Amanî Abdel Fattah ji bo hişyarkirin jinan hewldanek da destpêkirin

Amanî Abdel Fattah a ji Misira Jorîn ket rê, ji bo têkoşîna li dijî tundiya dîjîtal û şantaja dîjîtal hewldana bi navê ‘Li pişt perdeyê’ (Wara al-Shasha) da destpêkirin. Ev hewldan di asta netewî de bû yekem.

Amanî Abdel Fattah ji bo hişyarkirin jinan hewldanek da destpêkirin

ÎMAN SAMÎR ALÎ

Misir – Amanî Abdel Fattah ji bajarê Asyut ê Misrê, li hemberî gefên zêde yên ku jin û zarokên keç di qada dîjîtal de rastî wan tên, ji şantaj û binpêkirinên nepenîtiyê bigre heta dizîna hesaban û heqaretê, biryar da van destdirêjiyan belge bike. Bi destpêkirina hewldana bi navê ‘Wara al-Shasha’ (Li Pişt Perdeyê) li riyeke ji bo têkoşîna li dijî van pirsgirêkan geriya û bi vê riyê armanc dike hişyariyê li ser tundiya dîjîtal zêde bike, zarokên keç bi hêz bike ku xwe biparêzin û bikaribin bi xeterên dîjîtal re têbikoşin.

Ev hewldan, wek bersivek ji bo pirsgirêkên civakî ku dema Amanî Abdel Fattah platformên medyaya dîjîtal dişopand bûyerên dubarebûyî yên weke şantaja dîjîtal, dizîna hesaban û parvekirina bê destûr a wêneyên kesane dît derket holê.

‘Min malperek fermî vekir’

Amanî Abdel Fattah, ji Fakulteya Perwerdeyê mezûn bûye, da zanîn ku bûyera şantaja dîjîtal li dijî zaroka keç, sedema sereke ya destpêkirina vê hewldanê bû got: “Min ferq kir ku nebûna zanînê li ser rêbazên pêşîlêgirtinê, prosedurên gilîkirinê û çawaniya çareserkirina rewşên wiha dikare bandora van binpêkirinan zêde bike. Min bi lêkolîna pirsgirêkê û berhevkirina daneyan dest pê kir. Min çarçoveyek berfireh ku vîzyon, mîsyon, armanc û plana pêkanînê ya hewldanê digre nava xwe ava kir û paşê min malperek fermî ku naveroka hişyariyê li ser tundiya dîjîtal, ewlehiya dîjîtal û şantaja dijîtal zêde dike parve bike vekir.”

Di meha Hezîranê de hewldanê bi fermî destpê kir

Amanî Abdel Fattah da zanîn ku hewldanê bi fermî di Hezîrana 2026’an de li ser platformên medyaya dîjîtal destpê kir. Yekem komxebata perwerdeyê ku di Tîrmeha heman salê de hat lidarxistin, bi qasî 30 jin û mêrên ciwan ên di navbera 15 û 29 salî de beşdar bûn.

Amanî Abdel Fattah anî ziman ku xebatên hewldanê; ji atolyeyên hişyariyê bigre heta pêşbazî û dijwariyên dîjîtal digre nava xwe. Amanî Ebdul Fetah ne tenê agahiyên teorîk pêşkêş kir, di heman demê de cih da çalakiyên înteraktîf ku ji beşdaran re bibe alîkar xeteran fêm bikin û diyar bikin ka mirov çawa dikare dema bi rewşên dîjîtal ên ku gefê li nepeniya wan diwin re rûbirû dimînin tevbigerin.

Xebatên ku dide meşandin

Amanî Abdel Fattah destnîşan kir ku di nava van çalakiyan de lîstikek bi navê ‘Biryara xwe hilbijêre’ ku senaryoyên hîpotetîk pêşkêşî beşdaran dike û dihêle ew biryar bidin ka di wan rewşan de çawa tevbigerin heye. Çalakiyên din jî pirsgirêkên nepeniya dîjîtal rûniştinên perwerdeyê li ser mijarên weke ewlekirina hesabên kesan, çalakkirina pejirandina du-faktorî û hişyarbûna li ser girêdanên ji çavkaniyên nenas digre nava xwe û got: “Me bi pisporek ewlehiya sîber re peyman çêkirin da ku rûniştineke perwerdeyê li ser ewlehiya hesaban û nepeniya dîjîtal pêk bînin. Weke din, me derfet da beşdaran ku bi girtina perwerdeya taybet di ewlehiya dîjîtal û hişê çêkirî de bi riya platforma ‘Maharatak’ ku bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye, xwe bi pêş bixin.”

