UNESCO Sîne “Paytexta Newrozê” hilbijart

UNESCO îsal Sîne weke “Payîtexta Newrozê” hat hilbijart. Sînayîyan jî ev biriyar bi gerandina dîlanê pîroz kirin.

Sîne – Bajarê Sîne yê Rojhilat Kurdistanê ji aliyê UNESCO ve îsal weke “Payîtexta Newrozê” hat hilbijartin. Ciwanên Sînê bi cilên Kurdewarî û gerandina govendê biriyar pîroz kirin. Agirê Newrozê îsal hem bi bûneya hatina cejna Newrozê hem jî biriyara weke payîtex hatî hilbijartin zu despêkir. Afîşên Newrozê ji Meydana Azadî despêkirin li gelek deverên bajêr daleqandin.

Tê payîn ku endamên UNESCO yê jî beşdarî pîrozbahiyê bibin.