Cilên jinan û mîzaha mêran: Reşkirina statuya jinan bi mîzaha mêran
Li gorî analîzên mafên mirovan, bikaranîna cilên jinan di hinek mîzaha mêran de wekî nîşaneya stereotîpên zayendî û berdewamiya nêrîna biçûkxistinê ya li ser jinan tê hesibandin; jinan dike amûrek ji bo ken û mîzahê.
SARA PORXEZARÎ
Kirmanşan – Dema ku şal, çarşef (çador) yan jî şarqedên rengîn li xwe dikin, hewl didin di şiklê karakterekî de xuya bibin ku bawer dikin komîk û henekdar e. Ji bo van kesan, xeta di navbera cidiyet û mîzahê de bi tiştekî ve sînordar xuya dike: Xuyakirina mîna jinê; mîna ku ev şibandin bi serê xwe bes be ku bixweber, tenê bi lixwekirina cilên jinan û bêyî tu hewldaneke hunerî yan afirîneriya mîzahî, komîk û bi ken xuya bikin.
Ev çîrok li ser mêrên ku niha wekî komedyen li ser torên dijîtal yên wekî Instagram û Telegramê dixebitin e; lê belê, piraniya naveroka wan ne li ser çavdêriyên civakî yan rexneyên jîr e, li ser şêwazên baviksalar ên kûr-kokdar e. Ew jinbûnê dikin mijara sereke ya mîzahên xwe û bawer dikin ku ger ew jinan wekî sade, bêaqil, yan pûç nîşan bidin, mîzaha wan dê bêhtir balê bikişîne. Ev koma mêran bi gelemperî hewl didin bi riya lixwekirina cilên jinan û bikaranîna amûrên ku bawer dikin tenê ji bo jinan in (wekî firçe, amûrên makyajê yan amûrên metbexê), wêneyekî stereotîp û sînorkirî ji jinan pêşkêş bikin. Cihê piraniya van performansan metbex yan mal e; wekî ku cîhana jinan tenê bi vê deverê ve sînordar be û li derveyî vê qadê tu rol, şiyan, yan nasnameyeke wan tunebe.
Eger em bi çavekî analîtîk û ji perspektîfa kifşkirina kokên nêrîna zayendperest li vê cureya mîzahê binêrin, em ê fêm bikin ku ev kes hewl didin jinan wekî hebûnên bêaqil nîşan bidin, ku nikarin mijarên hêsan fam bikin û bi axaftinên pûç û bêwate ve sînordar in. Axaftinên ku di navbera aktorên bi cilên jinan de tên kirin, pir caran li ser mijarên herî pûç in; mîna ku jin nikaribin li ser tu mijarên cidî, tevlihev yan girîng biaxivin. Di vê vegotina çewt de, jin kêm tên dîtin û wisa tê nîşandan ku tenê dikarin karên ji rêzê bikin û kûrahiya wan a rewşenbîrî yan jî şiyana wan a serbixwe tune ye. Ev cureyê mîzahê ne tenê stereotîpên zayendî ji nû ve diafirîne, di heman demê de wêneyekî biçûkxistinê yê jinan pêşkêş dike û rola wan a di civakê de bi awayekî xelet û sînordar temsîl dike.
Ji zimanê rojane bigre heta dîrok û wêjeyê jinbûn weke şerm tê dîtin
Ferengîs. X, çalakvaneke mafên jinan a li Kirmanşanê, dibêje: “Di civakeke baviksalar de jinbûn ne tenê taybetmendiyeke biyolojîk e; ew dibe etîketeke nirxî ku bandorê li gelek çalakî, tevger û heta tiştan dike. Di pergaleke wisa de, her tiştê ku ji jinan re tê veqetandin jixwe mijara bêqîmetkirinê ye û ev nêrîna cudakar li qadên cuda yên çand û jiyana rojane de belav dibe. Yek ji xuyangên eşkere yên vê zîhniyetê, hebûna mêran bi şiklê jinan di vîdyoyên mîzahî de ye.”
