ser lêvên wê rûniştibû, bi kurtî bersiv da: "Xeyala min ew bû ku ez bibim pîlot û yek ji pîlotên herî navdar ên cîhanê bim. Ji bo gihîştina vê xeyalê min pir hewl dida, lê Talîbanê nehişt ez bigihîjim xeyala xwe."

Hesreta xwendin û pêşveçûnê dijî

Pişt re bêdeng li derdora xwe nêrî. Dilopek ji qedeha ava li pêşiya xwe vexwar û wiha domand: "Ez her dem bi xwe re difikirim, gelo di vê serdema teknolojî û pêşveçûnê de hîn jî mirovên wisa hene ku li ber xwendina kesên din bibin asteng? Gelo tevahiya welatên îslamî û Îslam bi vî rengî ye? Gelo zarokên Talîbanê jî vê êşê dikişînin û nikarin bigihîjin xeyal û daxwazên xwe? Ev pirs ewqas di mejiyê min de dizivirin ku şev xewê ji çavên min direvînin. Tenê tiştê ku carinan min aram dike ew e ku ez dibînim hemû jinên Efganistanê bi çarenûseke wekî ya min re rû bi rû ne."

Di çavên Faîqeyê de êşeke kûr xuya dikir; êşeke ku ji bo me ne xerîb bû, ji ber ku hemû keç û jinên Efganistanê her roj vî barî li ser milên xwe hildigirin. Di dema axaftinê de, wê bêhemdî xwe ji cihê xwe rabû û ji bo çend kêliyan ji odeyê derket.

'Şevên tarî  dê bi têkoşîna jinan bibin berbangeke  ronahiyê'

Piştî vegerê, lêborîn xwest û got: "Her gava ku ez li ser paşeroja xwe û her du xwişkên xwe yên biçûk difikirim, dilê min dişewite. Tevî ku malbata min piştgiriya me dike û bavê min cotkar e jî, her carê ku ez digrîm, ew hêsirên min paqij dike û hêzê dide min. Ew her dem dibêje ku ev şeva tarî, bi têkoşîna jinan, dê rojekê bibe berbangeke ronî."

Wê di berdewamiyê de got: “Roja ku ezmûna zanîngehê hat lidarxistin û beriya çend rojan ku encamên wê hatin ragihandin, min hîs kir ku hemû dinya bi ser min de hilweşiyaye. Heke Talîban neba, ez ê îro di nav beşdarên ezmûnên zanîngehê  de bama û ez bawer im ku min ê bikaribûya yek ji bilindtirîn pûanên vê ezmûnê bi dest bixista."

Hêviyeke bi êş ji dilek ciwan

Faîqeyê di dawiyê de got: “Tevî hemû wan êşên ku her roj dilê min diêşînin, ez bawer im ku jinên hişyar ên civaka me dê van mercan biguherînin. Ez bawer dikim ku rojekê dê jin di avakirina paşeroja Efganistanê de xwedî roleke bingehîn bin û erkê me hemûyan e ku em guhertinê ji îro ve di nav civakê de bidin destpêkirin."