Yek ji yekemîn wênekêşên jin ên Îsfahanê Gohar Karamî jiyana xwe ji dest da

Gohar Karamî ya yek ji wênekêşên jin ên destpêkê yên Îsfahanê ku di 15 saliya xwe de wênekêşa xwe girt destên xwe û careke din berneda, jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Gohar Karamî ya weke yek ji wênekêşên destpêkê yên Îsfahanê navê xwe li dîrokê nivîsand, li Îranê jiyana xwe ji dest da.

Gohar Karamî hêj di 15 saliya xwe de wênekêşa xwe girt destên xwe û her tiştê ku didît bi wêneyan bi belge kir. Di gotareke xwe de destnîşan dikir ku ew bi saya hevser û malbata xwe dikaribûye pîşeya xwe berdewam bike û di vê riyê de malbat û hevserê wê piştgiriyek mezin dane wê.

Wêneyên jinan dikişand

Gohar Karamî bi salên dirêj wêneyên jinên Îranê kişand. Jinên ku nikaribûn ji mala xwe derkevin û biçin wênekêşxaneyê bangî wê dikirin da ku li mala wan wêneyên wan bikşîne.

Gohar Karamî ya yekemîn wênekeşa jin a Îsfahanê ye, destpêkê wêneyên jinên cîranê xwe dikişand û bi vê awayê dest bi karê xwe kir. Piştre navê wê li tevahiya kolanê û piştre li bajar û welat belav dibe.

Perwerde nedît lê gelek kesan perwerde kir

Gohar Karamî ne tenê wênekêşiya taybet kir, di heman demê de wênekêşiya nûçegihaniyê, wênekêşiya belgefîlman jî kir. Weke jineke evîndarê hunera wênekêşiyê hat nasîn. Wê  tenê wêne nekişand, kesên dildarên vê pîşeyê jî perwerde kir. Gohar bêyî ku di vê mijarê de perwerde bibîne bi salan wênekêşiyê kir û bi salên dirêj xwe di warê wênekêşiyê de bi pêş xist.