Gelek zehmetî hene

Amanî Abdel Fattah bal kişand ser astengiyên ku di destpêka projeyê de rastî wan hatiye û wiha domand: “Ez rastî astengiyên weke gihîştina sînorkirî ya sûdmendan û zehmetiya avakirina hevkariyên civakî hatim. Ji bo derbaskirina van astengiyan, min biryar da çalakiyên projeyê ji cîhana dîjîtal veguhezînim cîhana rast. Plana min a destpêkê ew bû ku bi riya kanalên dîjîtal bigihîje 500 sûdmendên rasterast û 2 hezar nerasterast. Lê belê daxwaza min a gihîştina hejmarek mezintir a jin û zarokên keç hişt ku bi NGO û saziyên herêmî yên li Asyutê re hevkariyê bikim.”

Hewldanê gelek komxebat li dar xistin

Amanî Abdel Fattah bal kişand ku di Cotmeha 2026’an de, hewldanê li gelek gundan rêze komxebat li dar xist, di her rûniştinê de nêzî 40 zarokên keç beşdar dibûn. Van komxebatan ji rêbazên hînkirinê yên kevneşopî yên li ser bingeha dersan wêdetir çûn û tekezî li ser nêzikatiyên înteraktîf û lîstika komî kirin.

Amanî Abdel Fattah bawer dike ku gihîştina zarokên keç ên li gundan ji bo berfirehkirina hişmendiyê gaveke girîng e, têkoşîna li dijî tundiya dîjîtal ne tenê hişyariyên li ser xeterên bikaranîna înternetê ye, pêwîstî bi zanîna pratîkî ya kesan li ser mafên xwe, mekanîzmayên parastinê yên berdest û pêvajoyên gilîkirinê heye.

Armanca hewldanê hişyarkirina jin û keçên ciwan e

Vîzyona hewldanê ji organîzekirina komxebatan wêdetir diçe, armanc dike ku bi riya bernameya ‘Balyozên Ewlehiya Dîjîtal’ modelek veguhestina zanînê ya domdar biafirîne. Armanca vê bernameyê ew e ku jinên ciwan li dibistan û zanîngehan bi karanîna rêbaza ‘perwerdekirina perwerdekar’ (TOT)  bi hêz bike da ku di nav hevalên xwe de hişyariyê bilind bikin.

Weke din divê platformek ku çalakî û çavkaniyan bilindkirina hişmendiyê digihîjîne hev bê avakirin. Bi vî rengî van naverokan ji temaşevanên armanc dikir re bigihîjîne. Her wiha tê plankirin ku şopa hewldanê li bajarên din jî berfireh bikin.

Hewldan armanc dike di serdema pêş de bi Rêveberên Perwerde, Ciwan û Werzîşê, Hevgirtina Civakî û Weqfan re hevkariyê ava bike. Armanc ew e ku bi pêkanîna bernameyên xwe li dibistan, saziyên El-Ezher û rêxistinên civaka sivîl, bigihîje gelek jinên ciwan.

Veguherandina têgihîştina teorîk ji bo ezmûneke civakî ya rast

Amanî Abdel Fattah, bi berfirehkirina gihîştina xwe, bi hewldana ‘Li pişt perdeyê’ beşdarî pêşbirka netewî ya ‘Kontrol Z’ ku ji hêla Wezareta Ciwan û Werzîşê ve bi hevkariya Netewên Yekbûyî hat organîzekirin bû ku balê dikşîne ser hewldanên ji bo pêşîgirtina li tundiya dîjîtal a li dijî jinan û zarokên keç. Di destpêkê de di nava 59 hewldanan de, ew di nav 30 hewldanan de derbasî qonaxa duyemîn bû  di dawiyê de di nava 16 hewldanan de derbasî qonaxa dawî bû. Di dawiyê de di asta netewî de di nava hewldanên civakî yên serkeftî de bû yekem.

Amanî Abdel Fattah piştrast kir ku serkeftin weke sepandina vê ramanê di qadê de ne ewqas girîng e û destnîşan kir ku bikaranîna jêhatiyên hêsan û berdewamî di nava faktorên ku alîkariya wê kirine vîzyona xwe ya teorîk veguherîne ezmûnek civakî ya rast de ne.

Ji bo wê, cihê yekem ne dawiya rêwîtiyê ye, destpêka qonaxeke nû ya xebat, berfirehkirin û avakirina hevkariyê ye da ku peyama hewldanê bigihîje zêdetir zarokên keç. Ezmûna ‘Li Pişt Perdeyê’ modelek ji bo hewldanek ciwanan peyda dike ku ji hêla jinek ji Misira Jorîn ve tê birêvebirin. Hewldanek ku bi şopandina pirsgirêkek bandorê li ewlehî û mafên jin û keçan dike dest pê dike û vê pirsgirêkê vediguherîne qadeke fêrbûn, hişmendî û bihêzkirina dîjîtal. Bi armanca ku zarokên keç bikaribin xwe baştir biparêzin û dema rastî tundiya dîjîtal tên, nekevin nava tirs an bêdengiyê.

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.