Şahidên bûyerên Tîrmeha 2025’an: Li her derê cenaze hebûn

Şahidên hovîtiya li Suweydayê, rûyê tarî yê komkujiya ku tê de 4 hezar sivîl hatin qetilkirin, tînin ziman. Dayika Şam a 12 salî, êşa ku zarokên wan di bin dorpêça 19 saetan de jiyane, vedibêje.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Malbatên ji bajarê Suweyda yê Sûriyeyê behsa hûrgiliyên bûyerên ‘Tîrmeha Reş’ a 2025’an û hovîtiyên ku çêbûn kirin. Jinan diyar kir ku bûyer heta tu bibêjî kaotîk bûne, jin û zarok di nav de 4 hezar sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Di nava êrîşan de hewldana revê

Wefa el-Younes, dayîka Şam Mazen Jarîra ku di komkujiyên Tîrmehê de hat kuştin, dibêje ku malbata wê bawer dikir ew li herêmeke ewle, dûrî şer dijîn. Ji ber li dora mala wan komên çekdar an jî çeperên leşkerî tunebûn, ew li mala xwe ya nêzî Nexweşxaneya Neteweyî û qereqola agirkujiyê man. Da zanîn ku endamên malbatê çek hilnegirtine û beşdarî tu çalakiya leşkerî nebûne, piştî qutbûna ragihandinê wan texmîn nedikir ku asta tundiyê çiqas e.

Wefa el-Younes da zanîn ku roja Yekşemê ango roja ku bûyeran dest pê kirin, tevî bihîstina dengê bilind, wekî tiştekî normal bi nav dike. Diyar kir ku pevçûn roja Duşem û Sêşemê zêde bûne û piştî ku cîran reviyane, tenê malbatên wan li taxê mane. Her wiha da zanîn ku bîst û yek endamên malbatê li mala xesûya wê kom bûn û wiha got:

“Di 15’ê Tîrmeha 2025’an de, tiyê min dema bi mêrên din ên li taxê re bû birîndar bû. Piştre, di saet 13:00’an de, topek li nêzî xanî ket û teqînek mezin çêbû. Vê teqînê zarok tirsandin û endamên malbatê biryar da ji xanî derkevin. Roja din qet nayê jibîrkirin, ji ber keça min Şam a 12 salî, pisxaletê wê Lîn Mutaz Jarîra û xaltîkên wê Amal û Faten Fadlallah Jarîra dema ku hewl didan ji herêmê derkevin di wesayîdê de hatin kuştin. Ez nikarim bigihîjim keça xwe û kurê min ê din ji dest û zikê xwe birîndar bû hê jî tê dermankirin û emeliyatkirin.”

‘Keça min di destpêka şerê Sûriyeyê de hat cîhanê û di nava şer de mir’

Wefa el-Younes dibêje ku ew nikare xwîna keça xwe û tirsa ku zarokên wê hê jî pê re dijîn bibexşîne û got: “Zarokên min hê jî travmayên psîkolojîk ên giran dijîn. Tevî serkeftina akademîk a keça min, xeyalên wê pêk nehatin. Keça min di dema şer de ji dayîk bû, tevahiya jiyana xwe di şer de derbas kir û dûre ji ber şer mir. Gelo dê zarok çiqas di nava vê terorê de bijîn û dê çend malbatên din jî zarokên xwe winda bikin.”

Wefa el-Younes wiha behsa tiştên ku piştî gihîştina nexweşxaneyê û derketina derve ji bo ku bizanibe kîjan ji zarokên wê hê sax in, çi qewimîn kir: “Tevî giraniya birînên xwe, ez kêfxweş bûm dema ku min bihîst zarokên min sax in lê min dixwast ez cara dawî keça xwe Sham bibînim. Dema min bihîst hatiye veşartin û êz êdî nikarim xatir ji wê bixwazim tevî beriya 24 saetan min ew hembêz kiribû jî gelek xemgîn bûm.”

‘Nexweşxane tije cenaze bû’

Wefa el-Younes wiha domand: “Ez çûm morgê ji bo ku cenazeyê keça xwe bibînim û cara dawî xatir jê bixwazim. Lê belê dema li her cihê min cenaze dît ez matmayî mam. Li ber deriyê nexweşxaneyê, li odeya awarte û di korîdoran de. Nexweşxane, tije ‘cenaze’ bû.”

Wefa el-Younes tabloya herî bi êş wiha tîne ziman: “Hemû cenaze di çenteyên mezin de bi nivîsa ‘Malbata filan kesî’ li ser hatiye nivîsandin de bûn. Endamên malbatê di hundirê çenteyan de perçe perçe hatin dîtin. Piraniya bedenên ku me dît jin, zarok û extiyar bûn. Li beramberî wê wehşetê ez matmayî mam û nikaribûm lêgerîna cenazeyê keça xwe bidomînim.” Wefa el-Younes bang li hemû rêxistinên navneteweyî û rayedarên pêwendîdar dike ku ji kesên berpirsyarên kuştina sivîlan hesab bipirsin û hemû kesên ‘xiyanet li gelê xwe û axa wan kirine’ dadgeh bikin û daxwaza edalet û tezmînatê ji bo mexdûran kir.

