15 wênexêz Berxwedana Serdemê li ser tabloyek 58 metreyan xêz dikin

Bi pêşengtiya Desteya Kar û Barên Civakî û Komîna Wênexêzan a herêma Efrînê projeya wênexêziyê bi mijara dagirkirina Efrînê û berxwedaniya 58 rojan hate vekirin.

Şehba- Bi boneya 4’emîn salvegera dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta tirk a dagirker û hevkarên wê ve, Desteya Kar û Barên Civakî ya Şehbayê bi alîkariya Komîna Wênexêzan a herêma Efrînê projeya wênexêz di derbarê berxwedaniya gel a 58 rojan li Efrînê ku tablo ji 58 metreyan pêk tê, vekirin. Xêzên liser tabloyê Efrîn beriya dagirkeriyê, Berxwedana Serdemê û derketina gel ji Efrîn vedibêje. Ev proje li hola navçeya Ehdas bi beşdarbûna endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser despêka mehê vebûye, li gel hê piroje dewame jî îro ji serdanê  re vebû û welatî çun serdana wê. Di vê projeyê de wê 15 wênexêz tabloyê xêz bikin. Axftina vekirina projeya wênexêziyê ya 58 metir ji aliyê endamê Desteya Kar û Barên Civakî Egîd Xelîl ve hat kirin. Beşdarvanan li tabloya ku berxwedan û êşa Efrîniyan vedibêje temaşekirin.

Hevseroka Komîna Wênexêziyê Sabah Elî diyar dike ku projeya wênexêziyê ji cîhanê re 58 rojan ji berxwedaniyê Efrînê diyar dike û wiha berdewam kir: “Navê projeyê wênexêziyê çîroka xaka zeytûn. 15 wênexêz di vê projeyê de dixebitin. Me di destpêka vê mehê de dest bi projeyê kir, wênexêziya ku em li ser dixebitin dabeşî çar qonaxan dibe. Qunaxa despêkê Efrîn beriya dagirkeriyê, dema ku dewleta tirk a dagiker Efrîn bi temamî dagir kir, çawa ku em bi neçarî ji Efrînê derketin û me berê xwe da herêmên din û ya çaremîn a dawiyê hêviya vegera Efrînê bi çanda Efrîniyan û bi cil û bergên filiklorî biçin Efrînê ye.”

Projeya wênexêziyê wê heya meha şeşê berdewam be.