“Hunerên destan rewşa malan xweş dikin”

Basma Kişko û Rana El-Kurdî ji rojên zanîngehê yên li Filistînê û vir ve hevalên hev in, di sala 2008'an de beşa mîmariyê qedandin û şiyana çêkirina karên destan bi hev re parve kirin.

NEXEM KARACA

Xeza- Her du endezyar, Basma Kişko û Rana El-Kurdî, dikaribûn projeyek nûjen ava bikin ku dersên wan ên zanîngehê û hunera wan bi hev re dihewîne ku ew jî çêkirina hunerên destan in. Ew bi şêwazek nû, pêlên nûjen bi kar tînin. Nêzî 14 salan ji bo karên baş bikin gelek xebitîn û di sêwirandin û xemilandinê de ezmûn û jêhatîbûna bilind bi dest xistin.

Li ser vê yekê endezyar Basma Kişko got: "Piştî ku ez derçûm, min di warê pisporiyê de tecrubeyên xwe bi dest xistin. Her wiha min bi peymaneke demkî dest bi kar kir. Piştî bidawîbûna dema girêbestê min dest bi hînbûna sêwirandin û xemilandinê û hunera destan kir. Ji ber vê yekê ez bûm pispor û min perçeyên hunerî yên bêhempa hilberandin. Ji ber ku ez ji xêzkirina model û sêwiranê hez dikim, ji min re hêsantir bû ez di demek hindik de afirîner bim.

Basma Kişko diyar kir ku di salên 2012-2013'an de di du pêşangehên Navenda Karûbarên Jinan de yekem car beşdarî karên destan bûye û ji ber şêwe û modelên ku bi taybetiyên estetîk ên bi kalîte û geş dîtine, teşwîqkirina kesên derdora wan bi heyecan bû.

“Dorpêç sedema sereke ya zêdebûna krîz û pirsgirêkên li Xezayê ye”

Der barê zehmetiyên ku rastî wan hatine de, Basma Kişko wiha dibêje: "Di warê mîmarî û şêwekariyê de em rastî çendîn kêşe û zehmetiyan hatin lê wek hemû ciwanan, heta ji destên me tê em hewl didin ji rûtînê derkevin. Her wiha dorpêçkirin sedema sereke ya tundbûna krîz û pirsgirêkên li Xezayê ye. Li ser asta karê me di ofîsê de, em bi pirsgirêka nebûna madeyên pêwîst û yên li ser lihevkirî bi xerîdar re rû bi rû dimînin. Zêdebarî tirsa bazirganan ji anîna hin madeyan ji tirsa kêşeya ku li herêmê belav bûye heye. Jixwe ji ber xirabûna şert û mercên aborî yên dijwar, daxwaza mirov ji sêwirana malên xwe re kêm bûye.”

“Em hewl didin pêşangehek ji bo karên destan vekin”

Basma Kişko wiha anî ziman: "Em dixwazin atolyeyek ava bikin ku derfetê bide kesên karker. Çiqas hêza kar zêde bibe hilberîn jî ewqas bilindtir dibe, ji ber ku ji bo çêkirina hunerên destan pêwîstî bi demê heye. Em hewl didin pêşangehek ku sêwiran û hunerên destan tê de cih bigrin, vekin da ku mirov bikaribin wan bi xwazaya wan bibînin.”

Ji aliyê din ve endezyar Rana El-Kurdî jî ev yek da zanîn: "Me biryar da ku di sala 2013'an de ofîseke pispor di warê şêwekariyên navxweyî û xemilandinê de vekin ku ev yek beşek ji pisporiya zanîngeha me ye. Li aliyê din, daxwazek heye ku mirov malên xwe bi zêdebariyan û pêlên estetîk sêwiran bikin. Bi riya çûyîna wan a ofîsên sêwirana hundurîn ku gelek avantajan pêşkêşî wan dikin, ên herî berbiçav dîtina sêwirana hundurê malê ne, berî destpêkirina bicîhkirinê û îhtîmala zêdekirin an rakirina hin pirsgirêk û texmînan.

“Hunera destan bala mirovan dikşîne”

Rana El-Kurdî der barê çêkirina karên destan de wiha got: "Pîşeya me beriya du salan, zêdetir bi pêş ket. Ji ber vê yekê me dema xwe ya vala ji bo çêkirina hunerên destan ên wekî pendên darîn û nivînên xemilandî veqetand. Me quncikek di malê de ji bo bicihkirina daxwazên mişteriyan veqetand, ew jî bi riya çêkirina rûpeleke elektronîkî li ser medyaya civakî û nîşandana berhemên xwe yên hunerî di bin navê goşeyê diyariyê de bû ku ji aliyê her kesê ve dihat ecibandin. Vê yek jî teşwîq û berdewamiya me zêde kir û ev pîşe bû çavkaniyeke zêde ya dahata me.

“Ji bo karê em dikin qumaşên bi kalîte pêwîst in lê ji ber rewşa heyî kêm in”

Rana El-Kurdî bal kişand ku hemû cureyên hunerên destan sêwirana hundirê xaniyan temam dikin û xweşiyê didin û ji xeynî wê, ew bernameyên endezyariyê ji bo sêwirandin û bicihanîna modelên hunerên destan bi kar tînin ku vê yekê bala yên din kişandibû.

Der barê kêşe û astengiyên ku di pîşesaziya karên destan de pê rû bi rû ne, Rana El-Kurdî got ku hin qumaşên bi kalîte hene ku bi berdewamî li bazarê nayên peydakirin û wiha domand; "Carna em neçar dibin li bazarê gelek bigerin heta qumaşên pêwîst bi dest bixin. Li aliyê din rewşa xirab a aborî ya li Xezayê rê nade ku hin kes berhemên karên destan bikirin. Her çendî ji van berheman hez dikin jî ji ber rewşa aborî ya xirab nikarin bikirin.”