Ferengîs X. wiha didomîne: “Ev reftar ku bi awayekî eşkere ji bo kenandina mirovan tê kirin, di baweriyeke kûr de ye ku jin di rewşeke jêrtir de ne û teqlîdkirina wan rêbazeke pêkenok û nefretê ye. Di guhertinên nûjen ên vê reftarê de, mêr cilên jinan li xwe dikin da ku mîzahê biafirînin; lê heta çend sal berê, lixwekirina cilên jinan ji bo sûcdarên mêr rêbazekî şermezarkirin û biçûkxistina wan bû. Wekî ku di sala 2013’an de, dadgerekî di dozek de li Merîwanê sûcdarek neçar kir cilên jinan li xwe bike û ew li dora bajêr gerand da ku şerm bike; mîna ku jinbûn yan jî xuyabûna mîna jinan ji bo mêrekî wekî lûtkeya şermezarkirinê were hesibandin. Ev nêrîn di zimanê rojane de jî tê dubarekirin; dema ku ji bo şermezarkirina mêrekî, bi hevokên wekî ‘Tu dişibî jinê’ bangî wî dikin. Daxuyaniyên wiha nîşan didin ku jinbûn, ne tenê wekî nasnameyeke mirovî, di heman demê de wekî têgeheke çandî jî di pergaleke baviksalar de bi awayekî ku bi qelsî, bêqîmetî û tinazan ve girêdayî ye tê pênasekirin.”

‘Jinbûn ne taybetmendiyeke mirovî ye amûreke ji bo şermezarkirin û bêrûmetkirinê ye’
Di berdewama axaftina xwe de tekez dike ku kêmdîtina jinan di sembol, vegotin û mekanîzmayên çandî yên civaka baviksalar de xwedî rehên kûr e; baweriyeke ku ne tenê di pergalên fermî de, di heman demê de di edebiyat, çîrok û heta zimanê rojane de jî belav bûye. Ferengîs X. wiha dibêje: “Di salên berê de, hikûmetê ji bo şermezarkirina hinek sûcdaran, wan neçar dikir cilên jinan li xwe bikin û wan li ber çavên raya giştî derdixist; tevgerek ku bi zelalî nîşan dida jinbûn ne taybetmendiyeke mirovî ye, amûrek ji bo şermezarkirin û bêrûmetkirinê ye. Ev nêrîn di edebiyata klasîk a Farisî de jî gelek caran hatiye dubarekirin. Di gelek nivîsên vegotinê de, lixwekirina cilên jinan ji aliyê mêran ve wekî kiryarekî şermezar û nîşaneke kêmbûna statuya civakî ya mêran hatiye destnîşankirin.”
‘Baviksalarî winda nebûye di formên nû de û bi amûrên nû hatiye hilberandin’
Weke mînak, di gotara ‘Delgeşa’ ya Obeid Zakanî de, zilamekî ku neçar dibe cilên jinan li xwe bike da ku ji rewşeke dijwar bireve, ji aliyê civakê ve bi tundî tinaz pê tê kirin û darizandin. Gotineke rasterast ji nivîsê wiha ye: (Cilên jinan li wî hatin kirin û xelk pê keniyan). Ev hevok ne tenê çîrokeke mîzahî ye, di heman demê de belgeyeke dîrokî ya zîhniyeteke baviksalar e ku jinan di rewşeke jêrtir de destnîşan dike û her şibandina di navbera zilam û jinê de wekî şermezarkirinê dibîne.
Berdewamiya vê nêrînê di çanda îro de jî dikare were dîtin. Rastiya ku zilam di gelek naverokên mîzahî de cilên jinan li xwe dikin da ku temaşevanan bikenînin, berdewamiya heman şêwaza kevnar e ku bi sedsalan di berhemên wêjeyî û çandî yên Îranî de hatiye dîtin. Ev tevger nîşan dide ku baviksalarî winda nebûye, di formên nû de bi amûrên nû ji nû ve hatiye hilberandin; ji performansên kolanan û dîtbarî bigre heya henekên rojane ku jinbûnê dikin hevwateya qelsî, bêqîmetî yan jî pêkenokan.
