30 salan bi sedan bebik bi destên wê hatin cîhanê

Şewqê Elî ya ku 42 sal in xizmetê dike û 30 salan perestariya pîrika zarokên nû ji dayik dibin kiriye dibêje; “Ji bo ez nexweşek rizgar bikim, neçar mam deriyê nexweşxaneyê bişkînim da ku wê dayik û zarok bi tendirust rizgar bikim.”

MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepçe- Şewqê Elî Mehemed a ji devera Helepçeyê ye, di sala 1979’an de beşa perestiyariyê li zanîngeha Silêmanî temam kiriye û piştre bi fermî di damezre û 42 salan di aliyê perestiyariya pirîkên zarokan de xizmet kir û ev mehek e xanenişîn bûye.

Pîrika zaroka Şewqê Elî gelek karmend, bijîjk û nexweşên ku zarokên wan çêbûne nas kiriye, pîriktiya zarokan ji dil hîs kiriye û her dem ji bo tendirustiya dayik û zarokan kar kiriye. 42 sal xizmet kiriye û 30 sal jî weke perestiyara pîrika zarokan kar kiriye. Li gelek bajarên Kurdistanê yên weke Silêmanî, Şanedar, Seyîdsadiq û Merîwana Rojhilatê Kurdistanê pîriktiya zarokan kiriye. Ew wiha behsa karê xwe yê pîriktiya zarokan dike: “Min 10 salan li Îranê li nexweşxaneya Merîwanê ya Îranê pîriktiya zarokan kir, li her cihê ez pîrika zarokan bûm. Her dem ez bi şev dixebitîm hinek şevan 1-15 zarok ji dayik dibûn, heta niha nizanim ka çend zarok bi destên min ji dayik bûne.”

“Jidayikbûna bi awayê xwezayî riya herî baş e”

Şewqê di demên ku kar dikir de gelek bûyerên xweş û nexweş jiyane, wiha behsa wan bûyeran kir: “Jinek di meha ku zaroka wê ji dayik bibe de bû lê belê deriyê nexweşxaneyê girtîbû, min anî mala xwe lê belê tu malzeme li gel min tunebû, ji ber wê min deriyê nexweşxaneyê şikand ji bo bikaribim wê dayikê û zarokê bi tendirrustî rizgar bikim. Ezmûna min a kar diyar kir ku jidayikbûna zarokan bi awayekî xwezayî riya herî bi tendirust e.”