Welatê Padîşah û Pîramîdan: Eyaleta Bakur beşên dîroka Sûdanê dihewîne
Eyaleta Bakur yek ji herêmên herî dewlemend ên Sûdanê ye ji bo geştiyariyê, bi şaristaniyên Meroe, Kerma, Napata û padîşahiyên Nûbiyên Xirîstiyan. Abîdeyên Îslamî û Nûbiyan, deverên arkeolojik ên dîroka wan bi hezaran sal e jî dihewîne.
AYA IBRAHÎM
Sûdan – Li bajarê Dongola, paytexta Eyleta Bakur, geştiyarî û çalakiyên çandî yên ku bi pîrozbahiyên Roja Cîhanî ya Geştiyariyê re hevdem bûn, zêdebûnek çêbû. Ev çalakî beşek ji bernameya pênc rojan a "Dongola Paytexta Geştiyariyê 2026" bûn, cûrbecûr bername û çalakiyên geştiyariyê, çandî û mîratî dihewîne, bi beşdariya rayedarên têkildar û beşdarên di qadê de.
Ev çalakî di demeke ku qada geştiyariyê ya li eyaletê ji destpêka pevçûnên di navbera hêzên çekdar û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de di Nîsana 2023'an de bi dijwariyên girîng re rûbi û maye. Vê pevçûnê bandoreke giran li geştiyariyê kiriye ku ev yek bûye sedema kêmbûna hema tevahî ya herikîna geştiyariyên biyanî û eyaletê neçar kiriye ku ji bo parastina yek ji çavkaniyên xwe yên aborî yên herî girîng li alternatîfan bigere.
Cihên arkeolojîk ên ku şaristaniyên kevnar ên Sûdanê belge dikin
Cebel Barkal yek ji sembolên herî berbiçav ên şaristaniya Napatan li Eyleta Bakur e, ji ber ku ew navendeke olî ya girîng bû ji bo perestina Amon. Ew perestgeh, peyker û abîdeyên padîşahî dihewîne û beşek ji cihê Cebel Barkal û cihên herêma Napatan e ku ji sala 2003'an vir ve di Lîsteya Mîrata Cîhanê ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de ye.
Kerma û Deffufa şaristaniya Kerma temsîl dike ku bi qasî di navbera salên 2500 û 1500 BZ de geş bûye. Ew bi Deffufa rojava ya mezin, gorên bi îhtîşam û bermahiyên mîmarî tê xuyakirin. Ev cih ji bo têgihîştina destpêka eyalet û şaristaniya kevnar a Sûdanê di nava yên herî girîng de ne. Pîramîdên Nûrî wekî nekropolek girîng a bi îhtîşam a Napatanê derdikevin pêş ku tê de pîramîdên padîşahan, bi taybetî Taharqa hene. Ev cih di heman demê de beşek ji tora cihên herêma Napatanê ne ku bi UNESCO'yê re hatine tomarkirin. Di Nîsana borî de, UNESCO'yê girîngiya parastina mîrateyên li Eyleta Bakur tekez kir, vê yekê bi cûrbecûr cîhên geştiyariyê yên wê û hilbijartina Dongola wekî Paytexta Geştiyariyê ya 2026’an ve girêda.

Kokên kûr di şaristaniyên kevnar ên Sûdanê de
Berpirsek li konseya Bilind a Geştiyarî û Antîkan li Eyleta Bakur, Necla Ibrahîm dibêje ku pîrozbahiya Dongola wekî Paytexta Geştiyarî ya 2026'an hejmarek bernameyan dihewîne, di nav wan de vekirina tesîsên geştiyarî yên arkeolojik hene. Necla vê yekê weke destkeftiyek di mîhrîcanê de dibîne ku mîrat, çand û şaristaniya Eyaleta Bakur nîşan dide.
Necla Ibrahîm destnîşan dike ku di nava deverên geştiyarî yên mîratî yên herî berbiçav ên li Eyaleta Bakur de Cebel Barkal, Qinti, Wadî Halfa û Muzexaneya Banqanatî hene. Necla tekez dike ku şaristaniya Eyaleta Bakur xwedî kokên ku bi hezaran salan vedigerin e û mîrat û şaristaniya herêma kevnar nîşan dide ku cihekî girîng ji bo geştiyariya dermanî, çiyayî, çol û Nîlê temsîl dike.
