Li kampên Îdlibê diyardeya mirina zarokan pir belav bûye

Di kampên koçberan yên Bakurê Sûriyê ji ber gelek sedeman, di nav de rewşa nebaş a jiyanê û nebûna lênerîna tenduristiyê diyardeya mirina pitikan pir belav bûye.

Suhair Al-Idlibi

Îdlib - Li Bakurê Sûriyê jinên koçber di kampên Îdlibê de ji ber xizanî û nebûna xizmetguzariyê bi awayekî herî zehmet dijîn. Bi taybet di dema ducaniyê de bi şert û mercên herî dijwar re rû bi rû dimînin ev jî ji ber nebûna lênerîna tenduristiyê ku dibe sedema jiyana xwe ji dest dayîna gelek zarokên ku nû ji dayik dibin.

Heyat El-Ebbas a 35 salî bi çavên tejî hisir got ku di dema ku ew ducanî bû û beriya ku zarok bîne dinyayê bi du rojan ji ber nebûna lênerîna tenduristiyê wê cenînê xwe (pitik) winda kir û wiha pêde çû: "Li kampa Îdlibê ku piştî koçberiyê ez li gel malbata xwe lê dijîm, ji ber ku di kampê de klînîkeke jinan ku tenduristiya jinên ducanî û çavdêriya ducaniyê dike tuneye û ji ber ku klînîk û nexweşxane ji kampa me pir dûr bûn, min nedikarî ku ez rewşa cenîn bizanibim heyanî rojên dawiyê ku min ew winda kir."

Her wiha Heyat El-Ebbas da zanîn ku ji ber şert û mercên zehmet ku ew dijîn, careke din cesaret nake ku ducanî bibe.

Li kampên Îdlibê ji ber xizaniyê jinên ducanî pitikên xwe winda dikin

Amal Abiedo a 27 salî  ku ducanîbûna wê bi aramî derbas nebû dema ku di meha 8'an ji ducaniyê de bû pitikê wê ji ber çû. Ji ber ku nexweşiya wê ya kêmbûna xwînê hebû û kêmek mabû ku ew jî jiyana xwe jidest bide. Sedema vê nexweşiyê ji ber xizanî, nebûna xwarinê û şert û mercên dijwar yên jiyanê ye ku ew di kampa Atma ya li ser sînor dijîn.

Amal Abiedo dibêje ku di dema ku ew ducanî bû, serdana bijîşkê nekiriye, ji ber zehmetiyê gihîştina klînîkên bijîşkî ku ji kampê dûr in, her wiha hevjînê wê ji ber nebûna derfetê kar tu karî nake û nekarîbû ku lêçûnên bijîşkî peyda bike, bûn sedem ku ew zaroka xwe ya ku hîn nehatiye dinyê wenda bike.

"Ji ber nebûna derfetên darayî zaroka min jiyana xwe ji dest da"

Roaa Hedîd a 30 salî karîbû zaroka xwe bîne dinyayê, lê pêdiviya wî bi lênerîna bijîjkî hebû, nexweşxaneyên bê pere ew qebûl nekirin wiha got: “Bi hinceta ku derfet tune ne û nexweşxaneyên taybet jî tenê ji bo malbatên zengîn in kesên xizan nikarin tedawî li gel wan bibînin. Ji ber rewşa aborî û  zaroka min ya ku çend roj bubû ku hatibû dunyê jiyana xwe ji dest da.”

Bijîşka jinan Raîda Othman a 45 salî sedema zêdebûna hejmara mirinên cenîn (pitik) û zarokên ku nû hatine dinê destnîşan dike ku sedema vê yekê pêk nehatina hewcedariyên jina ducanî û cenîn yên rojane, kêmbûna xwarinê, nebûna lênerîna tenduristî û kêmbûna çavdêriya tenduristiya cenîn e.

Raîda Othman diyar dike ku jina ducanî rastî gelek pirsgirêkên tenduristiyê tên ku ev pirsgirêk neyên dermankirin bandorek neyinî li tenduristiya wan û cenîn jî dike û pêwîste bi awayekî baş çavdêriya tansiyona wê were kirin, asta şekir, kêmxwînî û kalsiyûm û ji bo dermankirina van pirsgirêkan pêwîstî bi dermankirinê li gel bijîşkan heye. Her wiha destnîşan dike ku bi awayekî domdar dabînkirina ewlehiya cenînê û venêrîna rewşa cenînê heye.

Raîda Othman ji jinên ducanî daxwaz dike ku serdana navendên tenduristiyê bi awayekî domdar bikin da pisgirêkên tenduristî çareser bikin û tu wendayiyan nedin. Her wiha Raîda Othman bang li karbidestên lênihêrîna tenduristî li herêmê kir ku projeyên bijîşkî ji jinên ducanî, cenîn û zarokên nû hatine dinê, nemaze li kampên koçberan ku rêyekê nabînin ku bi hêsanî bigihin van xizmetguzariyan, ava bikin.

"Banga lezgîn a pêwistiya peydakirina 257,6 milyon dolar ji bo alîkariya malbatê Sûrî hat kirin"

Li Bakurê Sûriyê bi nebûna amarên fermî li ser hejmara mirina cenîn û pitikan de, Rêxistina Alîka û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) û Koma Ewlekariya Xwarinê di raporekê de li ser rewşa mirovî got ku ji sedî 42,3 ji malbatan herî kêm jinek ducanî heye, ji sedî 16,6 ji malbatan zarokên wan yên ku temenê wan ne zêdetirî 6 mehane heye û ji sedî  30,1 zarokên wan hene ku temenê wan di navbera 6 mehan heyanî 23 mehan de hene.

Her wiha di 5'ê Çile de, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî bi "bangeke lezgîn" ji bo pekanîna hewcedariyên tenduristiyê yên rewşên krîtîk li Sûriyê û da ku parastina lênihêrîna tenduristî ya bingehîn pêk bînin û her wiha ji bo pêşîlêgirtina belavbûna coronayê, banga pêydakirina 257,6 milyon dolaran kiribû. Rêxistinê di daxuyaniyekê de diyar kiribu ku di sala 2022'an de wê 12,2 milyon kes bi hewceyê alîkariyên tenduristiyê bin, di nav wan de 4 mîlyon mirovên koçber in û 1,33 mîlyon ku temenê wan kêmî 5 salî ne û nêzî 3,38 mîlyon jî jinên di temenê zarokanînê de ne.