Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Salê de mijara sereke pirsgirêkên jinan bû
Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Salê, bi rêya nîşandana fîlman, civînên rewşenbîrî û nîqaşên li ser sînema û pirsgirêkên jinan, bi beşdariya çêkerên fîlm û hezkiriyên fîlman û zoriyên ku jinên li çaraliyê cîhanê rastî tên kir rojev.
RECAA XEYRET
Mexrîb – Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Salê li Mexrîbê di roja xwe ya
çarem de di dome û dê heta 3’yê Cotmehê bidome. Bernameya dewlemend a mîhrîcanê li ser pirsgirêkên jinan disekine, fîlmên ku rastiyên jinên ku di civakên li seranserê Asya, Efrîka û derveyî wê de dijîn lêkolîn dike, nîşan dide. Her ji çand û erdnîgariyên cûda bên jî, ev fîlm armancek hevpar parve dike. Têkoşîna ji bo jiholêrakirina bê mafiyên li dijî jinan û misogerkirina beşdariya wan a çalak di jiyana civakî de bi şert û mercên wekhev bi mêran re ye.
Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Salê, rastiyên jinan li erdnîgarî û çandên
cûda digre dest û pirsgirêkên jinan dixe navenda nîqaşên xwe. Mîhrîcan wek platformek sînemayî ku ji bo çareserkirina bê mafiya ku jin rastî tên û misogerkirina wekheviya wan di nav civakê de di xebite.
‘Jêhatîbûn û perwerdeya pîrikên li herêmê’
Sînemaya Hollywoodê li Salê di çarçoveya pêşbirka belgefîlmên fermî de belgefîlma ‘Wolobougou’ ya derhênera Fransî Camille Varin pêşkêş kir. Fîlm bi rêya çîroka Honorine Somê, pîrikeke ku zêdetirî 15 salan li klînîk û nexweşxaneyên zanîngehê xebitiye beriya ku navendek zayînê li herêmeke gundewarî ya dûr ava bike ku xizmetên tenduristiya jinan pir kêm in, rastiya Burkina Faso nîşan dide.
Karektera sereke ya fîlmê Honorine Somê, diyar kir ku motîvasyonên wê yên sereke
ji bo damezrandina navendê ezmûna wê ya berfireh û şahidiya wê ya rasterast a zehmetiyên ku jinên li deverên gundewarî ji ber nebûna gihîştina lênêrîna tenduristiyê ya bingehîn pê re rûbirû dimînin bûn û got: “Erka navendê ne tenê bi zayîna zarokan ve sînordar e, di heman demê de baştirkirina jêhatîbûn û perwerdeya pîrikên li herêmê jî digre nava xwe.”

Fîlm behsa çîroka Xatûnê dike
Li aliyê din, fîlma ‘Ji rûniştina di bêdengiyê de çi tê çêkirin?’ a bi derhêneriya Hindî Sophie Shrago, çarçoveyên yasayî yên derbarê jinên ji kêmneteweyên etnîkî li Hindistanê, bi taybet jinên Misilman de nîqaş kir.
Fîlm behsa çîroka Xatûnê ku serokatiya dadgeha Şerîetê ya yekem a tenê ji bo jinan
li Mumbaî, Hindistanê kiriye dike. Xatûn yek ji dadwerên jin ên yekem e ku di warê yasaya îslamî de li welêt xizmet kiriye. Xatûn ku di cîhek biçûk û qerebalix de dixebite, jinên rastî destriêjiyê hatine û hevjînên ku bi krîzên malbatî re rûbirû ne pêşwazî dike û ji wan re qadek ewle pêşkêşî dike ku ew bikarin pirsgirêkên xwe bînin ziman û mafên xwe di bin yasaya Şerîetê de bi dest bixin. Derhênera fîlmê, Sophie Shrago, axivî û diyar kir ku ev dadgehên civakî ku di ‘Ji rûniştina di bêdengiyê de çi tê çêkirin?’ de têne nîşandan, ji bo kêmneteweyên etnîkî li Hindistanê xizmetê dikin da ku nakokiyên derbarê mijarên malbatî yên wek zewac, hevberdan û nefesgirtinê de çareser bikin û wiha got: “Ev dadgeh, ji pergala dadwerî ya dewletê cûda saziyên olî û civakî yên îslamî ne ku ji hêla dadwerekî Şerîetê an jî alimekî olî yê pispor di yasaya îslamî de têne birêvebirin. Armanca wan ew e ku rêberiya olî bidin û bi rêya lihevhatinê an jî rêbazên din ji bo çareserkirina nakokiyên navmalî bibin alîkar. Ger yek ji aliyan red bike ku bi biryaran pabend be, pirsgirêk dikare biçe dadgehên dewletê yên pêwendîdar.”
