‘Stêrka Rojhilat’ Oum Kalthoum di 50’emîn salvegera xwe de hat bibîr anîn
Li Parîsê Orkestreya Mûzîka Erebî bi boneya salvegera koça dawî ya hunermend û ‘Stêrka Rojhilat’ Oum Kalthoum konserek li dar xist.
Navenda Nûçeyan – Li paytexta Fransa Parîsê Orkestraya Mûzîka Erebî bi serokatiya Mastro Aala Ebdulselam û bi beşdariya hunermendên jin Rîhab Omar û Îman Ebdulxanî, konserek taybet bi boneya 50'emîn salvegera koça dawî ya ‘Stêrka Rojhilat’ hunermend Oum Kalthoum, li dar xistin.
Konser li hola mezin a şanoya "Philharmonie de Paris" ku yek ji girîngitirîn navendên Çand û Hunerê yê Fransayê ye, hate lidarxistin.
Di vê konserê de mêvanên ji gelek pêkhate û mezheban, her wiha hezkiriyên mûzîkên Ereban û stranên klasîk amade bûn. Konserê bi strana "Elf leyle û leyle" a hunermend Oum Kalthoum destpêkir. Piştre stranên wê yên "Ent e Omrî","Hezîyî Leyletî" ji aliyê stranbêjên Îman Ebdulxanî û Rîhab Omar ve hatin vegotin.
Stêrka Rojhilat: Oum Kalthoum
Oum Kalthoum di 31’ê Kanûna 1898’an de li Tamay ez Zaharya ya Misrê jidayik bû. Oum Kalthoum a hunermend û lîstikvana sînemayê, weke ‘Stêrka Rojhilat’ û ‘4’emîn Pîramîda Misrê’ tê nasîn. Oum Kalthoum bi welatparêziya xwe tê nasîn û di nav hunermendên Ereb de bûye sembolekê. Stêrka Rojhilat Oum Kalthoum di 3’yê Sibata 1975’an de li Qahîreyê jiyana xwe ji dest da.