‘Bêyî ku em aqûbeta zarokên xwe bizanibin 19 saetan li wir man

Dayîka Lîn Mutez Cerîra ya di komkujiyê de hat qetilkirin, Reem El-Werhanî jî diyar kir ku her çendî salek di ser komkujiya 16'ê Tîrmehê re derbas bûbe jî hûrgiliyên wê roja bi êş di bîra wê de mane. Da zanîn ku 16’ê Tîrmehê ji rojên borî tirsnaktir bû, ji her derê dengê pevçûn û bombebaranê dihat û malbat neçar ma biryara derketina ji mala xwe bide.

Reem El-Werhanî anî ziman ku zarok, jin û extiyar li wesayîda mamê wê ya bi marka ‘Saba’, wesayîteke sivîl û bêçek bû, siwar bûne, hevjînê wê û birayê wê li motosîkletekê siwar bûne. Her wiha da zanîn ku armanca sereke parastina zarokan ji guleyên bêserûber bûye û wiha got:

“Di wesayîdê de di nav wan de zarok, dapîra wan, xaltîkên wan û ajokar ango 15 kes hebûn.  Malbat bi rê ket û hevjînê min, birayê wê û hevjîna wî li ser motorsîkletê bûn. Gule li dora me dest pê kirin û wesayîd rastî êrîşê hat, bû sedema sekinandina wê. Di vê navberê de, gulebarana ber bi wesayîdê û kesên ku hewl didan bigihîjin wê da ku wan rizgar bikin berdewam kirin û rizgarkirin ne pêkan bû.”

‘Di wesayîdê de hatin hedefgirtin’

Reem El-Werhanî got ku hewl didan bigihîjin wesayîdê lê êrîş hebûn da zanîn ku keça wê ya herî biçûk a pênc salî, di wesayîdê de di hembêza dapîra xwe de birîndar bûbû. Keça wê ya mezin, Lynn a 12 salî, ligel pismamê xwe Sham û xaltîkên xwe Amal û Faten hatin kuştin û wiha got:

“Zarokên sax ji wesayîdê reviyan û xwe ji guleyan veşartin. Wan li nêzî xaniyekî xwe parastin, tevî keça min a navîn, pismamên wê û keça xaltîka wê. Min û Wafaa Younes hewl da ber bi avahiyan ve biçin lê ji her alî ve em hatin dorpêçkirin û neçar man xwe di xaniyekî de biparêzin. Di vê navberê de, hevjînê min û hevjînê Wafaa Younes hewl dan bigihîjin wesayîdê da ku yên sax rizgar bikin lê bi ser neketin.”

Hewldana jiyanê veguherî komkujiyê

Reem El-Werhanî  da zanîn ku cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam û hejmarek zêde ji komên din ên ku êrîş kirine gihîştine herêmê û piştrast kir ku wê bi xwe ew dîtine û şahidî kiriye ka wan çawa her kesê ku rastî wan hatine, di nav de jin, zarok û extiyar kuştine.

Reem El-Werhanî îfade kir ku dorpêçkirin 19 saetan domiyaye û di wê demê de haya wan ji çarenûsa zarokên wan û malbatên wan nemabû, nikaribûne derkevin ji ber ku her kesê hewl dida bireve dibû hedefa êrîşan. Reem El Werhanî got ku bi ser mala cîranê wan de jî hatiye girtin û gulebaran kirine, piştî vê yekê bêdengî çêbûye.

Reem El-Werhanî  wiha got: “Wehşeta ku me dît û jiya, nayê pênasekirin û zarok di wan demjimêran de di nava tirseke mezin de man. Keça min a neh salî şahidiya kuştina xwişka xwe ya mezin û birîndarbûna xwişka xwe ya biçûk kir. Ew di wan kêliyan de bi tenê bû. Di dema dorpêçkirinê de me tiştek li ser çarenûsa malbatê nizanibû û hewldanên me yên gihîştina wan an jî xwestina alîkariyê bê encam bûn. Vekişînek hêdî hêdî di sibehê de dest pê kir, rê da me em biçin lê paşê em hîn bûn ku cenaze û birîndar rakirine nexweşxaneyê.”

Li her cihî cenaze hebûn

Reem El-Werhanî  destnîşan kir ku dema gihîştine nexweşxaneyê, bi dîmenên sosret ên bedenên perçebûyî û wesayîdên wêranbûyî re rû bi rû mane û wiha got: “Min bedena mirovên ku di nava wesayîdan de daliqandî, bedenên li ser rê belavbûyî û heta di hundurê nexweşxaneyê de dîtin. Keça min a biçûk ku birîndar bû, di şokeke mezin de bû min destpêkê ew nas nekir. Xesûya min 19 saetan di wesayîdê de di nava cenazeyên herdu keç û neviyên xwe de ma û piştî ku gule li serê wê ket, ji tirsan weke mirî xwe nîşan da.”

Reem El-Werhanî anî ziman ku xesûya wê paşê gotiye ku Lynn ji birîna destpêkê sax filitîbû lê dema mêrek  birîndar hewl dida li nêzî wesayîdê xwe veşêre, hatibû hedefgirtin, piştî vê yekê dîsa gule li wesayîdê hatibû reşandin, di encamê de Lynn mir.

Reem El-Warhani îfade kir ku bûyerên qewimîne, jiyana wan bi temamî guherandiye û wan ji heman malbatê çar keç û jinek winda kirine û daxwaz kir ku ji berpirsiyarên komkujiyê hesab bê pirsîn û edalet bê pêkanîn.