‘Ji bo çareserkirina nakokiyên zewacê dixebitin’
Sophie Shrago da zanîn ku deh jin hatine perwerdekirin û ji niha ve di dadgehên Şerîetê de ji bo çareserkirina nakokiyên zewacê dixebitin; ji bilî vê, di nav de Mumbaî ku fîlm lê derbas dibe, sê dadgehên din li bajarên cuda hene.
Sophie Shrago wiha behsa rewşa jinan li Hindistanê kir û got: “Rêwîtiya bidestxistina mafê mirovan ên bi temamî hîn jî pêvajoyek dirêj û dijwar e. Tevî serkeftina jinên jêhatî di gihîştina meqamên biryardanê yên asta bilind de, jiyana rojane hîn jî li qadên giştî bi cûdakarî, tundî û tacîzê tije ye.”
Sophie Shrago derbarê xebata xwe ya berdewam a li ser pirsgirêkên jinan li welatê xwe de, diyar kir ku Hindistan nasnameya xwe diyar dike û refaha jinan ji bo wê pêşiyek e, di heman demê de piştrast kir ku hîn gelek kar heye ku bê kirin.
Çar berhemên lêkolîner Fatîma Mernissî hatin pêşkêşkirin
Di mîhrîcanê de wergerên hêja yên çar berhemên ramanwer û civaknasa Mexrîbê Fatîma Mernissî ku ji hêla profesorê felsefeyê yê berê Huseyîn Şahban ve hatine temamkirin û pêşkêşkirin, hatin pêşkêşkirin. Pîrozkirina Fatîma Mernissî bûyerek îlhambexş bû. Ji ber projeya wê ya rewşenbîrî zemînek berhemdar ku dikare xeyala sînemayê xwedî bike û wê bi ronakbîrî û ramanên modernîst ên pêwîst ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakên Mexribê û Ereban xwedî bike temsîl dike.
Çar berhemên wê ku ji hêla wergêr ve ji Fransî wergerî Erebî hatiye kirin hatin
pêşkêşkirin wiha ne: ‘Evîn li welatên îslamî’, ‘Harema siyasî’, ‘Tirsa ji modernîteyê: Nakokiya di navbera îslam û demokrasiyê de’ û dû re jî ‘Jin di hişmendiya îslamî de.’
Li gorî wergêr, Fatîma Mernissî, di van çar pirtûkan de, bi rêya xwendineke analîtîk, rexnegir û şîrovekar a metnên mîrasa îslamî yên kevnar, bi taybetî metnên yasayî û dîrokî, bi armanca lêkolîna kokên pirsgirêkên çandî û civakî yên heyî li Mexrîb û civaka îslamî ya erebî bi giştî, formeke bêhempa ya sosyolojiya dîrok û çandê bi kar aniye.
Ev pirsgirêk cûdakariya li dijî jinan û dûrxistina wan ji serokatiya siyasî, desthilata mêran di zanîna olî û yasayî de; bêwatekirina têkiliyên romantîk ên di navbera jin û mêran de û gelek tirsên ku rê li ber vekirin û pêşveçûnê digirin, wek tirsa ji raman, azadî, demokrasiyê û her weha tirsa ji jinan digre nava xwe.
Mîhrîcan dê heta 3’ê Cotmehê bidome
Di çarçoveya bernameya mîhrîcanê de, fîlmek li ser jiyana Fatîma Mernissî dê bê nîşandan. Fîlm ji hêla Abderrahmane Tazi ve hatiye derhêner kirin, lîstikvana Mexrîbî Meryem Zaîmi ku di merasîma vekirinê de xelat girt rola Mernissî de dilîze.
Mihrîcan dê heta 3’ê Cotmehê bi nîşandana fîlmên ku di kategoriyên fîlmên
metrajdirêj û belgefîlmên fermî de pêşbaziyê dikin berdewam bike. Çalakî her wiha nîqaş û forumên fîlman li dar dixe ku tê de derhêner û hezkiriyên fîlman mijarên têkildarî pîşesaziya fîlman nîqaş dikin.