Lê kêmkirina kesayetiyên mêran bi riya nirxandina neyînî ya lixwekirina cilên jinan ne tenê bi mîzahên populer yan jî wêjeya serdest a mêran ve sînordar e; ev nêrîna cudakar di asta qanûnî de jî hatiye dubarekirin û bi şiklê bend û bendikên qanûnî yên li dijî kiryarekî wisa derketiye holê. Nimûneyeke zelal a vê yekê bûyereke ku di sala 2012’an de li Tehranê qewimî. Dema ku xortekî 24 salî yê nasnameya wî nenas hewl da cilên jinan li xwe bike û ji aliyê ajanên hikûmetê ve hat girtin wî şandin girtîgehê. Nivîsa biryara dadgehê ku paşê li ser torên dijîtal hate weşandin, bi zelalî nîşan da ku lixwekirina cilên jinan ji bo mêrekî ne tenê wekî kiryarek qedexekirî tê pênasekirin, di heman demê de wekî tevgereke sûcdar tê hesibandin ku bi hinceta “êşandina rûmeta giştî” û “teşwîqkirina gendeliyê” tê darizandin.
Ev biryara dadgehê bi zelalî eşkere dike ku lixwekirina cilên jinan di civakeke baviksalar de heta çi radeyê wekî şerm û gef ji bo mêran tê hesibandin; ji ber ku qanûn dikare wê krîmînalîze bike û bi behskirina bend û notên cûrbecûr cezayên giran bide. Di pergaleke wisa de, mîna ku cilên jinan ji bo mêran ne hilbijartineke kesane be, vîruseke vegirtî û xeternak be ku divê bi rêbazên qanûnî were kontrolkirin û berî ku belav bibe were tepeserkin be. Ev nêrîn ne tenê beden û cilên kesan kontrol dike, di heman demê de nasnameya zayendî di çarçoveyeke hişk û yekalî de diyar dike û her binpêkirina wê wekî gefek li ser rêziknameya baviksalarî dibîne.
Ji qanûnê ber bi berxwedanê ve: Ji nû ve pênasekirina jinan li dijî baviksalariyê
Bi gelemperî, dikare were gotin ku her çendî di salên dawî de gelek mêran ji bo piştgirîdayîna statuya jinan cilên jinan li xwe kiribin jî (ku destpêka vê çalakiyê wekî bertekek li hemberî şermezarkirina sûcdarekî li Merîwanê dest pê kir û gelek mêran bi dirûşma watedar “Lixwekirina cilên diya min ne şerm e” li dijî vê tevgerê nerazîbûn nîşan dan û rûmeta jinan parastin.) Ji aliyê din ve, hê jî ew kes hene ku bi ramanên xwe yên reş û baviksalarî de jinan di pozîsyona herî jêr de dibînin. Ew kesên ku cilên jinan ne sembola nasname û mirovahiyê, amûreke şermezarkirin, mîzah û pêkenokê dibînin û baweriya wan di pergalên demdirêj ên bindestkirina statuya jinan de kok digre.
Lê belê jinên ku bi salan ji aliyê gelek mêran ve qels dihatin hesibandin, di serhildana şoreşgerî ya “Jin Jiyan Azadî” de nîşan dan ku ev wêneyê stereotîpîk ji bilî xeyaleke baviksalarî tiştekî din nîn e. Ew dikarin bingehên yek ji rejîmên herî xwînî yên dîrokê bihejînin û nîşan bidin ku her çendî jin di civakeke baviksalar de bi her awayî bindest bin jî, heman jin dikarin şoreşên ku jiyan û azadiyê diparêzin û rêça pêşerojê diguherînin bidin destpêkirin.
Di encamê de, dikare were gotin ku hêza jinan, ji ezmûna jiyanî û berxwedana rojane derdikeve holê, xwedî şiyana dijberiya pergalên herî tarî yên serdestiyê ye û şermezarkirina cil û berg û zayenda wan nikare bibe perdeyeke tarî li ser vê rastiya zelal.