Şaristaniya Eyleta Bakur yek ji kevintirîn şaristaniyên li Sûdanê ye, ji ber ku rehên wê digihîjin nêzî heft hezar salan. Ji wê taybetmendiyên şaristanî û çandî derketine holê ku bandorên wan li herêmên din jî belav bûne, heta Misrê.

Zêdekirina derfetên geştiyariyê û pêşketina aborî
Profesor û pispora mîrat û geştiyarî Iştiyaq Muhemed Osman piştrast dike ku ev mîrateya çandî ya dewlemend ji bo Sûdanê û gelê wê çavkaniya serbilindiyê ye, ji ber ku Sûdan welatek tijî şaristanî û dîrokê ye. Iştiyaq bawer dike ku pêşvebirina vê mîrateyê û ronîkirina nirxa wê ya çandî û şaristanî ji bo cîhanê girîng e ku dîroka kûr a Sûdanê û rola wê di pêşveçûna şaristaniya mirovahiyê de nîşan dide.
Iştiyaq Osman tekez dike ku Eyaleta Bakur ji hêla geştiyarî ve dewlemend û herêma El-Kurru ji bilî Cebel Barkal, pîramîdên Nûrî û gelek deverên din ên arkeolojîk ku geştiyaran dikşînin Sûdanê, cihek arkeolojîk a girîng e.
Geştiyarî li Eyleta Bakur ne tenê arkeolojîk e; eyalet di heman demê de xwedî Çemê Nîl, girav, şelale, peyzajên çolê, gundên Nubiyayê û mîrateya gelêrî ye, ku ev hêman dikarin bi geştiyariya arkeolojîk re werin entegrekirin. Cihên geştiyarî ji bo pîşesaziya geştiyariyê nirxeke aborî yê bingehîn pêk tînin ku rêberiya geştiyariyê, veguhestin, cihê mayînê, hunerên destan, xwaringeh û berhemên çandî dihewîne.
Geştiyariya cûrbecûr
Berrpirsek li Encumena Bilind a Geştiyarî û Antîkên li Eyleta Bakur Ebîr Babkir, dibêje ku dewlet bi cûrbecûr geştiyariyan pesnê xwe dide ku dîrokek dewlemend, bedewiya xwezayî ya ecêb û mîrateyek çandî ya cihêreng bi hev re dike yek. Ebîr diyar kir ku geştiyariya arkeolojîk û dîrokî ya dewletê bi hejmarek deverên girîng tê temsîlkirin, bi taybetî Cebel Barkal, Kerma, Dongola Kevin, Kela Akasha û Wadî Halfa ku hemû şahidiya şaristaniyên kevnar ên Sûdanê dikin.
Ebîr Babkir da zanîn ku eyalet bi geştiyariya xwe ya Nîl û eko, bi taybetî li herêm û giravên Mograt, Badin û Sai, ji bilî geştiyariya çol, daristan û Nîlê, tê nasîn. Balkêşiyên wê di heman demê de geştiyariya çandî û mîratî jî dihewîne. Her wiha di mîrata Nubî, hunerên destan, xwarinên kevneşopî û mêvanperweriya navdar a civaka herêmî de cih digire.
Ebîr Babkir destnîşan kir ku geştiyariya çandiniyê aliyekî din ê potansiyela geştiyariya dewletê temsîl dike, bi riya hilberîna xurmeyan, mangoyan û fêkiyên citrus. Di heman demê de geştiyariya dermankirinê jî bikaranîna qûm û rojê vedihewîne.
Ebîr Babkir tekez kir ku Eyaleta Bakur cihekî geştiyariyê ye, dîroka dewlemend a Nubiayê û mîrata şaristaniyên kevnar bi balkêşiya Nîl û peyzajên çolê re dike yek û wan dike yek ji herêmên ku bi cihêrengiya geştiyarî, çandî û xwezayî ya bêhempa ye.
Tevî bandorên berdewam ên pevçûnê ku balkêşiya geştiyarî ya Eyaleta Bakur qels kiriye, digel nebûna veberhênanê û pêşbaziya dijwar bi dewletên din re, perspektîfên ji bo vejîna qadê dimînin, bi taybetî bi potansiyela pêşxistina binesazî û karûbaran.